
Hêvî û bawerî ji bo mirovan du nêzîkatiyên bingehîn û jiyanî ne. Tişta ku mirovan li ser piyan dihêle ev herdû xalên bingehîn û girîngin. Di kesekî de heger bê bawerî û bê hêvî bûn di pêşdebe, misoger jiyan jî ji bo wî kesî/ê bê wete ye. Hêvî û bê bawerî di mirovan de qelsiyek mezin e û heger mirov xwe jê xilas neke di dawiya dawî de wê ew mirov, ya ew civak her dayîm di jiyana xwe de binkeftinê bijî. Di vê mijara hêviyê de girînge ku mirov gotina Rêber APO bi bîr bîne. Hêvî ji serkeftinê bi rûmet tire.
Ji ber ku tişta mirov dibe serkeftin Hêviye. Hêvî nebe serkeftin jî nabe. Hêvî nebe tu nikarê xwedî li nirxê xwe jî derkeve. Lê gelo bê hêvîbûn çima ewqas zû di mirovan de pêşdikeve. Dema ku mirov di rastiya dîroka xwe de û di rastiya dijminê xwe de ne kûr be û ne xwedî zanistî û agahî be, wê çaxê mirov bi her tişta neyînî bandor dibe û hêviyên mirovan pir zû qelsdibin. Wekî ku tê zanîn divan salên dawîyê de li Rojavayê Kurdistanê, li ser bingeha felsefa Rêber Apo şoreşek bi pêşengtiya; jinên Kurd li darket û bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdên qehreman, jinên çeleng û gelê welatparêz, gelek deskeftiyên mezin hatin bi destxistin.
Û tevî şert û mercên zehmet jî lê dîsa heta, pileyekê pergala konfederalîzma demokratîk hate pêkanîn. Û her çiqasî di teşegirtina pergala konfederalîzma demokratîk de, kêmûkurtî hebûn jî, lê ji ber ku ezmûna yekem bû, herî kêm civaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nefeseke rihet sitandibû û hêviyên xwe bi vê pergalê yên mezin hebûn. Ji ber ku azadiya xwe divê pergalê de didîtin, lewra li hemberî hemû êrîşên dijmin xwedî seknek radîkalbûn û xwedî cesaret bûn jî. Li hemberî herî hemû êrîşên dijwar bi rihekî berxwedêr yê bê hempa li berxwedidan.
Heger bê bîra me dema ku dewleta Tirk a dagirker bi belafirên şer û bi tûndî li hemû bine saziyên Rojavayê Kurdistanê dan û bi heyvan şîniyên herêmê bê nan, av, kehrebe û mazot jî man, lê cardin jî xaka xwe bernedan û parastin kirin. Ji ber ku felsefa Rêber Apo çirûskên hêviyê di dilê civaka Kurd û tevahî, mirovên bin dest de avakir û bi wan çirûskên hêviyê vîna gel; bi hêztirkir û êdî di hemû şert û mercên zehmet de vê civakê dikarî xwe li ser piyan bigire.
Ji xwe ji roja ku şoreşa Rojava despêkirî û heta îro, dijminên vê şoreşê û vê sekna lehingane jî bê navber bi her; rêbazî êrîşên xwe yên hovane nedane seknandin. Êrîşa herî dawî û giran jî divan çend heyvên dawîyê de hatine jiyan kirin. Dibe ku hin bajar ji destê hêzên Sûriya Demokratîk hatibin girtin jî, lê ev nayê weteya ku QSD windakir. bi çûna çend ciyan ev nabe windakirin, ji ber ku QSD ê gelê xwe, heskiriyên xwe û civaka ku bi wan bawer dike; winda nekirne û hîna jî weke berê têkoşîna xwe dikin. Ji ber ku ev civak bi salên dirêjin li ser felsefa Rêber Apo ya, civaka azad û demokratîk perwerde dîtiye.
Vê civakê bi çand û exlaqa şagirtên Rêber Apo bawerkirye. Vîna ji pola ya ku damarên xwe li ser çanda berxwedêr ya rê heval Kemal Pîr avêtiye û îro civak jî hêvî û ilhama xwe jê digire. Lewra gelê vê herêmê di her rewşên zor û zehmet de, bi vîndariyeke pir mezin li berxwe dide. Pêwîste ku hemû dijminên civaka azad bizanin, tovê ku rê heval Heqî Qerar, Mezlûm û Egîdan çandiye îro ew li tevahî dunya yê belavbuye û ne pêkane ku bi hêsanî ev tov dawî lê bê.
Tekez gerek were zanîn ku ev tov xwedî koke, wê neslek li pey neslê din vî tovî biçêne û mirovahî li ser berhema wî tovî jiyana xwe bi serfirazî û xweşî berdewam bike. Ev tovê ku bi bereket di civakê de hêvî û baweriya jiyanek azad mezinkirye, ev îrade ku li ser vî tovî hatiye avdan ne mûhale ku ew binbikeve û biqede. Îro hindek kesên nexweş yên ku ji kuştina mirovan û bi teybet ji kuştin Kurdan îlham û kêfê digirin di bîst û çar demjimêran de li ser mediya dijîtal bê rêziyê li hemberî nirxên Kurdan nîşan didin û ev tê weteya ku ew kesên wiha erzan û bê rêziyê li hemberî netewa Kurd dikin.
Ji bo ku hêviyên civakê bi şkînin di şexsê, rêveberiya xweser de dixwazin felsefe û çanda Apoyî bê bandor bikin; çi ji destê wan tê dikin. Lê diyare ku hîna jî ew nizanin bê bandora vê felsefê çiqasî li ser civakê kûre. Vîna vê civakê êdî bi şerê teybet yê ku xêrnexwaz didin, meşandin lewaz nabe û berûvajî wê jî li hemberî her êrîşên muhtemel biryarin ku wê têkoşînê bikin û wê hevgirtîbin û wê hîn xurtir tevbigerin. Hêviyên wî gelî û nexasim jî hêviyên jinan ên serkeftin û baweriya bi jiyanke azad û wekhev hîn bilintir dibe.
Yek ji teybetmendiya mirovê Apocî jî ewe ku dema yek, şehîd dibe bi dehan ciwan soza tevlîbûnê didin û dema yek; tê girtin bi hezaran dadikevin kolanan û dengê xwe bilin dikin. Û ev jî tê wateya ku mirovê Apocî ne ji mirinê û ne jî ji girtinê natirse. Ev e kesayeta bi hêvî û bi bawerî ya ku di dibistana felsefa civaka, azad de bawernama serkeftinê girtine. Çeka QSD ya herî mezin jî ev civaka ku ji vê, dibistanê mezûn bûne.
Û weke ku çawa gel bi rêveberiya xweser bawere, rêveberî jî ewqasî bi gel û hêza wan bawere. Ji xwe rastiyek wiha jî ku Rêber Apo aniye ser ziman û gotiye: Ti hêz naghije hêza gel. Ji bo wê rêveberiya xweser windanekirye ji ber ku hêza gel li pişta wê ye, lewra wê serkeftin ya gel be. Û em hemû jî pir baş dizanin ku baweriya gel ya herî mezin jî bi ked, têkoşîn û hewildanên Rêber Apo ye, Rêbertî jî ji dil û can kar û xebat dike û dibêje: Ez ji her deme zêdetir bi kelecan û coşim ji bo pêkanîna pêvajoya çareseriya aşîtî û civaka demkoratîk û em jî hemû ji Rêberê xwe bawerin.
Evîn Ehmed



