Têkoşîna jin ê garantiya jiyana wê ye
Îro ji milê despotên serdemê ve li ser civaka Rojhilata Navîn polîtîkayek gelek xeternak bi rêve diçe. Ji bo ku civak vegerê civaka sedsala pêncemîn û şeşemîn ku di asta herî bilind de cahiliyet jiyandikir, çi ji dest wan tê dikin. Em dikarin li ser vê rastiya em behsa wê dikin rewşa ku li Sûriyê diqewimê wekî mînak bidin. Piştî hilweşandina rêjîma BAAS ê û hatina HTŞ ê ya li ser deshilatê, siyasetek gelek paşverû li ser civakê tê ferzkirin. ji bo pêşî li îrada civakê bê girtin ji milê vê pergala paşverû ve hewildanên mezin têne raberkirin. armanca van hewildanan zindîkirina hişmendiya wê serdema ku jêre tê gotin serdema cahiliyetê. Gelo çima dixwazin wê hişmendiyê ji nû de zindîbikin. Ji ber ew serdema mijara gotinê, serdema ku deshilatiya mêr di pêşde bû, zilam demxeya xwe li ser her tiştî dabû, ji xwe jin jî heta dawî kole û belengazbû. Di roja me ya îro de yek ji sedemên ku ewqas îrîşên dijwar ji milê pergala zilamî ve li ser jin têne kirin jî, tirsa ji têkçûna desthildariya xwe ye. wekî ku rêber APO jî dibêje. Zilam ticarî naxwaze çiqlê darê yê ku li ser rûniştiye di bin xwede bibire. ev tê wê wateya ku ticarî naxwaze jin pêşkeve, naxweze civak bibe xwedî zanebûn ji ber heger jin û civakê ew asta zanebûnê ya tê xwestin qezenckirin wê demê deshilatdarî û zilamtiya wî têkbiçe. Dewleta îro jî heman hişmendiyê di xwede dihwîne. naxwazê jin ku sitûna binghîn ya civakê ye pêşkeve, ji ber yek ji rêbazên bingehîn yê ku dewlet bi wê dikarê xwe li ser nigan bigirê û temenê deshilatdariya xwe dirêjke kolekirina jin e. Nexwe ji bo ku deshilatdarî û hişmendiya jinkuj û civak kuj bê hilweşandin, wekî jin xwe ji vê koletiyê rêzgarkirin şerte. Lewra rêxistinkirin û azadiya jin girîng û ev tê wê weteyê ku azadiya civakê bi azadiya jin ve girêdayî ye. Wekî ku rêber APO jî gotiye hişmendiya deshilatdar dibêje despêkê li jin bidin, despêkê jinê biqedînên. Ji ber ciqas jin lewazbû, ev tê wateya ku ewqasî civak jî lewaz dibe. Lewra rêber APO jî got. pêwîste em despêkê jin ê rakin, pêwîste despêkê jin bê avakirin. Li ser bingehê van analîzên kûr û bîrdozî yên rêber APO îro jin di tevahiya cîhanê de li himber vê pergala kapîtalîst a cenawerî ku daqurtandina jin dikê armanc, xwe bi rêxistin dike.
Yek ji van rêxistinên jinan yên ku bi îradeyek mezin li himber vê pergalê li berxwedide. rêxistina jin li Rojavayê Kurdistanê ye. ev rêxistin di ancama ked û têkoşîna jinan de, dikarî demxeyek erênî li sedsala 21 yekan bide û bala hemû cîhanê bikşîne ser xwe. di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dikarî bi rengekî aktîf rist bilîze û artêşaê xwe ya bi hezaran jin ya bi navê YPJ ê ( yekîneyên parastina jin avakê ). ev ertêşa ku parastina çarenûsa bi sed hezaran jin dike, hikûmeta demkî ya Şamê naxwaze ew bimîne. helbetê wekî me di serî de jî anî ziman ev dshilatî bi hebûna hêza jin, ji têkçûna xwe ditirse. Di heman demê de pêwîste herkes bizanê ku ev helwesta vê hikûmetê tê wateya ku di şexsê jin de naxwaze civak azad bijî, dixwaze jin bê parstin bimîne. Heger îro hîcabê li ser jinan ferzdike, ev jî tê wateya ku ji nihada dixwazin jin kedî bikin, li gora berjewendiyên xwe teşe bidinê, di bingehde mejiyê wê hîcab dikin. Niha di vê rewşê de çi ferqa ku di serdema cahilyetê de jin bi saxî dihate bin axkirin û jina ku îro li ser wê hîcab tê ferzkirin, ji hemû mafan tê mehrûmkrin. Hemû qadên jiyanê ji bo wê têne qedexekirin. Heta ji mafê xwe yê parastin ê jî tê dûrxistin. pêwîste ji nihade hemû jin bibin xwedî helwesteke dijwarli himber vê hikûmeta ne rewa. Heger jin xwedî li xwe dernekeve, xwe nekê hêzê, xwe bi rêxistin neke û dengê xwe bilind neke û pişta hêza xwe ya parastinê negire, ew ê çend sed salên dinê vegerê paşde. Wekî encam pêwîste jin çarenûsa xwe bi destê xwe binvîse, pêwîste nemîne li bendê ku yek bê û azadiya wê pêşkêşî wê bike. wekî ku rêber APO jî dibêje. azadî nayê xwestin, ew tê sitandin. Lewra pêwîste em ne li bendê bin û ne bi hêvî bin ku wê rojekê ev hikûmet li jinan bê rehmê û azadiya wê bidiyê. pêwîste qenaheta hemû jinan ew be ku bi têkoşîn azadî tê bidestxistin. YPJ di encama bedelên pir giran buhade hate avakirin. Lewra mirov dikarê bêje ku ew nirx û destkeftiyek mezin ji bo hemû jinan. pêwîste her jinek nirxê vê yekê bizanê. Îro YPJ ne tenê li Rojavayê Kurdistanê garantiya jiyana hemû jinane. Ji bo vê, ji her jinekê tê xwestin ku xwedî li YPJ ê derkevin û xwe li dora wê bipêçin.
Evîn Ehmed



