
Rêya Yekane Ya Serkeftina Gelê Kurd Yekîtiya Netewî Ye.
Di vê pêvejoya şerê cîhanê yê siyemîn de ji her demê zêdetir hêzên hegemonîk û netew dewlet xwedî helewsteke qirkirinê û tinekirina gelan û nirxên mirovahiyê ne . Kerekterê vî şerî naşibe her du şerên cîhanê yên beriya xwe. Ji bo dîzaynkirina herêma rojhilata navîn deshilatên serdemê ketina nava ferzkirinên li darxistina şerekî xeternak kû mirovahiyê ber bi felaketan bibe û niha ev şer bi hemû rêbazên xwe yên kirêt tê meşandin.
Bê guman di nava van geşedanan de pilana dewletên mêtînger, di serî de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ev e: Wekî di şerê cîhanê yê yekem û duyem de bê çawa her du qutban li ser Kurdan hesabên xwe dikirin û Kurd li ser hevdû dabeşkirin û li dervî her tiştî hiştin, niha jî di vî şer de armanca wan a yekemîn gelê Kurd e. Lewra ji bo kû ev pilan û hesabên wan yên li ser gelê Kurd bên vala derxistin û dîsa ji bo Kurd ji mafê xwe bê par nemînin û biryarên wekî kû di Lozanê de li ser hatin girtin xwe dûbare nekin, û di herêmê de bibin xwedî vîn û hebûn, pêwîstiya lezgîn bi yekêtiya netewî heye. Pêwîstî bi istratejiyek hevbeş ya netewî heye. Nexwe wê rewşa gelê Kurd ji her demê xirabtir bibe. Ji ber dema ku em dibêjin siyaseta vê serdemê û şerê kû tê meşandin ne ji rêzêye û ne wekî şer û siyaseta serdemên buhûriye, lewra divê gelê Kurd û tevahî gelê herêmê li gora wê xwe amade bike û têkeve nava hewildanên meşandina têkoşîneke dijwar kû bikeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û tevahiya gelan. Nêzîkatî û helwestên teng kû tenê bi deshilatdariya xwe bi hizre wê ti xizmetê ji hebûna Kurd re neke, bike bike anceq wê Kurd tinebike û bixe xizmeta dijminan, hêzên mêtînger û nijadperest.
Ji xwe sedema bingehîn ya kû hiştiye di dîrokê de her dayîm gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû bimîne, hertim kole û bi êş bijî ev hişmendî û sekna xeta hevkare. Ji Hirpakos û Enkîdo em bigirin heta Berzaniyên roja îro. Vê xeta hevkar her tim li ser firotin û bazarkirina Kurdan textê xwe yê deshilatdariyê parastine. Heger ne wiha be nexwe çima rê ji qirkirina Kurdan re vedikin? çima çavên xwe ji kuştina Kurdan re digirin? çima naxwazin Kurd bi hêz bibin û bi yek bibin? çima wê bihêlin kû Kurd di nava qedexe û inkarê de bijîn? Ma qey ev çarenûsa ( qedera ) Kurdane? Na ev tişta kû jêre tê gotin çarenûse , ne raste, ew hişmendiyeke kû deshilatdaran û nokeran ji bo qiraliyeta xwe dayîmî bikin dane avakirin û bi gelê Kurd dane pejrandin. Ev ne qedera Kurdane kû her û her bên kuştin, parçekirin, talankirin, dîrok, ziman û çanda wan bê inkarkirin, bê nasname bê hiştin û koletî li ser bê ferzkirin. Ya rast ew kû gelê Kurd çarenûsa xwe nespêrê hêzekî dervî xwe, pêwîste çarenûsa xwe bi destê xwe diyarbike. Heger vê neke nexwe ji bo gelê Kurd vêcarê wê encam ji her demê zêdetir bi êş be.
Gotina pêşiyan ya kû dibêje, “Darek bi tenê hêsanî herkes dikarê bişkîne, lê heger bûn gelek û hatin cem hev, wê herkes nikaribe we bi hêsanî bişkîne.” Rewşa kû niha Kurd jî têde ye heman tişte, parçebûna Kurd, Kurd lewazkirye, vê parçebûnê hiştiye kû bi nirxên wî bê lîstandin, bê inkarkirin. Nehiştiye kû bibe xwedî diplomasiyeke hevbeş, xwedî hêzekî parastinê, xwedî perwerde, felsefe û aboriyeke hevbeş. Lewra bi hêsanî hebûna wî û nirxên wî ji dest hatiye girtin û ji her tiştî bê par hatiye hiştin. Ji çand, exlaq, polîtîka û ziman hatiye mehrûmkirin. Hişmendiya wî, şêwazê jiyana wî dane guhertin û tiştekî ayîdê wî jêre nehatiye hiştin.
Di roja îro de pêwîste gelê Kurd bi lezgînî li çareseriya vê rewşê bigere û di zûtirîn dem de xwe bighîne rêya çareseriyê. Heger kû îro gelê Kurd çavê xwe veke, helbetê ev rê jî heye. Ev rê ji beriya çil û pênc salan ve ji milê rêberê gelê Kurd, rêber APO ve ji bo gelê herêm û cîhanê hatiye destnîşankin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan felsefeyek gelekî bi hêz pêşkêşkiriye û hemû rêyên çareseriyê jî daniye holê. Tenê dimînê kû gelê Kurd di serîde yekîtiya xwe çêke û bi gelên herêmê re bi hevre biryara xwe ya jiyanek azad bide. Dema di serî de me got kû hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe ji her demê zêdetir bi dijwarî di şexsê gelê Kurd de êrîşî herêmê dikin, niha em jî bi saya vê felsefeya rêber APO ji her demê zêdetir xwedî derfet û hêza biryarê ne.
Lewra di vê demê de ya dikeve ser milê gelê Kurd û gelên herêmê kû xwe li dora vê felsefeyê bipêçin. Ji ber kû tekane rêya xilasiya ji vê kirîza civakî ya kûr û bi dawî anîna van polîtîkayên şerê teybet û qirker rêya netewa demokratîk e.
Hêvî Dêrik