Rewşenbîrên Kurd û Ereb çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêj kir
Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî

Rewşenbîrên Kurd û Ereb çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêj kir
Rewşenbîr û siyasetmedarên Rojhilata Navîn diyar kir ku tenê bi rêya pergala neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, dozên li Rojhilata Navîn dê çareser bibin.
Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî der barê doza Kurd de 20`ê Îlonê sempozyumek li dar xist. Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Ereb ji Misir, Lubnan, Sûriye û Iraqê bi rêya Zoomê tev li wê bûn.
Di sempozyuma online de, 2 beşên sereke hatin nirxandin; “Bandora lihevkirin û peymanên navneteweyî û herêmî li ser doza Kurd di serdema borî û destpêka sedsala 21`an de” û “Nêrînên çareseriya pisgirêka Kurd li gorî çareseriyeke adil”.
Di sempozyumê de nivîskar û rojnamevan Îlham Milîcî, serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Beahedîn Şaban, mudirê navenda lêkolîn û şêwiran a Lubnanê Hessan El Qetib lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn û Elî Ehmed Taha, lêkolînerê dîroka modern Elî Sabit Sabrî, rojnamevan û lêkolînerê kar û barên jinan Fatin Subhî, lêkolîner û akademîsyenê misirî Mihemed Rîfet El Îmam, siyasetmedar û hiqûqnasê sûdanî Nîmet Koko, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Kamîran Berwarî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer, rewşenbîr û endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) Kurdiyar Dirêî, endamê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Cûlî tev li sempozyumê bûn.
Beşdaran, di beşa yekemîn de peyman û biryarên navneteweyî yên serdema 20`an ku girêdayî planên mêtingeriyê bûn ên ku armanca wan têkbirina vîna gelê herêmê û bikaranîna xêr û bera wan bû. Beşdaran got cudabûn di navbera armancên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û duyemîn de heye û siyaseta hêzên mêtinger li Rojhilata Navîn hate guhertin, fikrên netewperest hatin belavkirin. Beşdaran diyar kir ku armanca lihevkirinan, sepandina mêtingeriya ewropî li herêmê û kontrolkirina herêmê bi giştî ye û parvekirina wê li gorî berjewendiya emperyaliya cîhanî û zêdekirina êşên gelên Rojhilata Navîn e.
Beşdaran destnîşan kir ku hêzên mêtinger li gorî lihevkirinan erdnîgariya herêmê parçe kirin. Dewlemendiya çandî, gel, ol û bawerî di parçekirinê de esas nehate girtin. Li ser wê bingehê gelê Kurd di navbera 4 dewletan de hate parçekirin û mafên wî nehatin naskirin.
‘PERGALA NETEWEDEWLETÊ; PERGALEKE KU CIVAKÊ JI HEV DIXE’
Beşdaran bal kişand ser çareseriyên doza Kurd ku li Rojhilata Navîn doza herî girîng e û nêrînên xwe der barê de pêşkêş kirin. Beşdaran destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk alternatîfê pergala netewdewletê ye ji ber ku pergala netewdewletê, pergaleke zihnî ya girêk e û kanserê civakê ji hev dixe. Ji ber wê bang kir ku da ku li hember vê pergalê ku stûneke bingehîn a kapîtalîstê ye û li hember fikrên nijadperest xwedî li raman û îdeolojiya neteweya demokratîk bê derketin û têkoşîneke îdeolojî ya rast bê meşandin û bêaliya ku rojava li ser gelên Rojhilata Navîn ferz dike, red bikin.
Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behadîn Şaban îşaret bi girîngiya pirsgirêka Kurd kir û got ew pirsgirêkeke adlane ye û wekî dozên din ên herêmê dozeke girîng e ku divê were nîqaşkirin. Divê li hember zîhniyet û fikrên emperyalîst û ji bo têkbirina hegemonyaya kapîtalîst, gelê herêmê eniyeke hevgirtî xwedî raman û hişmendiyeke demokratîk bê avakirin.
ÎLHAMÎ MILÎCÎ: ARMANCA BIRÊZ OCALAN MISOGERKIRINA MAFÊN GELAN E
Îlhamî Milîcî got: “Gelê kurd, ku gelekî kevnar e di deverê de û dîroka wî vedigere hezaran salan, di roja îro de êşa ji hevbelavbûn, û windabûnê dikşîne.”
Milîcî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û doza Kurd re daniye û li şûna pergala netewdewletê, pergala neteweya demokratîk pêşkêş kir ku bi xwe çareseriya tevahî pirsgirêkên li herêmê ye.
Milîcî wiha domand: “Armanca birêz Ocalan dema pergala neteweya demokratîk pêşkêş kiriye ew e ku mafên tevahî gelan misoger bike, gel xwe bi xwe, xwe bi rêve bibin beyî ku xwe bispêrin pergaleke paşverû ya dîktator mîna pergala netewdewletê. Ev proje kilîta çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî sedema paşketina fikir û zanistê di Rojhilata Navîn de û pêşketina wî êo Ewropayê şîrove kir û got: “Lawazî û cehaleta dewleta osmanî û hedefgirtina wê ji ramankaran re di wê demê de bû sedema vê yek.”
Endama Meclisa Giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed jî wiha axivî: “Armanca van peymanan lawazkirina gelên deverê bû, ji bo wan kontrol bikin û dewlemendiyên wan jî talan bikin.”
‘HIŞMENDIYA DEMOKRATÎK KU BIRÊZ ABDULLAH OCALAN BEHSA WÊ DIKE QEBÛLKIRINA HEV DIVÊ’
Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn Elî Ehmed jî got: “Doza kurd, hevrakêşana gelekî ye ku ji bo parastina nasname, dîrok û çanda xwe tê dikoşe. Ronakbîr Abdullah Ocalan di perespaktîfên xwe de ne tenê doza Kurd lê çareserî ji dozên fikrî, ekolojî û aborî, etnîkî û nijadî re di cîhanê de daniye. Hişmendiya demokratîk a ku behsa wê dike, pêwîst dike hemû alî hevdû qebûl bikin û li ser bingeha nijadperestiyê nêzî gelên din nebin.”
Akademisyen û lêkolînerê dîroka nûjen û hemdem a zanîngeha Demenhûrê Sabit Sabrî jî got: “Bi saya tekoşîna ramankar Abdullah Ocalan doza Kurd dê zindî bimîne ta ku çareseriya giştî tê bidestxistin.”
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamîran Berwarî jî wiha axivî: “Hêzên mêtinger Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybet Kurdistan armanc girtine, ji ber ku di aliyê çandî, dorlkî û erdnîgarî de dewlemend e.”
Rojnemevan û lêkolînera misrî ya kar û barên famînîst Fatin Subhî got: “Serok Abdullah Ocalan nêrîneke nû di dîrokê de daye û bahsa giringiya jin û rola wê di pêşketina mirovahiyê de kiriye.”
Siyasetmedar û mafnasa ji Sûdanê Nîmet Koko jî wiha anî ziman: “Pêkanîna netewa demokratîk çareseriya yekane ya dozên Rojhilata Navîn e ku birêz Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de pêşkêş kiriye.”