
Civakan, heta dawîya demajoya neolîtîk, wekî klan, hoz û eşîr, bi awayekî
xwebirêvebirina demokratîk a tevdehîyê, jîyana xwe qedandiye. Eger em ji klanê bidin
rê, em ê bibînin ku civak bi milyonên salan, bi birêveberîya xweser jîyane. Civaka
sirûştî ya di navbera salên 6 û 4 hezaran a b.z de ku wekî demajoya Neolîtîk tê
binavkirin, bandeva (lûtke) vê demajoya dirêj ya dîrokî ye. Civaka Neolîtîk, di vê
bandevê de, bi beş û pêkhateyên xwe ve çêbûye, bi pêş ketiye û bûye civakeke ku xwe
bi rê ve dibe.