Makale

Hakki Tekin

Hewce ye li Sûriyê, bi lezgînî eniyeke demokratîk a gelan were avakirin!

Bi qonaxa ku di heftê Cotmehê de dest pê kiriye, di pirsgirêka Sûriyê de lingên Hîlala Şîa hatiye qutkirin, di asteke mezin de bandora Îran û Hîzbullahê hatiye tasfiyekirin. Guherîna rejîmê ya li Sûriyê û bêbandorkirina Hîzbullaha Libnanê parçekî ji vê planê bû. Lê vê pêvajoyê, derfet da ku Tirkiye bi keysbazî nêzîkê herêmê bibe. Tirkiyê dest pê kiriye bi rêya Heyet Tahrir el-Şam, hegemonyaya xwe li Sûriyê ferz bike.

HTŞ, wekî rêxistineke Îslama radîkal û Îxwanî ne tenê li Sûriyê, li ser herêmê jî gefek e. Tirkiye destek daye wê û ew li Rojavayê Bakurê Sûriyê mezin kiriye, ji bo welatên herêmê yên wekî Îsraîl, Misir, Urdun, Îraq, Îmaratên Ereb ên Yekgirtî û Erebîstana Sûudî  gefeke ewlekariyê ya cidî ye. Rêxistin û meylên Îslamî yên di nava van welatan de, dibe ku bi xurtbûna HTŞ’ê re texrîq bibin.

Bi taybetî Îsraîl, nêzîkbûna HTŞ û Tirkan, hem ji aliyê ewlekariya xwe ve û hem jî ji aliyê tewazina stratejîk a Behra Spî ve wekî cihê baweriyê nanirxîne. Tirkiyê hewl dide ku li peravên Behra Spî û Sûriyê, bi alîkariya HTŞ sîstemeke Îslamî ava bike; ev jî li ser lîdertiya Îsraîlê ya li herêmê gef dixwe. Hedefa stratejîk a pêşîn a Îsraîlê ew e ku, bandora komên Îslamî û Tirkiyê sînordar bike û îstiqrara li herêmê li gorî berjewendiyên polîtîkayên xwe biparêze.

Her çiqas rojava (Amerîka û Ewrûpa) û Îsralî qutkirina lingên Hîlala Şîa wekî serkeftinekê hesibandibin jî, niha li şûna Îranê hewes û plana berbelavbûna Sunnî ya Tirkiyê bi cih bûye. Li şûna Hizbullaha Şîa, HTŞ û komên cîhadîst bi cih bûye; vê, ji bo Îsraîl û dewletên Erebî seneryoyekî di heman astê de bi xetere çêkiriye. Daxwaz û stratejiya Tirkiyê ya “Heyva Tejî ya Sunnî” ji Sûriyê dest pê dike, bi Hamas, bi demara Sunî ya li Îraqê didome,  xeteke heta bi Qatar û Lîbyayê hildigire nava xwe. Vê rewşê, aktorên din ên li herêmê xistine tevgereke bi lez û bez. Her wiha aktorên ji derve, tê zanîn ku guherîna rejîma Sûriyê bi xem û fikar dişopînin. Di serî de ji bo ku HTŞ û Tirkiyê were sînordarkirin, hêzên herêmî yên dînamîk li plana pêş werin ragirtin, di nava lêgerê de ne.

Bi qasî nerehetiya dînamîkên ji derve, ji aliyê dînamîkên hindûrîn ên Sûriyê jî nerehetiyeke mezin heye. HTŞ’ê feraseta netewe-dewleta Îslamîst  û merkezî ferz dike. Grûbên wekî Durzî, Elewî, Aşûrî-Suryanî, Xiristiyan, Erebên Sunnî yên sekuler û Kurd, li dijî vê disekinin. Hedef û armanca serhildanên 13 salan berdewam kirine, azadî, wekhevî û adalet bû. Sedema esasî ya şerê hindûrîn ê li Sûriyê ev bû. Rejîma Baas’ê hilweşiyaye lê HTŞ’ya ku li pişta wê Tirkiye heye, wekî rejîma Baas’ê sîstemeke merkezî û yekperest ferz dike. Ev jî bûye sedem ku grubên ku navê wan derbas bûne, heqê diyarkirina çarenûsa xwe hê xurtir bikin; her wiha derketiye holê ku ew ê derfetê nedin ku şoreş were dizîn. Ji ber vê yekê li Sûriyê daxwaza sîstemeke demokratîk a federatîf, her diçe berbelav dibe. Ev sîstem wê ne tenê Tirkiyê û HTŞ’ê tewazin bike, di heman demê de rengîniya civakî ya Sûriyê bixe bin ewlehiyê, modeleke çareseriyê ya aştîxwaz û demokratîk pêşkeş bike.

Herikîna dîrokî û civakî ya Rojhilata Navîn, rola Kurdan a li herêmê her diçe hê jî tê warekî berbiçav. Di pêvajoya dîzayna Rojhilata Navîn de êdî tê dîtin ku Kurd li herêmê ber bi xwedîbûna statûyekê ve diçin. Kurd ji ber ku xwediyê pêkhateyeke bi rêxistin in, xwediyê îrade, proje û polîtîka ne; derfet daye wan ku vê pêvajoyê bixin xizmeta xwe. Mercên objektîf ên heyî û îradeya bi rêxistinî, misoger dike ku Kurd û neteweya demokratîk bi ser bikevin; her wiha Kurd, bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, pirrengî û pir berfireh ne tenê ji bo Sûriyê, li hemû Rojhilta Navîn wekî aktoreke siyasî û civakî ku hêviya pêşerojê dide derdikeve li pêş. Modela xweseriya demokratîk ku 13 sal in li Rojhilatê Sûriyê  tê pêkanîn, nîşan daye ku çawa dikare ev paradîgma bi şiklekî serkeftî li qada pratîkî were pêkanîn.

Kurd, li herêmê, ji bo hêzên navneteweyî ku îstiqrar û demokrasî dixwazin bûne mijara balkêşî û elaqayê; di vê rewşê de Tirkiye dibîne ku bayê siyasetê bi aliyê Kurdan ve ziviriye û vê pêşketinê bi bahaneya “gefa ewlekariyê” û “xetereya PKK’ê” manîple dike û hewl dide bide sekinandin. Stratejiya bingehîn a Tirkiyê ew e ku Kurdan bê statû bêhilin û pêşî li vê herikîna dîrokî bigirin. Ji ber ku li Sûriyek ku Kurd bûne xwediye statû, pêşerojeke HTŞ û pêkhateyên radîkal ên bi desteka Tirkiyê nabe. Baş tê zanîn ku ev ê bi Sûriyê sînordar nemîne, ji bo hemû parçeyan bibe çavkaniya îlhamê. Bi temamî pêşketinên li Sûriyê wê diyar bikin ku ev ê bibe nuxteyeke şikestina dîrokî yan nuxteyeke herikandina dîrokî. Ji ber vê yekê Tirkiyê her rê û rêbazê diceribîne ku Rojhilatê Sûriyê bê statû bikeve pêvajoya nû. Eger Rojhilatê Sûriyê karibe bi statûya Rojhilatê Sûriyê bikeve vê pêvajoya nû ya dîrokî û krîtîk, ti hêz êdî nikarin herîkîna dîrokê bidin sekinandin; vê herî zêde jî Tirk dizanin.

Her wiha çareseriya herî bi bandor ku tesîra HTŞ’ê û Tirkiyê li ser Sûriyê bîne tewazinekê û sînordar bike, modala Sûriyeke federatîf e. Ev model wê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Durziyan, Elewiyan, Aşûrî-Suryaniyan, Xiristiyanan û Erebên Sunnî yên sekuler wê heqê her kesî yê azadî, wekhevî û çarenûsa xwe diyarkirinê bixe binê ewlehiyê. Sîstema federatîf, ne tenê ji bo dînamîkên hindûrîn, ji bo polîtîkayên ewlekariyê û îstîqrarê yên Îsraîl, rojava (Amerîka û Ewrûpa) û herême jî pêwîst e. Ji ber vê yekê, sekn û derûniyeke wisa heye, wekî ku dewletên rojava û Rojhilata Navîn ji ber ku wan li dijî DAÎŞ’ê şer kirine wekî hewcedariyeke exlaqî destekê didinê; ev sekn ne rast e. Berewajî, divê em baş fêm bikin ku ji ber berjewendiyên xwe nêzîkatiyekê nîşan didin û pêwîstiya wan bi Kurdan heye.

Ji ber vê yekê, desteka ku civaka navneteweyî dide modela Kurdan a Sûriya federatîf, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû pêşeroja herêmê di asta jiyanî de girîng e. Paradîgmaya Kurdan a demokratîk û pirrengî, xwediyê wê potansiyelê ye ku Sûriyê bike bexçeyekî demokrasiyê. Ev model, li beramberê îdeolojiyên radîkal û merkezî yekane rêya çareseriyê ye û jênerev dike ku Kurd di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de bibin xwediyê statû.

Lewra paradîgmaya neteweya demokratîk a Rojhilatê Sûriyê, li dijî HTŞ’a ku li pişta wê Tirk hene, hewce dike bi dinamîkên hindurîn ên Sûriyê re ku di serî de Elewî hene, bi Durzî, Mesihî, Suryan, meylên Sunnî yên Erebên sekuler, eşîrên Ereb, Çerkes, Tirkmen, Êzîdî û bi hemû kêmaran (kêmnetewe) re eniyeke demokratîk a alternatîf ava bike. Lazim dike tifaqeke statejîk a wisa ava bikin û bijarteka kongreya sîber biafirînin. Li beramberê modelên kongreyan ên Tirk û HTŞ’ê ku wê bibe sedema netewe-dewleta merkezî, lazim e alternatîf bi misogerî hebin. Ji ber ku HTŞ dixwaze kongreyek ku temsîliyeta avaniyên birêxistinî derve dihêle ku temsîla takekesî sînordar bûye, kom bike. HTŞ’Ê bi nêzîkbûneke qurnaz û fêlbaz armanca wê ew e ku bêje, “min xwe fesk kir, divê hemû rêxistin xwe fesh bikin” ya rast HTŞ’ê dixwaze bi vê kongreyê dewleta xwe îlan bike  û vê pêvajoyê xelas bike. Hewce dike ti kes û hêz nebe amûra vê, rewa nekin, di heman astê de pêşxistina alternatîfa wê jî di asta stratejîk e. Modela Rojhilatê Sûriyê dikare hemû gelên Sûriyê di kongreyeke sîber de bigihîne hev û eniyeke demokratîk çêbike, eger hewce bike, hikumeta demkî ya Sûriyê ava bike. Pêşketin ber bi vê nuxteyê ve diçin, lazim e ji niha de di navenda tedbîr û xebatê de ev hebin; sekneke wisa wê bi gela bide qezenckirin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button