Makale

Kesayeta Azad…Kesayeta Welatparêze

îro gelê Kurd, erdnîgariya Kurdistan, çand û zimanê Kurdî di pêvejoyek gelek giran re derbas dibe. nirx û deskeftiyên Kurdan yên ku bi gelek berdêlên giran buha hatibûn bi destxistin, di bin gefên êrîşên hêzên hegemon û nijadperst dene. dijminên Kurdan, Kurdên çavnebar û nûker bi şêwazek hovane û bê rehim êrîşî deskeftiyên Kurdên welatparêz û bi şerf dikin. Li herçarê parçên Kurdistanê îro ji milê Kujerê Kastîk ve li ser Kurdan politikaya ya bimire, ya tslîm bibe tê ferzkirin. Lewra çi Kurdê ku li himber vê politikaya qirkirinê li berxwedidin, ew dibine hedefa kujeran . Îro li Efrîn, Girê sipî, Serê kaniyê, em bêjin li tevahî Sûriyê hmû pêkhateyên heyî û bi teybet gelê Kurd di bin bimberdûmana şerê teybet yê fîzîkî û derûnî de jiyan dikin. zarok êdî li dewsa lorînên dayikan êdî ew li ser dengê guleyan radizin û li ser gurmegurma dengê çeken giran ew vedceniqin û bi lerzekê û tayek cemidî ji xewa şirîn radibin. Gelo ma di vê rewşê de mirov dikare bê kar û bê xem di ciyê xwe de rûne. helbete ew mirovê ku hestên welatparêziyê li cem wî ziwa nbebûne, ew ê rabe û têbikoşe.

Ji bo ku netewek bikarê êrîşên qirkirinê li ser xwe bidê seknandin û hebûn, çand û dîroka xwe biparêze ruhekî welatparêziyê yê kûr û xurt pêwîste. Gelo îro çima Kurd nikarin bighijin mafê xwe! bê goman sedemên wê gelekin, lê yek ji wan welatparêziya ku hatiye lewazkirin. Em nebêjin di herkesî de di heman astê de ye, ji ber kesayetên kû di xwe de ew ruhê welatparêziyê parastin jî hene. kesên ku di oxra parastina welatê xwe de her tiştê li cem xwe fedakirye jî hene. Bi teybet di van demên dawî de ev rastya em behsa wê dikin bi zelalî xwe di şerê Ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qewimî de da nîşan. Hin malbatan sê, çar şehîdên wan çêbûn, hin malbat dayika wan, hin malbat bav û hin malbat jî heme bêje bi giştî şehîdbûn. Hin kes jî heta niha di nava zindanên reş û tarî yên DAŞê ji bo doza xwe li berxwedidin. Lê mixabin kesên ku welatparêziya wan lewaze jî xwe bi temamî sipartine dijminan û ji bo berjewendiyên xwe yên arzan li ser xwîna Kurdan bi dijminan re bazarê dikin hene. Kurdê ku bi neyaran re li dijî Kurdan Peymanan muhir dikin hene. Ji van kesên wiha ra mirov dikare bêje ew kesên ku hestên welatparêziyê di wan de pûçbuye û mirye. ev kesane ji wijdanê bê parmane, ev kesane bi temamî hatin xistin, Nexwe mirov çawa welat, gel û çanda xwe wiha bi erzanî difroşe neyaran, .

Mirovê ku welatparêziya wî lewazbe, ji hemû bandorên neyînîre vekiriye. Ew zû bi şerê teybet bandor dibe, êdî ji ya xwe bawer nake, ji ya dijminan bawer dike. Welatparêzî berpirsyariye, wekî Kurdekî/ ê tu çiqasî xwe di ber welatê xwe de berpirs dibîne, tu çiqasî xwezaya welatê xwe xweşik dike, paqijidiek, biparêze, ji hevdû hesbikin û di rojên tengde pişta hevdû bigirin û li himber her êrîşan xwe biyek bike. ya herî girîng jî kesê welatparêz komînale, ne ez eze, ew ji jiyana komî û karê komî hes dike . Kesê weltparêziya wî xurtbe ew dîrok û erdnîgariya welatê xwe jî baş nasdike. lê gelo di vê mijarê de em çiqasî xwedî agahîne di derbarê dîroka welatê xwe de, derbarê çand û zimanê xwe de. kesê welatparêziya wî xurtbe bê sedem welatê xwe bernade û xwe nakê himwelatiyê dewletek dinê. Welatparêzê rast ticarî li himberî êrîşên dijminan bê deng namîne. Di Kurdistanê de heger îro li ser zarokên biçûk, keçên ciwan destdirêjî çêdibe, heger gund û zeviyên welatiyan têne şewtandin, mezelên wan têne xirakirin, heger dayikên heştê not salî davêjin hepsan û heger te ji bajarê te derdixe û davêje kolanan û ti li himber van hemû rewşan bê deng bimîne wê demê pêwîste ti welatparêziya xwe di ber çavan re derbaskê û pêwîste tu xwe di nava haveynê welatparêziyê de baş li hevxe.

Niha di mijara welatparêziyê de mirov dikarê rêber APO wekî nimûna welatparêzê herî rast û mezin bidê nîşan. Çima! ji ber rêber APO di oxra jiyanek û welatk azad de ji heft saliya xwe de li himber hişmendiya kujerê kastîk ku xwe li bedena civakê pêçaye û xwe bi zorê li ser ferz dike têdikoşe. Ne di ferehiyê de û ne jî di tengasiyê de wî ticarî gav paşde ne avêtiye û li himberî pirsgirêkan bê çare nemaye, di rewşên awartede bi cesaretek gelek mezin buye xwedî helwestên radîkal û dîrokî.

Welatparêziya rast xwe ji bo welatê xwe, fedakirine, rêber APO jî ji bo gel û mirovahiyek azad ji zaroktiya xwe de, xwe fedakiriye, li himber neheqî û zilmê di cî û demên pêwîste de helwesta rast û di cî de nîşandaye. li himber êrîşên hovane yên li ser gel bi berteke, xwedî têkoşîne. Ev ruhê berxwedêr û welatparêz ku Rêber APO jê re pêşengî kir îro di nava civak û tevgera APO yî de bû çandek, bû exlaqek û xisleteke bingehîn. Li ser vê bingehê bi sedan welatparêz û milîtanên APO yî di oxra parastina welat de di demên pêwîst de canê xwe fedakirin. Wekî rê heval Zîlan, Sema, Egîd, Kemal, Arîn, Denêz, ziyad û…h.w. Ev hevalane ji ber welatparêziya wan di lûtekeyê de bû, lewra ji bo ku xwe bikin sîper li dijî wê pergala mirov kuj, wan bi rengekî bê qisûr erka xwe ya welatparêziyê ji bo mirovahiyek azad di dema wê de cî bi cî anîn.

Evîn Ehmed

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button