SîyasetLêkolîn

Li dijî dagirkeriya Tirk û Farsan, tifaqa Kurd û Eraban

Heki tekin.

Li dijî dagirkeriya Tirk û Farsan, tifaqa Kurd û Eraban

Dagirkeriya Tirk û Farsan (hewldanên wan ên bûne împaratorî) li Rojhilata Navîn, di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de leza siyaseta xwe ya dagirkeriyê zêde kirine. Di pêvajoya hezar salên dawî de ev hêzên bi hişmendiyên dagirker, li erdnîgariya Rojhilata Navîn, gelek civatên herêmê di qirkirinê re derbas kirine.

Pergalên netewe-dewletê yên bi navend Ewrûpayê, her çendî ne li gorî tevna Rojhilata Navîn bûn jî, xanedanên hegemon, di çarçoveya qewmperestiyê derbasî vê pergalê bûne. Lewra dagirkeriya hegemon a Tirk û Farsan, di vê pêvajoyê de bi paş ketine. Her çendî netewe-dewletên ava bûne, li gorî xwezaya têkiliyên xwe, demekê bi navê modernîzebûnê pêvajoyeke derbas bûnê jiyîbin jî, hesret û bêrîkirinên wan ên ji bo raboriyên xwe ti car xelas nebûne.

Van hêzan hem girêdayî bi guherînên di hevsengiya hêzên kûrewî û hem jî girêdayî bi guherînên di hevsengiya hêzên herêmî de di kêliya ku keysa xwe lê anîne, li cewhera xwe vegerîne. Ev hişmendiyên dagirker, timî çavên xwe berdane erdên Kurd û Ereban, timî wekî qadên dagirkirinê dîtine. Ji ber vê yekê di pêvajoyên ku polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn lewaz bûne de yan jî ji mercên destwerdanê sûd wergirtine û hin gavên ku niyetên wan eşkere dikin avêtine. Bîst salên dawî bi mînakên ku vê rewşê deşîfre dikin, dagîrtî ne. Eşkere bûye ku vê hişmendiya dagirker, polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê bi lez kirine.

Di serî de li Îraq û Başurê Kurdistan, heta bi Libnan, Yemen, Bahreyn û Filîstînê li herêmên kû civatên mezheba Şîa zêde ne di polîtîkaya hindurîn de xwe aniye rewşa hêza esasî ya leyistokan ava dike; li welatên Ereban ku şêniya Şîa û Elewî kêm e, bi rola hêza ku leyistokê têk dibe, sor dike û provake dike, rabûye. Li hemû herêmên ku lê dest werdaye organîzasyonên siyasî yên xwediyê nasnameyên olî çêkirine, siyaseta hindurîn û derve ya welatên Ereb li gorî hişmendiya xwe ya dagirker bi kar aniye. Têgeha hişmendiya dagirker ji bo çînên serdest hatiye bikaranîn, gelên Fars û Tirk civakên di asta tifaqên stratejîk de ne.

Konseptên siyasî yên dagirkeriya Fars li ser erdnîgariya Kurdistanê, di asta dagirkerî, îlhaq (erda welatekî bi xwe ve girêdan) û mêtîngerî de bûyê. Ji bo ku karibe erdên Kurdistanê ku ev hezar sal e dagir kiriye û îlhaq kiriye di destê xwe de bigire, bi dagirkeriya Tirk ve hevkarî bi pêş xistiye, li herêmên cuda yên ku feydeyên wan jê heyî jî li dijî dagirkeriya Tirk têkoşînek meşandiye.

Di demên dawî de ji bo ku pêşî li gelê Kurd bigire da ku ew heqê xwe yê xwezayî yê ji civakbûnê negire, ji aliyekî ve bi dagirkeriya Tirk ve hevkarî dike, ji aliyê din ve bi rêya desthilatiya Şîa û Sunî, ji bo ku bibin xwediyê erdên Kurd û Ereban şerê hakimbûnê dimeşînin.

Dagirkeriya Tirk jî, bi Farsan re polîtîkayên pir dişibin hev meşandiye. Ji ber ku di nav sînorên Tirkiyê de Kurd wekî xetere dîtine bi dagirkeriya Fars re hevkarî bi pêş xistiye; li derve jî ji ber ku erdnîgariya Kurd û Ereban wekî qada dagirkirin û îlhaqê dîtine, li beramberê hev têkoşîn meşandine.

Dagirkeriya Tirk ku bi bihara Ereban re hem wekî înşaya rejîma nû xwe navendî kiriye û hem jî dest pê kiriye xewna Osmaniyên nû bibîne, rêveberiya dewletê wekî pergaleke otorîter û dîktatoryel lê kiriye û bi rola sereke ya xeta Îxwanî rabûye. Pêwîst e li vê derê ev rastî were dîtin; dagirkeriya Tirk dewleteke nû û rejîmeke nû ava kiriye. Senteza Tirk-Îslam ku xwe dispêre bingehên Tirkbûnê nûjen kiriye. Çeteyên Sunî û paramilîter ên Îslama radîkal, wekî ruh û laşê vê rejîma nû hatine dîzaynkirin. Ji ber vê yekê di vê pergalê de ji bo Kurd û gelan cih tine. Her wiha dagirkeriya Tirk, bi xeta cîhadîst bi polîtîkayên dagirker ku xwe dispêrin mezhepgeriya Sunî, di deh salên dawî de herêm wekî dojehekê lê kirine. Di serî de li cihên wekî Sûriye, Rojava, Başûrê Kurdistanê, Îraq, Lîbya, Misir û Afrîka ev polîtîka bi pêş xistine; li welatên Ewrûpayê bi destê DAÎŞ’ê tevkujiyên mezin kirine.

Eşkere li holê ye; hişmendiya dagirker a Tirk û Fars di serî de dijminên sereke yên gelê Kurd Ereb, û gelên din ên Rojhilata navîn in. Ev her du hişmendiyên dagirkerm ji bo ku meylên xwe yên statûkoperest ên zeyif bûne, ji nû ve li herêmê zindî bikin, di nava lêgerekê de ne. Tê zanîn ku hişmendiya hegemon a Fars, hegemonên Îraqê û hişmendiya dagirker a Tirk paktên nû ava kirine. Hewl didin ku li cem rejîma Baasê ya Sûriyeyê paktakê ava. Pêşengiya vê pêvajoyê dagirkerên Tirk û Fars in. Rıxmi çareseriya bı hevdure jiyankirin asta stratejik hatibe destgirtin ji, ev herdu zihniyata dagirker ji politikaye xwe tunekirin, perçekirin ü bêlavkirinê devjê bernedane. Ev politikayên dagirker hiştiye kü kürt ü gêlên dine berbi hegemonya navendi biçe. Dü rê pêşiyawane an wê pirsgirêkên xwe bi aşiti ü bi vekevi çareserbikin anji wê bên perçekirin. Ev jibo dagerkiriya suri ü ırakêji derbasdıbe.

Ev her du hişmendiyên dagirker hewl didin erdnîgariyên Ereb û Kurd ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê, gelan bikin qurbanî û xwe bigihînin armancên xwe. Ne ji Îraqê ne ji Sûriyeyê ne ji Filîstînê ne ji Libnanê û ne jî ji Lîbyayê, şer û pevçûn, bîrçîbûn-feqîrî, penaberî, nearamî û nerehetî, mirin û tevkujî ti car kêm nebûne. Ev hişmendiyên dagirker, bûne astengên herî mezin ku li van qadan ti çareserî bi pêş nekevin. Siyaseta jenosîdê ku îro li Libnan û Filîstînê tê pêşxistin ku Îsraîl jê re pêşengî dike, di encama dehfdan û provokasyona van her du hişmendiyan de derketiye holê. Van hêzan Hamas xistine tevgerê. Bi beralîkirin-manîplekirina hişmendiyên dagirker, gelên Libnan, Filîstîn û Sûriyeyê di qirkirin û jenosîdê re tên derbaskirin. Divê ev rastî bi şiklekî zelal were dîtin û were nirxandin.

Hişmendiyên dagirker ên Tirk û Fars ji ber vê yekê, bûne hêzên ku herî zêde ji nakokiyên Îsraîl û Ereban feydeyê digirin. Tê zanîn ji roja ku ava bûne vir de timî têkiliyên Îsraîl û Ereban aloz bûne û li ser esasê tine kirina hev şikil girtine. Di demên dawî de Îsraîl û Ereban, di navbera xwe de peymaneke bi navê ‘Îbrahîm’ çêkirin. Bi qasî ku tê dîtin di pêvajoyên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, têkiliya Ereb û Îsraîl gelek tewazinên heyî li bin guhê hev daye. Niha ji aliyê Ereb û Îsraîl ve hewes û hewldanên împaratoriyê yên Tirk û Farsan, wekî gefxwarinekê tê nirxandin. Di binê êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de ev rastî heye. Êrîşa Rojava ya bi destê Îsraîlê, wekî pêvajoyeke ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi pêş dikeve.

Tê fêmkirin ku tewazina mezhêbên Şîa û Sunî ku ji dema ‘şerê sar’ mane, di vê pêvajoya nû de wê di nava esasên pergala nû de neyên bicihkirin. Di pêvajoya nû de wê Îslama radîkal û Şîagerî were tasfiyekirin. Îslama siyasî piştî bihara Ereban zeyif bûye û ji hêzê ketiye; Şîageriyê jî piştî heftê meha deh dest bi zeyifbûnê kiriye. Pêwîst e were pêşdîtin ku ev pêvajoyên nû wê ji bo gelan û heze anti- sistemen wê qadên nû vekin. Vê qadên nü tıfak ü peşenktiya erep ü kürt de di rojhilata navin da wê bibe bingeha konfederalizma demokratik. Hevldan ü civak ji vêra vekiriye. Vaye di vê pêvajoya nû de; tifaqa Kurd û Ereb, dibe ku li Rojhilata Navîn tewazinên heyî biguhere û statukoparêziyê têk bibe.

Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera gelê Ereb û Kurd de her diçe ruhekî şirîk, jiyaneke şirîk û pêşerojeke şirîk û her wiha meyla bi girêdanên xurt xwe nêzîkî hev kirinê bi pêş dikeve. Her diçe pêşdarêzên ku di nav Kurd û Ereban de hene ji holê radibin; nasnameyeke şirîk ku xwe dispêre baweriya bi hev, bi pêş dikeve. Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li derdora nasnameya şirîk hev digirin û dibin yek; yekitiya Kurd û Ereban li Rojhilata Navîn wekî modeleke bi pêş dikeve; ev, rastiyeke di asta stratejîk de ye. Delîla vê ya herî bi hêz ew e; her du hişmendiyên dagirker, hişmendiya Baas’ê jî girtiye cem xwe û li cihên wekî Dêra Zor, Minbic, Reqqe û hwd. hewl dide di navbera Ereb û Kurdan pevçûnan derxe, ji bo vê yekê polîtîka û provokasyon meşandiye; lê ruxmî vê jî gelên Ereb û Kurd jiyana şirîk tercih kirine. Hêza ku dixwaze vî ruhê şirîk pûç bike, dîsa ev hişmendiya dagirker e. eger ne ji bandora dagirkeriya Fars li se rejîma Baas’ê û bandor dagirkeriya Tirk li ser grubên radîkal bûya, dibe ku pirsgirêka Sûriyeyê ji beriya ku were vê astê ji mêj ve çareser bibûya.

Wekî ku tê xwestin gelê Ereb û Kurd di asta Rojhilata Navîn de tifaqa di navbera xwe de çênekiriye; ev, ji dagirkeriya Tirk û Fars re zemîn ava dike. Her wiha ev sekna cuda cuda, çawa ku erdnîgariya Ereb û Kurdan ji bo polîtîkayên dagirker vekirî dihêle, bi heman şiklî dibe astenga herî mezin ku her du gel jiyaneke hevpar ava nekin. İran bıxwe weki civakek rojhılata navine, anatolya navin ji pır çand ü pır ol heye, dı rojhılata navinda bı gişti gelen pır çand ü baveri tekiliyêazad ü wekevi tifakên nü ü yekitiyek gerek bê avakirin. Ev strateji jibo dagırkeriyên heremi ü hegemonyên kürevi ancak karibe bê bandor bike. Çawa ku peymana Îbrahîm a Ereb û Îsraîl bûye zemîn ku tewazin û statukoperestiya ji ‘şerê sar’ maye têk biçe, bi parastina xeta sêyemîn û bêyî ku bikeve di nava pêvajoya cebhebûnê de, cihgirtin ü pêşenktiya gelê Kurd ü erep xwediyê wê hêzê ye ku hemû tewazinên heyî ji kokê wan ve bihejîne. Ji derveyê dagirkeriya Fars û Tirk, ti îhtimal jî tine ye ku di mercên heyî de hêzek ku di asta cîhanî de xwediyê giraniyekê ye ji pêşketina şirîkatiya gelê Ereb û Kurd nerehet bibe. İranın çoklu kültür ve halklarına , Anadolu çoklu kültür ve inançlara, dolayısıyla Ortadoğu halklarının eşit, özgür ilişkiler temelinde güçlü ittifaklar geliştirilmesi gerekmektedir.

Endamê akademiya zanıstên civaki ya bakur ü rojhılate süri Heki tekin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button