
Di bernameyeke taybet de ku li Medya Haber TV hate weşandin, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er û hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re, qanûna çarçoveyê ya ku li nava raya giştî tê nirxandin û meseleya Elewiyan nirxand.
bixin nava tevgerê û Îranê biguherin. Îran êdî bi vê nêzîkatiyê nikare dewam bike. Dîsa êrîşî Kurdan tê kirin. Êrîşî civakê dike.
Gelo hûn li bendê ne ku êrîşên Îranê yên li dijî Kurdan zêde bibin? Ji ber ku hem li hundir êrîşan dike, hem jî li dijî Başûrê Kurdistanê û komên Rojhilat êrîşan dike.
Erê, êrîş hene. Endamên PJAK’ê li aliyê Mahabad û Seqizê ne. 6 endamên PJAK’ê hatin qetilkirin. Dîsa Îranê dema endamên PDK’ê di sînor re derbas dibûn lê da, her dem lê dide. Ev tişt bi rastî nîşan dide ku polîtîkaya şaş û klasîk a Îranê ya di mijara Kurdan de berdewam dike. Bi vê re mirov nagihîje ti cîhî. Bi vê re ti encam nayê girtin. Bi vê re îradeya Kurdan jî nayê şikandin. Ji vî alî ve, an wê Îran polîtîkaya xwe biguhere ku divê polîtîkayê biguhere, an jî êdî daxwaza civaka Îranê û geşedanên li Rojhilata Navîn wê Îranê bi vê awayî an bi wê awayî biguherînin.
Hûn polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Îranê û ji ber wê jî polîtîkaya wê ya li ser Rojhilat çawa dinirxînin? Berê hem Hakan Fîdan hem jî Yaşar Guler derbarê PJAK’ê de dem bi dem daxuyaniyên wiha kirin, “Em agahiyên îstîxbaratî kêlî bi kêlî didin Îranê, em îstîxbaratê parve dikin”. Tê gotin ku heke şer mezin bibe û geş bibe, dibe ku derbasî hundirê Îranê bibin û behsa Rojhilat dikin û dibêjin amadekariyên wan hene. Hûn îhtîmaleke wiha dibînin? Heke tiştekî wiha bibe, ev tişt dê pêvajoyê çawa bandor bike?
Ne wiha ye, tiştekî wiha tune ye. Tirkiye çawa ku destwerdanê li Rojava kir, nikare destwerdanê li Îranê bike. Ev hamaset e. Kurd jixwe li wir bi gelên din re dikevin nav têkoşîna guherandina Îranê. Heke tiştekî wiha bibe, ne tenê Kurd, gelên Îranê re dikare rewş û geşedaneke wiha derkeve holê.
Erê, Tirkiye heta niha jixwe endama NATO’yê bû, li dijî polîtîkaya DYE ya li ser Îranê nebû. Piştgirî dida. Dixwest ku Îran qels bibe, lê hilweşîna wê ji bo xwe guncaw nedît. Mirov dikare wiha bibêje. Lê xwest ku qels bibe. Astengî li ber polîtîkayên DYE jî çênekir. Heta Trump got “wan alîkariya me kir”. Ev tişt teqez e. Heke bi awayekî din tevgeriyaba, civîna NATO’yê li Enqereyê çênedibû. Lê belê li Enqereyê Tirkiye bi temamî guherî. Ne ew polîtîkaya berê ya Îranê ye. Tirkiye niha dibêje: “Heke li Îranê guherînek çêbibe, ez ê bi DYE û heta bi Îsraîlê re tevger bikim da ku tiştekî li dijî me dernekewe holê.” Niha polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Îranê ev e. Xwe bi polîtîkaya DYE ve girêdaye. Armanca wê tenê ev e ku guherîneke li Îranê li dijî berjewendiyên wê nezivire.
Îddîa hene ku Tirkiye dixwaze li vir jî, yanî li Rojhilat û Îranê jî mîna Sûriyeyê hêzên wekîl bikar bîne. Heke rewşek wiha çêbibe, ev tişt di heman demê de nabe sedema şerê hundirîn ê nû?
Niha tiştekî bi vî rengî heye: Li herêma ku jê re Azerbaycana Rojava tê gotin, Kurd û Tirk di nav hev de dijîn. Bêguman giraniya nifûsa Kurdan li başûrê Azerbaycana Rojava ye; mînak Mahabad li wir e. Di rewşek wiha de, Tirkiye dikare Azeriyan û Kurdan bîne beramberî hev. Agahiyên wiha digihîjin me. Lê Kurd hişyar in. Kurd naxwazin bi Azeriyan re bibin dijmin. Ew bi hev re dijîn. Jixwe ti dijminahiya Kurdan bi ti gelî re tune ye. Lê dewleta Tirk dikare tiştekî wiha bike, mimkun e. Heta ku dewleta Tirk pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser neke, ew ji bo Başûr jî, ji bo Rojava jî û ji bo Rojhilat jî belayek e. Heke pirsgirêka xwe ya Kurdan çareser bike, wê demê nêzîkatiya wê ya li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê jî dikare ji wê rewşa neyênî derkeve.
Tifaqeke bi Îranê re, li ser meseleya Kurd li dijî Kurdan dibe tifaqek jinûve were çêkirin? Gelo hûn xeteriyeke wisa dibînin?
Zehmet, ev nabe, şert û mercên siyasî ji vê re ne destdayî ne. Di rewşek wiha de ez vekirî bêjim, her du jî wê winda bikin. Ev ne mîna dema Serhildana Agiriyê ye. Kurdan xwe rêxistin kiriye, li her aliyên wê hêza rêxistinkirî, hêza siyasî heye, bandora wê heye, têkiliyên wê hene. Êdî mîna sedsal berê li Kurdan temaşekirin, bê feyde ye.
Başe, herî dawî ez vê bipirsim. Bi Pêvajoya Civaka Demokratîk re em behsa medyaya Kurd, çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dikin. Em behsa mafên esas dikin. Bendewariyên rêxistinên civakî yên sivîl jî hene. Gelo hûn medyaya Kurd çawa dibînin? Gelo hûn performansa medyaya Kurd têrker dibînin?
Niha, erê medyaya Kurd hewl dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vebêje. Lê belê divê hîn zêdetir afirêner be. Divê bang li civakê bike, dengê civakê bibihîze, bikeve nava civakê. Weşanên wê divê hinek din jî bandorê li civakê bike. Di rewşa heyî de mîna ku ji dûr ve bang li civakê tê kirin. Civakê tevlî vî karî nake, divê tevlî bike. Her wiha divê bang li gelên Tirkiyeyê jî bike. Divê bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî bike. Di demên dawî de di medyaya Kurd de tengbûn, xwe bi Kurdan re sînordarkirin heye, divê xwe bigihîne gelên din û hêzên demokrasiyê û wan jî tevlî vî karî bike, têkildarî vê yekê nebesiyên diyar hene. Berê zêdetir bang li hêzên demokrasiyê, civaka Tirkiyeyê û gelên din dikir. Têkildarî vê yekê, kêmahî û nebesî hene. Ji vî alî ve medyayek girîng heye, lê berhemê wê têrker nîne. Bê guman kedekê didin, em wê dibînin. Lê ji bo bersiva keda xwe tam bibînin, divê hîn zêdetir afirêner bin.



