Lêkolîn

Krîza li Sûriye bi dan û standina gel, ol û baweriyan çareser dibe!

Rejîma Baasê ya li Sûriyeyê hilweşiya! Ev bi serê xwe pêşketineke baş bû. Ji ber çi? Ji ber ku Baas li ser serê gel, bawerî û ferq û cudahiyên cihê reng ên civakî bibû wekî dojeha li ser rûye erdê. Ji vê re ti delîl û gotin, zêde ne lazim in. Gelên li herêmê dijîn ên wekî Kurd, Kristiyan, Durzî, Aşûrî, Tirkmen û heta Erebên Sûnî bi xwe, êşa vê bi dehan sal ji destê rejîma Baasê kişandin. Bi kurtasî gelên cuda çanda wan, baweriyên cuda baweriya wan û heta Erebên Elewî yên wekî rejîme nedifikirîn, timî fikrên wan di binê zexteke girande bûn. Di serî de têkoşîna bi dehan sal a gel û baweriyan, sekna wan û hin hedefên hêzên hegemonîk bû sedem ku rejîm nemîne.

Rejîma Baasê ya li Sûriyeyê hilweşiya!

Ev bi serê xwe pêşketineke baş bû. Ji ber çi? Ji ber ku Baas li ser serê gel, bawerî û ferq û cudahiyên cihê reng ên civakî bibû wekî dojeha li ser rûye erdê. Ji vê re ti delîl û gotin, zêde ne lazim in. Gelên li herêmê dijîn ên wekî Kurd, Kristiyan, Durzî, Aşûrî, Tirkmen û heta Erebên Sûnî bi xwe, êşa vê bi dehan sal ji destê rejîma Baasê kişandin. Bi kurtasî gelên cuda çanda wan, baweriyên cuda baweriya wan û heta Erebên Elewî yên wekî rejîme nedifikirîn, timî fikrên wan di binê zexteke girande bûn.

Di serî de têkoşîna bi dehan sal a gel û baweriyan, sekna wan û hin hedefên hêzên hegemonîk bû sedem ku rejîm nemîne.

Di encamê de çerxa zextê ya Baasê ler û baweriyan li welatê Sûrî, êdî nazivire. Ji ber vê yekê şert û mercên şoreşeke civakî derketine holê.

Lê ev rewş nayê maneyeke wê her tişt baş bibe. Eger gel û baweriyên cur bi cur ên li Sûriyê dijîn, di pêşerojê de çi pergala civakî ji xwe re çêkin, meyla xwe ber bi ku ve bikin, wê demê mirov dikare bêje ‘ ev baş e’ yan jî ‘ev xirab e’.

Em ê vê çawa bizanibin? Ji niha de ev tişt zanîn yan jî texmîn kirin ji sedî sed ne gengaz û ne jî pir lazim e. Ji bo ku em bizanibin gelo ji bo civakan tiştên baş wê çêbin yan yên xirab; divê em sosyolojiya giştiyê Sûriyeyê bizanin.

Civaka Sûriyeyê, hem ji aliyê qewmî ve û hem jî aliyê ol û baweriyan ve ne yekpare ye. Ereb, Kurd, Aşûr-Sûryanî, Kildanî, Ermen, Çerkez, Krîstiyan, Durzî, Elewî, Smaîlî, Tirkmen û gelek etnîsîte û baweriyên din welatiyên vî welatî ne.

Ev dewlemendiya qewmî û ol û baweriyan, ji ber ku di dema derbas bûyî de ji aliyê rejîma Baasê ve baş nehate dîtin, weke ku me di serî de anî ziman, bû zindana gel û baweriyan. Xanedaniya Esad ruxmî ku ji aliyê beşeke biçûk a welêt bû, xwe spart Elewiyan. Hemû gel û baweriyên cuda yan tine hesibandin û yan jî bi zexteke mezin bi ser wan de çû.

Mînak, Kurd di aliyê qewmî de, Sunî û Durzî di aliyê baweriyê de û gelek qewm û baweriyên cuda ji ber taybetmendiyên wan ên olî tine hesibandin.

Vaye di deh salên derbas bûyî de li welatê Sûriyeyê pirsgirêka bingehîn ev bû, bi vê şoreşa dawî re ev merc ji holê rabû.

Em van tiştan ne ji ber ku ti kes nizane tînin ziman. Jixwe civak heya niha ji ber vî derdî dinaliya. Ji ber ku li pêşiya me bibe ronahî, ku em ê weke civaka Sûriyeyê xwe çawa rêkpêk bikin ji me re bibe alîkarî em tînin ziman.

Eger em hê bi hûrgulî bînin ziman; niha li welatê Sûriye gelê Kurd, Ereb, Aşûrî, Ermen, û hwd. di bin sîwana Rêveberiya Xweser ya herêmê de hatine ba hev, tev bi gel û baweriyên xwe hewl didin pergaleke civakî ji xwe re mezin bikin. Dîsa herêma ji Bajarê Siwêyda û çend navçeyên din pêk tê jî, yanî Durziyên ku rengekî baweriya cuda ye, li Sûriyeyê di dema derbas bûyî de bi têkoşîn û dînamîzma xwe ya civakî, bûne xwediyê roleke girîng. Dibe ku têkoşîneke çekdarî ya pir zêde nemeşandibe lê ev sekna di dema derbas bûyî de, niha ew kiriye xwediyê roleke girîng. Divê di serî de ev her du rengên li welatê Sûriye tecrûbeyên hev, bidin û bistînin.

Di rojên dawî de pêşengên olî yên Durzî, daxwaza pergaleke nenavendî dikin. Ev di heman demê de nuxteyeke hevbeş a herêma xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelek tecrûbe û xebatên herêma Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriye jî hene ku gelê Durzî dikare ji vê feydeyê bigire. Mînak, jiyana bi hev re ya civakê ya rengên cuda çawa ava dibe, kîjan pirsgirêkên muhtemel derdikevin li pêşberê azmûna civakî? Ev pirsgirêk çawa tên çareserkirin? Eger hebe gel û baweriyên cuda li herêma ku gelê Durzî dijî, gelê Durzî çawa jiyaneke bi edalet dikare pêşkeşî wan bike? Vaye di van mijaran de, ruxmî ku hin pirsgirêkên tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî hene, dibe ku tecrûbeyên serkeftî yên Rêveberiya herêmê ji herêma Durziyan re bibe ronahiyeke biçûk. Dîsa gelê Durzî tenê di van deh salên dawî de jî, bi dînamîzma xwe ya civakî ji bo gel û baweriyên li herêma Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê timî bûne quweteke mezin. Di şoreşan de jî manewiyet û moral çeka herî mezin e. Werhasil ji bo neqla tecrûbeyên her du aliyan hê zêdetir dan û standin û diyalog hewce ne. Diyalog ne tenê di navbera hêzên xwediyê dewlet de bi mane ye û ne tenê şer û aştî û peymanên di navbera wan de ne. Dan û standin û diyaloga herî însanî li ser heq û edaletê dan û stendina gel û ol û baweriyan e.

Her wisa, ruxmî ku di dema Baasê de ji aliyê olî ve hinekê serbestiya wan hebû, herêmên weke Tartûs ên ku Erebên Elewî lê dijîn jî dewlemendiyeke cuda ya vî welatî ne. Yek bi yek hemû gel û ol û baweriyên li ser vê erdnîgariyê dijîn, ji aliyê civakî ve bi dest girtin dibe ku ne tiştekî neyînî be. Lê ji bo niha zêde lazim nake yan jî di meqeleyeke wisa de cih nabe. Dîsa jî bi mînakek herî balkêş em balê bikişînin li ser pirsgirêkê. Mînak, niha HTŞ ku bûye berendamê rêveberiya Sûriyeyê, fikreke Îslama Siyasî û radîkal diparêze. Lê beşeke mezin a Erebên Sûnî jî Îslamê ji aliyê çandî ve dijîn û diparêzin.

Dema ku em van hemûyan wekî hebûnên li welatê Sûriyê de wekî dewlemendî bihesibînin, di vê krîza niha li Sûriyeyê heyî de çareserî, şiklê çareseriyê xwe dide dest. Eger hemû gel û bawerî û ol ji hebûna hev re rêzê bigirin, xwe li ser hev du ferz nekin çareserî û bi hev re jiyan gengaz e. Dibe ku fikr, îdeolojî û heta îbadeta hemûyan cuda be. Heta ji aliyê şikl ve wekî ku ji hev re nakok bin xuya bikin. Mînak, dibe ku di sedsal, hezar salên derbas bûyî de ev rewş bûyî be sedema şer û pevçûnan jî. Li di serî de Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê Misliman, Elewî, Sûnî, Ezîdî, Kurd, Ereb, Çerkez, Ermen bi piranî di nava aştiyê de jiyan e.

Ev jî zemîneke dîrokî ya xurt e ku niha, di vê serdemê de hemû rengên cuda yên welatê Sûriyeyê bi hev re û azad bijîn. Tecrubeya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn, dibe ku di serdema me ya îro de weke federalîzm yan jî konfederalîzm were binavkirin. Lê federalî yan konfederaliyek ku dewletbûnê nake armanc yan jî, hê zêdetir demokrasiyê (rêveberiyên gel) esas digire yani konfederaliyeke demokratîk, ji bo gel û baweriyên Kurd, Ereb, û Durzî, Elewî lazim e eger nebe nabe!

 

 

                     Akademiya zanısta civaki ya Abdullah Öcalan.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button