Entegrasyonê Demokratîk û Rêya wê ya Rast

Berê her tiştê ez ê li şûna têgeha ‘Entegrasyonê’ têgeha ‘lihevkirinê’ bi kar bînim. Têgeha entegrasyonê bêhtir bala mirov ber bi têgehek teknîkî ve dibe. Lê têgeha lihevkirinê hîn bihtir civakî ye û bi mijara me ve hîn bihtir lihevdike. Ji xwe dema mirov bala xwe bide derketina têgehê bi teknîkê ve giridayî ye. Mînak ji bo pergala du kompîteran bikin yek jê re gotine engetrasyon yanê her du pergal bi hevvekirin, bi vî awayî têgeh ava bûye. Wateya xwe ya din jî, ji bo koçeran an jî koçberan têbikaranîn. Ji ber ku hertim li ser rêyan in û li cihekê bi demdirêj namînên ji ber wê jî entegrê tu cihan nabin. Dema neçar dibin ku li cihekê bimînin jî, ji alîyê rêûresma wê civakê re rûbirêyê pirsgirêkan hatine. Ji bo van pirsgirêkan çareser bikin neçar mane lihevbikin yanê entegre bibin. Ev her du çureyên lihevkirinan jî, ji mecburîyetê tê.
Lê belê lihevkirina demokratîk (demokratik entegrasyon) xwe naspire mecburîyetê, xwe dispire rêgezên sinc û rûxweşîyê (etik-estetîk) ji ber vê taybetmendîya xwe, ji yên tên cudatir e. Ji ber ku tiştên bi mecburî tên avakirin negengaz e ku dê hilweşin jî. Ger ku lihevkirin bi hemû alîyên xwe ve li gorî berjewendîyên wan civakan bin, ew tu carî nayên hilweşandin. Lê belê pirî caran lihevkirin ne ji bo civakan ji bo rêveber û desthilatdaran hatine kirin. Dema mirov li dîroka împeratoran dinêre xwe bi awayekê tazî dide li ber çavan. Hemû împeratoran gel bi xwe ve bi darê zorê dane girêdan. Ji ber wê jî neçarê hilweşandinê bûne. Lê dema mirov bala xwe dide civakên klan û qebîle bi hezaran salan bi hevre jîyîne. Eger mirov baş bihizire dê mirov bibîne ku civakên klan û qebîle li ser bingeha rêgezên sinc û bawerîyê li hev kirine, nexwe negengaz e ewqas li ser xwe bimana. Lihevkirina ku em qala wê dikin jî, ev bi xwe ye. Lihevkirineke bi rêgezên civaka sinc û polîtîk e. Lihevkirina demokratîk tê wê wateyê ku hemû mafên mirov yên gerdûnî tên parastin. Veca ev mafê gerdûnî çi ne? (Ev xal ji bo her du alîyan jî derbasdar in)
1-Parastina bedenî (fîzîkî), di hemû gerdûnê de her tişt bi qasî pêwîstî pê dibîne xwe diparêze. Em ji vê re dibijin ‘xweparastin’ yanê hebûna (xwebûn) xwe parastin. Ger ku di civakekê de parastina xwebunê têk çûbe ew civak civakeke
mirî ye. Ji bo wê jî parastin rîsta xwe ya serekê dilîyîze. Ji ber vê jî her du alî li ser vê xalê li hev dikin ku yek êrîşê nebe li ser yê din.
2- Ziman e: her mirov ji dayika xwe dibe. Ji ber vê jî mafê her kesî/ê heye ku bi zimanê dayîka xwe biaxive û binîvîse û pê sîyaset û bi polîtîkayê bike yan jî wêje û jîyana xwe pê birisîne. Pêwîst e zimanê wan li her derê derbasdar be û li ti derê neyê qedexekirin. Çi li malê, çi li derve, çi jî li sazîyên wî welatê dibe, lazim e bi awayekî fermî zimanê her du aliyan li herderê derbasdar bibe. Li belê divê neyê jibîrkirin ku li gorî tax, gund û bajaran dibe ku hin guhertin hebin. Mînak li gundekî dibe ku tenê Kurd hebin wê demê tişta herî bi aqilane pêwîst e li wî gundî perwerdeya seretayî bi zamanê wî gundî yanê bi Kurdî were dayîn. Yan jî em bibêjin li gundekî hemû Tirk in yan jî ereb in, wê demê lazim e perwerdeya wî gundî bi zimanê wî gundê be, yanî bi tirkî yan jî Erebî were dayîn. A girîng mirov dev ji doxmayên (qalib) xwe yên nijadperestiyê berde. Jixwe piştî perwerdeya seretayî pêwîst e her hemwelatîyek fêrî hemû zimanên welatê xwe bibe, gerek
her du alî li ser vê mafê mutabiq bibin. Her gel bikarêbe bi zimanê xwe radyo, tv rojname, kovar hwd bi awayekê fermî vebike û derbixîne û bi kar bîne.
3–Çand: Çand bi wateya xwe ya teng û fireh pêwîst e di hemû kêlîyên jîyanê de bê jîyîn. Çand ew tişt in ku hemû nirxên madî û menewî ku ji aliye ve mirovahiyê ve hatine afirandin digire nava xwe. Her gelek xwedîyê çandekê ye, pêwîstî pê heye ku werin parastin. Ev çi xwarin û vexwerin dibe, çi cil û berg dibin çi çîrok, çîvanok, helbest, stran destan û raman dibin, çi jî vîn û bawerî û urf û edet dibin, çi eyd û cejin dibin bi kurtasî lazim e her du alî li hemberî çanda hev û du bi rêzdar bin. Yek li ser ya din re nebe. Qîmeta wan wek hev be. Bêhurmetî li hemberî hev nekin. Nimûne yek misilman yek mesîhî yek jî Êzîdî pêwîst e yek xwe bi hev re bikaribin bijîn. Dema ev pêk hat wê demê lihevkirinek (entegrasyon) demokratîk çêdibe.
4-Xwerêxistinkirin: Xwerêxistinkirin jî xalek jîyanî ye. Ji ber wê jî nabe ku mirov jîyanê qedexe bike. Ya rastî jîyan nayê qedexekirin yanî tu kes
nikare bê rêxistin bijî. Tu çiqasî birêxistinkirîbî tu ewqas heyî, heyîna te bi rêxistina te ve girêdayî ye. Rêxistine te hebe tu heyî, rêxistina te tunebe tu ji tuneyî. Civaka birêxistinbûyî ew civak, civaka herî heyîna xwe misoger kirî ye. Civaka birêxistinkirî, di heman demê de civaka polîtîkbûyî ye. Te xwe çiqas polîtîk kiribe, tu ewqasê jî tê nas kirin. Ji ber van girîngiyan mirov dikare bibêje xwerêxistinkirin xala herî jîyanî ya lihevkirinêye. Ji ber wê jî pêwîst e xwerêxistinkirin ji hêla qanunî ve were erê kirin. Mînak ez dixwazim li amedê sazîya zimanê kurdî vebikim, yan ji ez dixwazim li Mêrdînê navendake ciwanan vebikim, erê rast e. Ez dikarim vebikin li dema ji alîyê din ve, ev sazî bi awayekê fermî neyên naskirin kengî dilê wan xwest dê bigirin. Û digrin jî. Çima? Ji ber ku di zagonên makeqanunê de bi fermî nayên naskirin ji ber wê. Dibe ku hin kes bêjin yên fermî jî tên girtin belê rast e, ji ber ku mekeqanunên heyê ne demokratîk in ji ber wê ye. Ji bo vê jî em dibêjin lihevkirina (entegrasyon) demokdatîk.
5 – Hiqûq: Pêwîst e her neteweyeke di hindirê wî
welatî de, ji alîyê hebûn û heyînê de bi hiqûqê wî welatê were nasîn. Em dîsa mînak bidin ez li Efrînê dijîm û Kurd im û zimanê min Kurdî ye û bawerîya min Zerdeştî ye. Lê di nasnameya min de wekî ez Ereb im û zimanê min Erebî ye û bawerîya min Misilmantî ye, dinivîse. Ma ev di kîjan heq û hiqûqê de heye. Wê demê ne heq heye ne jî hiqûq. Tişta em jêre dibêjin lihevkirin (entegrasyon), me dike xwediyê heq û hiqûq.
Di roja îro de Kurd wekî neteweya hîn nehatîye naskirin, çima? Ji ber ku ji alîyê hukuk ve, di tê qanunan de nîne, ji ber wê. Pêwîst e di nasnameya min de wiha binêvîse mînak ‘hemwelatîyê/a Kurdistanê (Tirkîyê, Sûriyê yan jî Iraqê) ji netewa Kurd e. Baweriya wî/wê Zerdeştî ye Zimanê wî/wê Kurdî ye. Ev yeke/î Ereb jî dibe Tirk ji dibe, kî çî be gerek wisa were nasîn. Na yekê Ereb bibe Tirk, yan yeke Tirk bibe ereb. Yan ji yeke/î din bibe Kurd.
6–Aborî: Yek jî pirsgirêkên civakan aborî ye. Li hêlekê pir dewlemend çêdibin li hela din feqîrtî her diçe kurtir dibe. Meqesa di navbera hêjar û dewlemendan de her diçe firehtir dibe. Feqir, feqirtir dibe, zengîn jî zengîntir dibe. Hin kes ji ber ku pir dixwun dimirin, hîn kes jî ji ber ku naxwun dimirin. Dîyar e ev jî lîstîkeke hêzên berjewendîparêzan e. Hêzên desthilatdar yekdestdariyê ava dikin û aborîya cîhanê kontrol dikin xwe wek xwedayan didin nasin. Ev hêz hertim civakan dixin pêsîra hevûdû, pirsgirêk û pêxirtengîyan diafirînin da ku civakan pê mijûl bikin û hertim muhtacê wan bimînin, mînaka vê ya herî ber bi çav gelê Kurd e. Welatê kurdan welatekê tejî xêr û bêr e, lê yê herî feqîr dîsa ew bi xwe ne. Ji ber ku ev hêz nahilên lihevkirinek çêbibe û hertim me bi hevûdû didin şer kirin. Em her feqîr dibin ew jî her dewlemen dibin. Ji bo vê ji xalên din çiqas girîng bin ev xal jî ewqas girîng e. Ger ku derfetên aborî yên welat ên sererd û binerd (zîreat, petrol û çem û derya, hwd. bi edilane li hemû welatiyan bê parvekirin yanî lihevkirineke demomratîk çêbibe ma axa Kurdistanê deşta Muş, Haran, Hesekê û Hewlerê têra kê nake!
7-Wekî encam: Lihevkirin (entegrasyon) ne helandin e. Xwe bihêzkirin e. Lihevkirin (entegrasyon) ne xweradestkirin e, xwe ji aliyê hebûn û xwebûne de parastin e. Lihevkirin ne hilweşandin e, xwe bi rêxistinkirin e. Lihevkirin ne tunekirin e, xwe ji nû ve avakirin e. Lihevkirin ne dev ji xwe berdan e, lihevkirin xîret û wijdan e. Lihevkirina demokratîk ne dawî li anîna xwe ye, destpêkeke nipûnû ye ku li benda dilsoz û dildarên xwe ye. Lihevkirin ne bi darêzorê ye, bi vîn û îmanê ye. Ji ber wê jî lihevkirin hema wisa bi hêsanî û rihetî nabe. Lihevkirin sebir dixwaz e, bawerî dixwaz e, zanebûn dixwaz e, jêhatîbûnê dixwaz e. Perwerdê dixwaz e, bîrdozîbûnê dixwaz e. Yanî tu yê her tiştî bi xwe bikî tu yê li benda filan û bêvan kesî nemînî. Tu yê zend û bendan radî tişta pêwîst bi cih bînî. Tu yê li benda dewletê nemînî, tu yê bi xwe her tiştî ji bo civaka xwe çêbikî. Tişta ku dewlet bike ji sedî deh e, yanî ger ji alîyê qanûnî ve li pêşîya te nebe asteng ewqas, wê demê ji sedê not tu yê bi xwe bikî. Dema te sedî not erka xwe pêk anî wê demê pêwîstîya te bi dewletê namîne, aksê wê, wê demê pêwîstîya dewletê bi te heye.
Kengî te asta civakê anî wê astê ku pêwîstî bi dewletê nema wê demê tu bi ser ketiyî. Ji ber vê jî pêwîstîyên civakan ne bi dewletan bi lihevkirinên demokratîk hene. Ji bo civaka ne dewlet bingeh e, lihevkirinên demokratîk bingeh in. Ger ku di salên li pêşîya me de lihevkirinên (entegrasyon) demokratîk çênebibin xwuyayê dê cîhana me ber bi hilweşandine ve biçe. Pêwîst e mirov bi xwezayê re lihevbike, bi lawir û nebatan re jî lihevbike. Ji ber ku pergala kapitalîst wisa li mirov kiriye, ne mirov bi mirov re, ne mirov bi xweza û nebatan re li hev dikin. Ev jî dibe sedem û sebeba bi hezaran pirsgirêk xwe bidin der, yek çareserîya van hemû pirsgirêkan heye, ew jî lihevkirineke demokratîk e. Ji bilî vê dermanê, tu tiştên din nikarin birînên van civakan, têkiliya mirov û xwezayê xweş bikin.
Şoreşê Ûzîmî

