Uncategorized

Evîn Ehmed

HEWILDANA DISHILATÎXWAZAN HIŞMENDIYA KOLEDAR A SÛMERAN ZINDÎ KIRINE

Rêxistinên bi navê HTŞ bi sekna xwe nûnertiya hişmendiya zayendperst ya ku rahibên Sûmeran avakiriya dike û di roja îro de bi rêbazên boyaxkirî wê hişmendiyê zindî dike. bi heman hişmendiyê lê bi kirasekî û rengekî cuda derdikeve ser dika dîrokê. Bi kirasê islama siyasî, tûndrew û selefîgerî di nava hewildanên xwe rewakirinê de ye. Xwe wekî modêla herî pêşketî û xeta herî guncaw ya sedsala 21 yekan pêşkêş dike. lê di rastiyê de hewildan û armancên vê hişmendiyê deshilatdariye, armanca wê textê rahibên Sûmeran yê beriya 5000 sal bi destxistine. Di hişmendiya rahibên Sûmeran de avakirina civakek tebeqî bû. Daxwaza wan xwedaqiral hebe, di pey wî re rahib hebe, di pey wî de zanetkar û karker hebe û di peye de civak hebe. Di nava civakê de jî jin, mêr, kal û zarok hene, bi vî rengî tebeqe tebeqe diçe. Li gora van tebeqeyan rol ji xwedaqiral, rahib, karker û civakê re tê dayîn. Li gora van qetegoriyan, çînbuyîn, ketxwarî û dagirkerî pêşdikeve û êdî qiral xweda ji xwe re maf dibîne û van mafan jî bi zagon dike, ji bo kû bikarê li ser tevahî mejiyê civakê dakirkeriya xwe bide meşandin, ax, mal, milk û her tiştê ku aîdê civakê ye dagirdike û êdî yê xwe dibîne û çawa dixwaze wisa bi kar tîne. Van hemuyan dixin zagon û bi civakê didin pejrandin. Ji xwe hişmendiya mulkiyetê jî di virade pêşdikeve. Niha ev guropa bi navê HTŞ jî dixwazê vê siyaset û pergalê li ser civakê bide sepandin. Heger mirov bide ber hev tişta ku xuya dike heman tişte, ew jî pergaleke deshilatdar û pergaleke qiralxweda armanc dike. bê goman ev hişmendî çavkaniya xwe ji Sumeran ve tê. Colanî îro dixwazê bibe qiralxweda, rahibên kû hatine erkdarkirin jî kesên xapînok, diz û fêlbazin û jin, zarok û kal jî civaka karkere kû xwe li ser dide mezinkirin û şixulandine. Dema mirov lê dinêre mirov dibîne rêbaz û zagonên kû ev kesana didin pêş heman rêbaz û zagonên Sûmeranin.

Ji bo em van rastiyên ku behsa wê dikin baştir bibînin. Pêwîste tiştê kû îro li Sûriyê diqewime em bi rastiya serdema Sumeran ve bînin ber hev. Wê demê em ê baştir bizanin bê ev rêxistinên mîna HTŞ çiye û çi dixwaze. HTŞ dixwaze di şexsê jin de destwerdanê li ser civakê bike, ev rastî gotina rêber APO ya dibêje. Destwerdana li ser civakê, destwerdana li ser jine, destwerdana li ser jin destwerdana li ser civakê ye tîne bîra mirovan. Di serdema Sumeran de destwerdana despêkê li ser jin hate çêkirin û bi şikestina jin ya yekem re nirxên civaka xwezayî hatin desteserkirin. Îro jî van kesan heman tabloyê didin nîşan. Em bala xwe bidinê bi hilweşandina sîstema Bees re di demek kurtde em dibînin ku herî zêde êrîş li ser jin tên çêkirin, li ser jin tê axaftin, ji bo jin zagon tên amadekirin, biçûkxistina jin zêde dibe rojevê. Ji ber ew bi xistin û dîl girtina vîna jin xistin û dîl girtina vîna civakê armanc dikin. bi Kolekirina jin, fetsandin û kolekirina civakê armanc dikin. dixwazin berê civakê bidin serdema cahilyetê, serdema ku zarokên jin bi saxî dihatin bin axkrin, serdema ku jin wekî cariyan dihatin bikaranîn, li bazaran dihate kirîn û firotin, bedena wê û ruyê wê bi çarçefan û serpoşan dihate nixumandin, di bin navê mulkiyet û namûsê de di nava çar dîwaran de dihate hebiskirin, di bin navê namûsê de dengê dihate fetsandin. Îro jî bin navê gunehe namûse dixwazin heman zagonan zindî bikin. Di Sumeranda jina ku koletiya herî kûr dijiya ew wekî jina herî bi nirx dihate dîtin îro jî heman nêzîkatî derdixin pêş, dixwazin jina kole wekî nimûna jina harî baş bidin nîşan. Nimûna jinên wekî Ayşe Eldibis didin pêş wekî nimûna jna pêşketî û meqûl ya vê sedsalê.

Xala balkêş ew kû îro bi destê jin, jin vedxwînin jiyana zindanê û koletiyê, jinê vedxwînin pêkanîna rista cî bicî anîna daxwazên zilam û xizmetkirina wî, wê vedxwînin ku bibe xwedî sekneke tabiyê zilam û makîneyeke zarok anînê. Van xalên kû hatin destnîşankirin di kesayeta jina bi navê Ayşe aldibis de derketin holê, qaşo ew niha wekî berpirsa kar û barê jinan hatiye diyarkirin ji milê zilamê qiralxweda ve. Ev tirajedyeke, qaşo jineke, li gora wê ew jinek gelek pêşketiye, lê ne diferqa jin bûna xwe de ye, ne di zanebûna rastiya hişmendiya zilamê deshilatdar de ye. Ne di ferqa bê di çi astê de zerer dide cinsê xwe û buye xizmetkara celadê jinan. ev jin piştî kû hate erkdarkirin di daxuyaniya xwe ya yekemde peyama mirinê, koletî pecrandinê da tevahiya jinan. peyama kû jin kuştin, tecawiz û şidetê wekî qeder û xwezayî ji bo xwe bipecirêne da. Bi zimanê zilamê deshilatdar da nîşan ku jina paşverû, ya stû xwar, bê deng û bê vîn wê mûdêla herî baş ya sedsala 21 be, ev tirajediya ku em behsa wê dikin. bê çawa jineke ku bi hişmendiya zilam hatiye mezinkirin dide nîşan, bê çawa jin vedxwîne jiyanek kole û bê nirx. Vedxwîne ser dika mirinê û tinebûnê.

îro di tevahiya cîhanêde bi hezaran jinên wekî Ayşe Eldibis ji ber polîtîkayên hişmendiya mêrsalar ji cewhera xwe hatine durxistin û bune aracê parastin û xurtkirina deshilatdariya mêr. İro ev hewldanên hişmendiya mêr dewlet xwe di vê pêvejoya dawî de pir bi zelalî da nîşan. Her çendî kû li tevahî cîhanê ev polîtîka qirkirina nasnema jin tê ferzkirin, bi rûxandina pergala Bees re û derketina Colanî re vê yekê ji her kesî re da nîşan ku zilamê deshilatdar û xasûk hîna jî bi diyarkirina zagonan di binxistina jinê de bi israre. Lewra pêwîste tevahî civaka jin li himber vê zihniyet û polîtîkaya zilamê ne têrxwer û zalim hişyarbin.

Jina azad kiye û çawaye rêber APO bi zelalî pênasekiriye û destnîşankiriye. Jina azad ew jina kû ji bo parastina nasnema xwe, jinbûna xwe, cewhera xwe û nirxên xwe di hemû qadên jiyanê de li berxwedide û têdikoşe. Ji bo jiyanek azad canê xwe feda dike, mîna Arînan, Zîlanan, Asyayan û Ronahiyan û bi hezaran jinên wekî wan . Van jinên azad bi sekna xwe, têkoşîn û fedekariya xwe koletiya ferzkirî ya hezar salan mehkûmkirin, bi mezinbûn û ezemeta xwe peyama. Kes nikarê vîna me bişkîne, kes wê nikaribê şikestina sêyem bi jin bide jiyankirin dane pergala neyar kuj. Ji bo kû hişmendiya Sûmeran bi rêya rêxistinên mîna HTŞ zîl nedê pêwîset civaka jin li her derê bi yek dengî têkoşîna xwe bilind bike û têkeve nava seferberiyek topiyekon. Pêwîste nekevê bin bandora şerê teybet yê kû bi destê jin didin meşandin. Heger jin xwe baş perwerde bike, xwe bi rêxistin bike misoger wê pergala Sûmerên serdemê bê hilweşandin, wê li dewsa kû şikestina sêyem ya jin bê jiyankirin, hişmendiya zilamtî bê derbaskirin û têkbirin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Check Also
Close
Back to top button