EGER GIRÊDAYÎ MIN BIN DIVÊ ŞOREŞA JINÊ YA SIYASÎ Û HIŞMENDÎ PÊKBÎNIN!
Civakên herî kevin civakên dayîksalarî ne. Li gorî min jin di dîrokê de netewa herî kevin ya hatiye mêtîngehkirin. Jin herdem ji aliyê desthilatdarên ku ji dejenerebûna civakê re xizmet kirine hatine bikaraîn. Nêzîkatiyên min ji jinê re tê zanîn. Ji bo ew di aliyê hizrî de,

Civakên herî kevin civakên dayîksalarî ne. Li gorî min jin di dîrokê de netewa herî kevin ya hatiye mêtîngehkirin. Jin herdem ji aliyê desthilatdarên ku ji dejenerebûna civakê re xizmet kirine hatine bikaraîn. Nêzîkatiyên min ji jinê re tê zanîn. Ji bo ew di aliyê hizrî de, di aliyê siyasî û felsefî de azad bibin min kedeke mezin serfkir. Bîrdoziya rizgariya jin ji bo ew azad bibin min pêşxist bi kinasî dixwazim vê bibêjim; di mijara azadkirina jinê de min xwe baş teqûz kiriye.
Di mijara jin û azadiya zayendî de ji aliyê felsefî de ez li cihekî pir girng im. Dixwazim ji hemû jinan re vê bêjim; divê jin di aliyê rizgariya pênc hezar salane dibin robûyînê de xebatekê pir girîng bike, xwe pir pêşxin. Pir bixebitin û xwe pir bi rêxixstin bikin. Jinê ku bi min re girêdayîne bi min re girêdana xwe beyan dikin, keç hene eger girêdayî min anjî divê rêya azadiyê de cidî bin, divê şoreşa siyasî û hişmendî pêk bê. Ango ez dibêjim bi serê xwe azadiya zayendî nebese. Ev mijareke baweriyê ye. Azadiya jinê nekareke hesane. Derfeta min hebûya, wekî berê divê mijarê de ramanên xwe di pîrtûkên xwe jî de ezê beyan bikim.
Herdem ezê alîkariyê bidim wan. Wekî têkoşerekî azadiyê ez di mijara malbatê de, wekî nifiş ji zêde bûna wan û mijarê dîtir de divê pêvajoyê de tiştekî nabêjim. Ez herî zêde aliyê kar yên ramanî û felsefî dixwazim ava bikim. Min jî bo azadiya wan têkoşîn da. Pirsgirêka azadkirina jinê pirsgirêkek pir giringe. Tenê divê wek ez dibêjim rêxistin kirina xwe û azadiya xwe bi pêşxin. Awayê têkoşîna min, feraseta min diyare. Wisa yên pirsgirêkên wan ê malbat, heval, jin hebin vê dozê bi rêvebirin dijware. Kes nebe jin û zilamê kesî-pir kesê ketî, qelsiyê wan ê vînê hene, tu du jinika bide gel hemû tiştê wan tê guhertin.
Ê du jin a dide gel xwe direve, jina zilam dide gel xwe jî direve. Bi rastî ew jinika sed qat hîn li jêrin, ji jinika sed qat hîn jiniktirin. Zilamê Kurd ji jinkê sed qat hîn jiniktire. Evana sûcdariyên mezin yên dirokî ne. sûcdariyên hesan nakim pîşeya jinitiyê, hûn dizanin, pîşeya fahîşetiyê ye. Xelet neyê têgihiştşn, ji têkoşîna azadiya jinê re çawa bi dildarî girêdayî me, çawa alîkariyê didim wan têzanîn. Pênc sed jinê xweşik bidin gel min qet ne xema min e. Ezê wana bikşînim ramanên xwe, wan di rêya têkoşîna xwe bi kar bînim. Di aliyê qelsiya vîna xwe de nekarin tiştekî biçûk ji min bigrin.
Lê jin ji bo azadiya xwe, divê ji bo rûmeta xwe têkoşîn bidin, bi vê bawerbin. Wê demê wê jiyan xweşbe, wê demê wê jin bextewar be, wê demê wê jin xweşik be. Ji têkoşîna jinê re, li ser azadiya jinê nêrînên min tên zanîn. Girêdana min ya bi têkoşîns wan re berdewam dike. Jîbo têkoşîna azadîya jînê herdem dîhîzîrîm. Jîbo yên tevlî sîyasetê bûne dibêjîm. Hûn hemû aqîl û dilêxwe bîdînê tevlî vî karî bîbîn. Ez jî têkoşîna azadîya jînê re heta îro her tîm bûm destek.
Rêber APO.



