Makale

Yê Mirov dike Mirov, Fikirandina Azad e

Bingeha azadiya jinê me avêt. Ev çawa dikare pêş bikeve? Min, beramberî jinê wekî rêz wiha got “Azadî pêşî di fikir de dest pê dike.” Jin çawa bixwaze bila wisa bijî. Helbet ger hêza we hebe.” Dibêjin “Dev ji jin û zilam berde, bila bi hev şabin, bibin hezkiriyên hev.” Ger hûn bikaribin vê bikin. Min ti astengî nedaniye pêşiya vê. Lê wê demê ez nabim berpirsyarê ji tiştên ku diqewimin. Ez tenê dikarim pencereya azadiyê vekim. Lê tu dinêrî her der hatiye girtin. Tu berê xwe bidî kîjan zilamî, bixwazî pê re bizewicî bi hesteke pir bihêz a milkirinê re rûbirû dimînî. Yanî hê jî ji wekheviyê pir dûr in. Mîsoger tu yê li cihekî darbeya zilam bixwî. Hûn hev berdin jî tu yê çawa bijî? Jina ku aboriyê avakiriye îro mecbûrê nan e, destê zilam dinêre. Zilam kar neke, jin birçî dimîne. Halbûkî aborî ji hêla jinê ve hatiye sazkirin. Hûn dizanin peyva Eko-nomî, peyveke Helenî ye. Tê wateya “Debara malê.” Wateya peyvê ev e, yanî karê mal e, zanista aboriya mal e. Ev karê jin e. Di serdema nêz de jin, bi temamî ji aboriyê hatibû qutkirin. Baş e, niha di destê jinê de aboriyek heye? Na, nîn e. Niha aborî, di destê şîrket û zilaman de ye. Dema ez vê dibêjim her kes şaş dimîne. J.J Rouseau li ser vê rastiyê disekine. Adam Smîts jî li ser vê mijarê disekine. Yê aboriyê dixe bin serweriya zilam Rojava ye. D serdema navîn û serdema yekem de di destê jinê de aboriyeke xurt hebû. Lê kapîtalîzmê vê derfetê bi temamî ji holê rakir. Her tişt kete destê şîrketan. Pere û şîrketên fînansê di destê zilam de ye. Li ser pere û aboriyê giraniya jinê nema ye. Yanî di vê mijarê de jin, bi temamî bi zilam ve hatiye girêdan. Pere, teknîk û zanist di destê zilam de ye.

Baş e, li vir pozîsyona jinê çi ye? Ez ji vê rewşê re dibêjim “Bilbila ku di qefesê de dixwîne”an jî “Xemla malê ya ji bo zilam.” Niha tenê ne bedena jinê; ji pora jinê bigire heya çîpên wê, ji ruhê jinê bigire heya dengê wê, her tiştî jinê dibe mijara bazarê, tê kirîn û firotin. Ma, reklam li ser bedena jinê nayê meşandin? Ev tiştekî pir xirab e. Hûnê xwedî li bedena xwe derkevin. Bedena ku bi temamî ji hêla zilam ve tê kontrolkirin bedena we ye. Hûnê çawa bikin? Hemû sînorên te, jiyana te ji hêla zilam ve hatiye diyarkirin. Ger pere nede tu birçî dimînî. Ez naxwazim tabloya heyî bi gotinên cuda girantir bikim. Ev hemû çêbûne. Min çi got? Min got: Sosyalîzm bi azadiya jinê pêkan e. Niha Marks ji bo bikaribe bi jina xwe re bijî cilê xwe difiroşe. Der barê kapîtalîzmê de pirtûka herî girîng ji hêla Marks ve hatiya nivîsandin. Zilamekî wiha ji ber ku nikare debara malê bike cilê xwe difiroşe. Dibêje “Ji bo debara jiyanê ez vê pirtûkê binivîsim da ku bikaribim zewaca xwe li ser piyan bigirim.” Niha damezrînerê sosyolojiyê vê bêje êdî em çi bêjin, xwedê zane çi bê serê me! Ma Marksîzm wiha dibe? Mixabin bûye, me jî jê re secde kir. Me wekî peyxemberekî dît. Niha em dixwazin vê derbas bikin. Ev rewşeke xirab e. Jixwe jin hate xilaskirin. Ev, di Lenîn, Mao û Stalîn de jî wiha ye. Jin ji ber tirsa ku dijî nikare bijî. Di vê mijarê de Lenîn hewldaneke mezin nîşan da, ez wî tawanbar nakim. Stalîn jî jinê dixe pişt derî, dike milkê zilam. Yanî nekuştiye lê ji mirinê xirabtir kiriye. Dixwazim vê bêjim; min vê zilamtiyê kuştiye. Ev meyl û nêzîkatî di min de jî hebûn. Min niha got; girêdayî mijarê tecrûbeyên min hene. Hevalê min ê herî bi qîmet ji min dixwest ku ez bikujim. Ez beramberî wê bi îhtiyat bûm. Min tam deh sal bi wê re şer kir. Lê ez bi îhtiyat bûm. Reva wê ji bo min bû rizgariyeke mezin. Bi vî şêwazî ez li ser piyan mam. Yek jî taybetmendiya min a herî esasî ev e. Lê ev nêzîkatiya min şaş tê dîtin, dibêjin “Ya jina zilam reviya.” Lê ez wisa nêzîk nebûm, min got “Ez rizgar bûm.” Ji ber ku piştî vê têkiliyê ez rizgar bûm. Wiha bêjim dibe ku her kes bi min bikene. Ez bi vekirî vê dibêjim: Ez rizgar bûm! Esas, ez ji kevneşopiyeke xilas dibûm, ji pirsgirêkeke bingehîn xilas dibûm. Ez jinê bikujim wê çi bibe? Ez ê bibim cinawir, ji cinawirekî sosyalîst çênabe. Stalîn dikare bike, lê ez nakim. Ev şaş e. Hûn jinên nezewicandî ji bo min pirsgirêkeke mezin in. Baş e, feydeya vê çi ye? Herî kêm me derfetê fikirandina azad daye we. Li gorî min derfeta fikirandina azad pir girîng e. Yê mirov dike mirov, fikirandina azad e, ev hinek di Sokrates de jî tê dîtin. Fikra wî ya azad bi zewacê ve girêdayî ye. Tişta ku min li ser piyan digire fikra azad e. Hûn jî ancax wiha dikarin li ser piyan bimînin. Ger fikra azadiyê ji destê we bê standin hûnê jî xilas bibin. Ji ber vê yekê encax li ser vê bingehê ew ê ev derketin û sosyalîzma nû pêş bikeve, encax li ser vê bingehê wê hebûna Kurd a nû û nasnameya Kurd a nû derkeve pêş. Rexneyên me yên li ser şaristanî, modernîte û koletiya jin her diçe kûrtir û bihêztir dibin. Herî kêm em dikarin di asta kesayet de pirsgirêkê derbas bikin, di asta kolektîf de jî pêşketin hene. Li gorî min ji sosyalîzmê re tevkariya herî mezin ev e. Min wekî destpêk li ser bingeha “Pirsgirêk û civakbûna jinê” ev tişt got.

Rêber APO

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button