Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!
Dema ku aliyên coxrafîk li ber çav werin girtin, wisa xuya ye ku qada Sûriyê li gorî modela pergaleke federatîf ku xwe dispêre pêkhateya pirrengî hê guncavtir e. Pêwîst e têgînên tên bikaranîn zelal bin.
Dema ku aliyên coxrafîk li ber çav werin girtin, wisa xuya ye ku qada Sûriyê li gorî modela pergaleke federatîf ku xwe dispêre pêkhateya pirrengî hê guncavtir e. Pêwîst e têgînên tên bikaranîn zelal bin.
Di vê maneyê de Piştî 8’ê Kanûnê li Sûriyê qonaxeke nû bi pêş ketiye. Di dema rejîma Baas’ê de, rojeva dewlet nêzîkî demokrasiyê kirinê û nîqaşên çareseriyeke dibe ku pêşbikeve, hê cudatir bûn. Niha qonaxeke pir cuda heye, pêvajoyeke lêgera pergaleke nû ye. Lêgera berê ya çareseriyê û daxwazên berê, cihê xwe ji nîqaşên li ser modela siyasî û civakî ya Sûriyeyê û avakirina wê re hiştine. Dema ku rojevên wekî nîqaş, lêgera çareseriyê û lêgera modelên siyasî tên dîyarkirin, pêwîst e destpêkê ev ferq û cudahî were zanîn û bal were kişandin li ser û bi vî şiklî were nîqaşkirin. Ji ber ku hê jî rewşeke wisa heye, wekî rejîm û netewe-dewlet li ser kar be tevdigerin. Ne rast e ku nêzîkatiyeke wisa were çêkirin; wekî ku her tişt çêbûye-çareser bûye, niha jî em heqê xwe bixwazin! Sûriyê li ser sênîka (tebax) zêrînî de pêşkeşî hêzên Îxwanî, cîhadîst û selefî kirine. Her çendî van hêzan, Sûriyê li ser sênîka zêrînî de di hembêza xwe de dîtine jî, pêşketinên li Sûriyê ne di binê kontrola wan de ne. Berewajî dixwazin pêvajoya şoreşa ku gelan bi berxwedanê bi pêş xistine bidizin. Her wiha gel û têkoşîna wê ya berfireh a li Sûriyeyê, wê reng û cewhera xwe bidine modela nû ya siyasî û civakî ya li Sûriyê. Niha li Sûriyê, ji şoreşa destpêkê heya bi îro, qonaxa duyemîn a herîgirîng a têkoşînê tê jiyîn.
Ji bo pêkhateya civakî û sîyasî ya Sûriyê, modela rêveberiya siyasî ya herî guncav, modela konfederal demokratîk e ku xwe dispêre yekeyên federatîf. Ji bo Sûriya pirrengî modela herî guncav ev e. Ev model, di demên herî krîtîk û tevlîhev de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn. Ruxmî hemû êrîşên çete û dewleta Tirk, bûye herêma herî aram û bi îstiqrar. Lewra ev modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi serkeftî jiyanî bûye û hemû rengên li herêmê hene, bûne xwediyê zanebûn demokrasiya civakî, ji bo hemû Sûriyê bibe modela rêvebirinê ya siyasî. Ev paradîgma û zêhniyet, wê bibe pêşenga civaka pirrengî ya Sûriyê.
Ji ber pêkhateya civakî û demografîk, coxrafîk û etnîk, û pêkhateyên olî yên li Sûriyê heyî, lêkolîna li ser tecrûbeyên li cîhanê jî dide hewcekirin. Li cîhanê ceribandinên rêveberiyê yên berfireh ku pirengiyê dihewînin ên ku xwe dispêrin ferq û cudahiyên etnîkî, bawerî ûcoxrafyayê hatine çêkirin û hê jî tên meşandin. Gelek welat hene ku li wê derê faktora etnîkî ûcoxrafîk, di nava yekparetiyê de, bi şiklekî federatîf, xweser yan jî wekî sîstemên eyaletê bi pêş ketine. Maneya vê ew e ku modelên rêveberiyê yên federatîf, xweser dikare di asta eyaletan de yan jî di asta rêveberiyên xwecihî de were meşandin. Ev, balkêş in. Pir zêde mimkûn e ku ev tecrûbe, bi feraseta demokratîk konfedere re hev bibîne, modeleke konfederalîzma Sûrî ya xweser û demokratîk were pêşxistin. . Ev model di pêvajoya nû ya Rojhilita Navîn de di asta pêşengiyê de wê bibe mînakek sînerjî û pergalê. Eger em karibin vê modelê bi civaka navneteweyî baş bidin naskirin, dikare bibe alternatîfeke çareseriyê ya cîdi jî. Lazim e projeyeke wisa were pêşkeşkirin. Modela ku em ê li şûna feraseta cîhadîst, îxwanî û selefîst pêşniyar bikin, dibe ku hê balkêştir were. Pratîkên modelên rêveberiyê ku xwe dispêrin şerîatê û sedemên hebûna wan jî, ji bo ku em vê modelê bidin qebûlkirin derfeteke baş e.
Sûda wê heye; tecrûbeyên ku me bi şiklekî kurt vegotine yên li gelek welatan pêş ketine, ji nûve di berçavan re werin derbas kirin da ku sîstema konfederal sûdmend bibe û wekî modeleke xweser cihê xwe bibîne.
Sîstemen Federatîf (Kanton, Eyalet, Xweserî)
Sîstemên federatîf, şiklên rêveberiyên wisa ne ku dewlet ji aliyê rêveberiyê ve ji yekê zêdetir li yekeyan (federasyon, eyalet, kanton yan jî herêmên cuda) dabeş dibe û ev yeke di asteke diyar de xwediyê xweserî ne. Di van sîsteman de di navbera hikumetê merkezî û rêveberiyên xweser de li hevparvekirina raye û berpirsiyariyê heye. Li hevparvekirina raye ûberpirsiyariya di van sîsteman de bi piranî ji aliyê makezagonê ve tê rêkûpêkkirin û hem heqêhikumetê merkezî û hem heqê yekeyên jêrî tên xistin binê ewlehiyê. Ji bo ku federasyon, nasnameyên cuda yên etnîkî, ziman û lehçeyên cuda, cudahiyên olî yan jî herêmî bikaribin li cem hev, bi hev re bijîn tê bikaranîn.
Di van modelan de federasyon xwe dispêre herêmên coxrafîk û zêdetir ji rêveberina pêkhateyên etnîkî yan jî çandî, ji rêvebirina yekeyên coxrafîk berpirsiyar e. Rêveberî, bi piranî xwe dispêre eyaletan yan jî bi şiklekî wekhev hatin temsîlkirina herêman. Di van sîsteman de faktorên herêmî yan jî coxrafîk, bingeha yekeyên federatîf pêk tînin. Dibe ku li vêderê ferq û cudahiyên etnîkî nebin pîvana esasî.
DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê)
DYE’ê ji 50 eyaletan pêk hatiye û ji van eyaletan her yek li gorî sînorên coxrafîk hatiye rêkûpêkirin. Ferqûcudahiyeke li gorî esasê etnîkî yan jî bi ziman-lehçeyê re elaqadar tine.
Ji van eyaletan her yek, xwediyê makezagona xwe ye, organa xwe ya qanûnsaz û sîstema xwe ya darizandinê heye.
Hikumeta federal di qadên wekî parastina neteweyî, polîtîkaya ji derve û polîtîkaya pereyan raye ye.
Sîstema federal, ji bo dabeşbûna “coxrafîk” mînakeke bi hêz e, ji ber ku eyaletên heyî di esasêxwe de bi sînorên coxrafîk hatine diyarkirin.
Awûstralya
Awûstralya, modelek rêberiyê ye ku ji 6 eyalet û 2 herêman pêk hatiye. Beşên heyî bi temamîxwe dispêrin sînorên coxrafîk.
Li vê derê jî eyalet polîtîkayên xwe yên tendurustiyê, perwerde û binesaziyê diyar dikin; lê di mijarên polîtîkaya parastinê û ji derve girêdayî hikumeta federal in.
Di esasê wê de dabeşbûna coxrafîk heye û hebûna etnîkî li ber çavan nayê girtin.
Almanya
Almanya federasyonek ku ji 16 eyaletan (Bundeslânder) pêk hatî ye. Sînorên van eyaletan ji aliyê coxrafîk û dîrokî ve hatine diyarkirin.
Di mijarên wekî perwerde, çand û ewlekariya hindurîn de eyalet xwediyê erk û wezîfe ne.
Hikumetê federe, hê zêdetir biryarên di asta neteweyî de digire.
Brezîlya
Brezîlya jî modela rêveberiyeke federatîf a wise ye, ji 26 eyaletan û ji yek herêma federe pêk tê. Her eyalet, di asteke diyar de xwediyê xweserî ye.
Di van sîsteman de sînorên yekeyên federal li gorî ferqûcudahiyên etnîkî yan jî çandî tên diyarkirin. Bi piranî ji bo ku civakên ji pir gelan pêk hatine werin birêvebirin tê bikaranîn. Armanc ew e ku grûbên curbicur, derfeta xwe bi rêvebirinê peyda bikin. Ji ber vê yekê, grûbên curbicur, dibin xwediyê wê hêz û berpirsiyariyê ku heqên xwe yên siyasî û çandîbiparêzin û li beramberê otorîteya merkezî xwe bi rêve bibin.
Etiyopya
Etiyopya, federasyonek ku xwe dispêre esasên etnîkî ye. Rûxmî vê jî, makezagon wî heqîdide her yekeya federal da ku serxwebûna xwe îlan bike jî.
Ev welat, li neh herêmên etnîkî dabeş bûye (mînak, Tigray, Oromia).
Her herêm ziman, çand û şiklê xwe yê rêveberiyê diparêze.
Lê belê, ev model, ji ber faktorên ji derve, bandorên girêdayî bi hêjmara şêniyan dibe sedema pevçûnên di navbera grûbên etnîkî de û ev jî dibe sedema bê îstiqrariyê.
Belçîka
Belçika dewleteke federal e. Welat ji sê herêmên wekî Flaman ku zimanê fermî Flemenk e, herêma Valon ku zimanê wê yê fermî Fransî ye û ji herêma payitext Bruksel ku her du ziman jî fermî ne, pêk hatiye. Rengîniya zimanên Belçikayê û lihevnekirina wê ya bi vê re eleqadar a polîtîk û çandî, li ser dîrok û sîstema rêvebirina Belçikayê bi bandor bûye.
Heman feraseta rêvebirinê, li cem dewletên wekî Îspanya, Kanada, Îndonezyayê jî heye.
Di sîstemên federatîf ên wisa de, hem faktorên etnîkî û hem jî faktorên coxrafîk tên hesibandin. Gelek welat xwe dispêrin sîstemên eyaletan ên federatîf, xweser ku hem rengîniya etnîkî û hem jî rengîniya coxrafîk digihîne hev. Welatên bi vî şiklî, derfetê diafirînin ku komên cuda yên etnîkî, baweriyên curbicur û herêmên cuda yên coxrafîk bibin xwediyêrêveberiyên xwe.
Swîsre
Swîsre, komareke federal a wisa ye, ji navenda otorîteyên federal ku Bern e û 26 kantonan pêk hatiye. Ji aliyê ziman û çandê ve dikare dabeşî çar herêmên esasî bibe. Herêmên ku bi Almanî, Fransî û Îtalî diaxifin û geliyên ku bi Romenî diaxivin hene. Her herêm bi zimanêxwe, çand û pêkhateya xwe ya siyasî herêma xwe bi rêve dibe. Dîsa li her kantonê ziman, çand û grûbên cuda yên baweriyan hene. Ev ji aliyê dîrokî ve ketine zikhev. Her kantonê, ji bo van, temînata qanûnî, heqê xwe temsîlkirinê û tevlîbê nas kiriye.
Çîn
Çîn, modelên rêngîniyên etnîkî û xweseriya coxrafîk, bi hin herêmên xweser digihîne hev. Têde 22 eyalet, 5 herêmên xweser, 4 bajarên rasterast tên birêvebirin hene; dîsa Hong Kong ûherêma rêveberiya taybet a Makao pêve girêdayî ne. Li herêmên wekî Tîbet û Sîncan, heqêgrûbên etnîkî (Tîbetî û Uygurî) heye ku xwe pênase bikin, hikumeta merkezî ya Çînê heqêxweseriyê ji bo wan nas kiriye. Lê bi piranî Çîn wekî dewleteke Unîter a hegemon têbinavkirin.
Hindistan
Hindistan, komareke wisa ye; ji 28 eyaletan û herêmên yekbûyî çêbûye û bi demokrasiya parlementer tê birêvebirin. Hin eyalet xwe dispêrin esasê etnîkî, hin jî xwe dispêrin bingeha coxrafîk.
Hin eyalet ji ber faktora bi ziman re elaqadar çêbûne (mînak, Tamîl Nadu, Punjab) yên din jîxwe dispêrin bingeha coxrafîk. Hikumeta federal bi hêz e û qada serbixwebûnê ya rêveberiyên xwecihî sînordar e.
Kanada
Kanada, ji 10 eyalet û 3 herêman pêk hatiye. Eyaleta Quebec, ji bo xweseriya ku xwe dispêre esasên etnîkî û bi ziman re elaqadar, mînak e.
Quebec, bi şêniya xwe ya bi Fransî diaxive, ji herêmên din ên Kanadayê cuda ye. Ev eyalet, ji aliyê ziman û çandê ve xwediyê xweseriyeke bi quwet e. Eyaletên din jî hê zêdetir bi taybetmendiyên xwe yên coxrafîk û dîrokî şikil girtine.
Rûsya
Rûsya, dabeşî 89 herêmên federal bûye. Di nava van de komarên xweser (mînak Tatarîstan, Çeçenya) û Krayên (herêm) ku xwe dispêrin bingeha coxrafîk hene.
Xweseriya etnîkî hatiye naskirin, lê belê otorîteya merkezî ya Moskowayê pir xurt e. Herêmên xwe dispêrin bingeha coxrafîk bi piranî bi herêmên xweser re hene.
Sîstema Federatîf a Îmaratên Yekbûyî Yên Ereb:
Îmaratên Yekbûyî Yên Ereb, federasyonek ku di salan 1971’an de bi hatina cem hev a 7 Îmaratan (Ebû dabî, Dubaî, Şerîka, Fûcere, Resûl hayme, Acman, Ûmûl, Kayweyn) çêbûye. Her yek ji van 7 îmaratan xwediyê Emîrên xwe ne û yekeyên siyasî yên nîvserbixwe ne. Her Îmarat xwediyê xwseriyeke berfireh e. Lê di nava çarçoveya giştî ya hikumeta giştî de karûxebata xwe dimeşînin. Federasyonên ku hatine avakirin, etnîsîteyên wisa ne ku taybetmendiyên coxrafîk li pêş in.
Rêveberiya Merkezî
Hikumeta merkezî, têkiliyên ji derve yên federasyonê, karên federasyonê yên wekî parastin, bazirganiya navneteweyî û polîtîkayên aborî yên giştî bi rêve dibe. Hikumeta federal ji aliyêserok û alîkarekî wî ve tê meşandin. Kesê ku alîkarê serok e di heman demê de serokwezîr e. Konseya neteweyî ya federal ku organa qanûnsaz e, ji berdevên îmaratan pêk tê.
Rêveberiya Xwecihî
Her îmarat di nava xwe de serbixwe ye. Hêza wê ya polîs, sîstema wê ya perwerde ûpolîtîkayên wê yên ekonomîk hene.
Parvekirina Çavkaniyan (dewlemendiyên binerd û sererd)
Beşeke mezin a barê fînansî û ekonomîk ê federasyonê, Ebû Dabî û Dûbaî hildigire li ser xwe. Îmaratên din jî bi desteka ku ji hikumeta merkezî digin debara xwe dikin.
Federasyon, ji îmaratên nîvserbixwe ku li derdora merkezeke xwediyê sîstema makezagonî, bi şiklekî neşidiyayî hatine cem hev pêk hatiye.
Dûbaî
Dûbaî, bi moraşiyeke kevneşop tê birêvebirin. Ev sîstema rêveberiyê, kevneşopiya Şêxitî ûpêkanînên rêveberiyên modern digihîne hev. Emîrê heyî yê Dûbaî’yê di heman demê de serokwezîr û alîkarê serokê Îmaratên Yekbûyî yên Ereb e. Konseya îcrayê ya Dûbayiyê, bi feraseta rêveberiyê ya bingehîn a Îmaratê, di navbera saziyên di Îmaratê de tewazinekêçêdike. Sîstema jiyanê û hiqûqê ya Dûbayiyê, hem ji hiqûqa Îslamê (şerîat) û hem jî ji hiqûqa rojavayî bi bandor bûye. Ji ber vê yekê mehkemeyên sivîl û şerîatê hene. Dûbaî, di nava Federasyona Îmaratên Yekbûyî yên Ereb de bi xweseriya xwe ya ekonomîk, hiqûqî ûrêveberiyê îmaratek e ku balê dikişîne li ser xwe.
Şiklê Rêveberiya Îraqê
Avaniya federal, li ser bingeha herêmên coxrafîk hatiye avakirin, lê ev herêm di heman demêde li gorî taybetmendiyên etnîkî û mezheban hatine rêkûpekirin. Kurd, li aliyê bakur ku Kurd zêde lê hene, di binê sîwana rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de xwediyê xweseriyeke berfireh in. Kurd, li vê herêmê hikumet, parlemento û hêzên xwe yên leşkerî kontrol dikin.
Hikumeta merkezî, di asteke mezin de ji aliyê Erebên Şîa ve tê birêvebirin. Herêmên Sûnî, li cem hikumeta merkezî, xwediyê hevkariyeke hê sînordar e û dem bi dem jî daxwazên xwe yên cudabûnê tînin ziman.
Xweseriya Xwecihî
Şiklê federal ê Îraqê, di asteke mezin de derfetê dide ku herêm di karûxebata xwe ya hindurîn de bi awayekî serbixwe tevbigerin. Başûrê Kurdistanê mînaka vê ye. Li herêmên din jî, rêveberiyên xwecihî xwediyê heqê xweseriya hê sînordar in. Qadên wekî polîtîkaya ji derve ûparastinê, di binê kontrola hikumeta merkezî de ne. Lê tenê herêma Kurdistanê pirî caran têkiliyên serbixwe yên dîplomatîk çêdike.
Xweseriya Başûrê Kurdistanê, xwediyê hikumet, parlemento û hêzên xwe yên çekdar e. Di mijarên wekî perwerde, tendirustî, çand, aborî, projeyên binesazî de bêyî ku destwerdana hikumeta merkezî hebe dikare biryarê bigire. Hikumeta merkezî ya Îraqê, bi taybetî li herêmên bi piranî Şîa ne, xwediyê kontroleke hê mezintir e. Rêveberiyên xweser ên li van herêman, wekî li Başûrê Kurdistanê, ne serbixwe ne û girêdayî bi biryarên hikumeta navendîne. Herêmen bi piranî Sûnnî û Şîa, wekî li Başûrê Kurdistanê, ne xwediyê statûyeke xweser a fermî ne. Li van herêman, hê zêdetir bi rêya walî û meclîsên xwecihî yên ku ji aliyê hikumeta merkezî ve tên diyarkirin rêveberî tên meşandin.
Ev ferqûcudahî, di asteke mezin de ji têkoşîna dîrokî û siyasî ya Kurdan çavkaniya xwe digire. Kurdan, piştî şerê Kendavê yê 1991’an xweseriya fîilî bi dest xistine û ev rewş heya bi 2003’an, bi temamî 12 salan berdewam kiriye. Piştî ku Sedam hilweşyaye jî gihaştiye statûyeke makezagonî. Kurdên Başûr, rûxmî ji derve hatin hiştina civakî û sîstemê û paşde hiştina ji aliyê ekonomîk ve, ji ber têkoşîna meşandine wekî endamên bingehîn ên sîstema federal hatine qebûlkirin.
Sûdên Sîstemên Federatîf
Sîstemên federatîf derfetê didin ku ferqûcudahiyên (rengîniyên curbicur) etnîkî, elaqadar bi zimanan û çandî, werin birêvebirin. Ji ber aştiya çandî, rêz girtina li hev, parvekirina adilane, derfetên wekhev û îradeya xwe birêvebirinê, welat dibin xwediyêdîmeneke kolektîvîst.
Rêveberiyên Herêmî, dikarin pêwîstiyên xwecihî hê bi lez bibersivînin. Dema ku ev li ser geşedanên xwecihî û întiyaca welat bandora xwe dike, di encamê de di xwe gihandina derfetan de wekhevî û aştiya di nava gelan de û di çanda lihevkirinê de bi pêşketin çêdibe, nêzîkbûnên hikumkirinê sînordar dibin. Dîsa ji bo ku nîvenga reqabetê ya demokratîk a di navbera kes û grûban de bi pêş bikeve, şertûmerc xweş dibin, hem jî ji bo ku qebiliyeta çandî ya kesan bi pêş bikeve zemîn çêdibe.
Di civakên ku ferqûcudahiyan dihewîne de dibe ku ji aliyê zanebûna demokratîk ûjiyana bi hev re de hêsanî çêbibe. Asta rêveberî û tevlîbûnê ne tenê hilbijartinan dide pêş. Welatên ku lê rêveberiyên wisa hene, bi asta taybetmendiyên xwe yên wekî hêza kontrolê ya civakê, heqên wekhev, heqên welatiyan û ewlekariya wan, asta etîk ûşefafbûnê, welatên mînak in.
Konfederalîzma Demokratîk, Li Sûriyê Modeleke Siyasî Ya Nû Ye
Rejîma Baas’ê ya 61 salan, ji ber feraseta xwe ya rêveberiyê ya yekperest, merkezî ûneteweperest bûye rejîmeke zextê û otorîter. Şerê navxweyî, ji ber van polîtîkayên wê yen zextê bi pêş ketiye. Malwêraniya ku ji ber şerê navxweyî li Sûriye derketiye holê, hilweşîna dîrokî ya rejîma Baas’ê, kûrbûna nakokiyên di navbera grûbên etnîkî û olî de, neçar kiriye ku di pêkhateya siyasî ya welat de guherîn û veguherîneke bingehîn çêbibe. Aşker ye ku feraseta merkezî û yekperest a netewe-dewleta heyî, bi rastiyên civakî, çandî û coxrafîk ve li hev nake. Ji ber vê yekê, sîstema federatîf/kanton ku rêngîniyên curbicur ên li Sûriyê û heqên dîrokî yên gelan nas dike, lazim e wekî modeleke rêveberiyê ya nû were nîqaşkirin. Bi taybetîkonfederalîzma demokratîk, ku wekî pêşniyareke çareseriyê ya di merkeza wê de civak heye, ferqûcudahiyan diparêze û xwe dispêre rêveberiyên xwecihî, balê dikişîne li ser xwe.
Di civakên wekî Sûriyê yên pir etnîk û bawerî hene de modelên merkezperest ên dewletan, di dîrokê de ji bo ku ferqûcudahiyên civakan di binê zextê de bihêlin, ferq û cudahiyan tine bihesibîn û civakê bê îrade bikin hatine avakirin. Şiklên wisa yên dewletan, timî bûne navendên pevçûnên navxweyî, asimîlasyon û îsyanê, û bûne navendên pirsgirêkên aştî, îstiqrar û ewlekariyê, bûne çavkaniya pirsgirên ku dawî lê nayê. Her wiha şiklên wisa yên dewletên merkezî, bi piranî ji bo ku civakê di binê kontrolê de ragirin, dewlemendiyên çandîû etnîkî wekî gefek bin dîtine.
Sîstemên merkezperest û yekperest, bi piranî hewl didin ku civakê di nava nîvengeke homojen de ragirin û tenê li yek li merkezeke hakim a hegemon girêbidin. Ev feraset îradeya azad a civakan nasnameya wan a pirrengî red dike û hewl dide ku wan li derdora tenê yek îdeolojiyê yan jî yek çandê bike yek. Bişaftin û şidet, rêbazên vê yên sereke ne. Lê rûxmî ku konfederalîzma demokratîk, otorîteya merkezî red nake, ji bo ku civak bi nasnameyên xwe, bi baweriyên xwe û bi çandên xwe bi şiklekî azad bijîn, têkoşîn dimeşîne û vê ferasetê dide pêş. Di vê modelê de, li şûna merkeziyetê, bi terza koordînasyona di navbera rêveberiyên xwecihîde û heqê tevlîbûn û temsîla wekhev di rêveberiya neteweyî ya konfederal de, xwe bi rêxistin dike.
Ji ber vê rewşa nerm, ew derfet derdikeve holê ku civakên heyî bêyî ku heqê xwe bi rêvebirinê binpê bikin, di çarçoveyeke giştî de biryarên hevbeş bigirin. Konfederalîzma demokratîk, ne tenê ji bo herêmekê, hemû rengînî û dewlemendiyên civakî û çandî yên welêt qebûl dike. Ev jî, wê bingêhê datîne ku komên etnîkî yên curbicur, bawerî û çandên curbicur xwe îfade bikin.
Demokrasî, ne tenê bi hilbijartinê, ji bo ku her grûb-kom îhtiyac û daxwazên xwe yên xwecihî pêşwazî bikin, bi heqê xwe yê avakirina şiklên rêveberiyê hê jî manedar dibe. Her herêm dikare mijarên wekî rêveberî û qanûnên xwe yên hindurîn, ewlehiya hindurîn, perwerde, tendirustî û ekonomiyê diyar bike. Di heman demê de ji bo hemû Sûriyê mecliseke hevbeş yan jî organa koordînasyonê tê avakirin. Ev organ, wê li ser îhtiyacên hevbeş ên rêveberiyên xwecihî yên cuda nîqaş bike, lê dîsa jî wê her herêm, xweseriya xwe biparêze, di vê mijara şirîk de biryaran bigire.
Sûriye, ji aliyê etnîk û olî ve pir zêde dewlemend e. Di modelek ku vê dewlemendî ûcurbicurbûnê dihewîne ya demokratîk de, her grub dikare bi azadî nasnameya xwe îfade bike. Dema ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Elewî û Durzî û hwd. rêveberiyên xwe yên xwecihîava dikin, di heman demê de wê di rêveberiya giştî ya Sûriyê de bibin xwediyê heqê gotinê yêşirîk. Di modeleke bi vî şiklî de ti grûb, nikare li ser grûbên din hegemonyaya xwe ava bike, lê fêmkirina hev, hevkariya bi hev re ya di navbera grûbên cuda de bingeha her tiştî ye.
Modela demokratîk konfederal ku ji bo pêşeroja Sûriyê hatiye pêşniyarkirin, ne tenêferqûcudahiyên coxrafîk yan jî etnîkî qebûl dike, di heman demê de rêngîniya çandî û olî ya hemû civakan jî qebûl dike.
Ev model, ji bo ku di navbera civakan de hê zêde wekhevî çêbibe, hê zêde azadî û hê zêde rêveberiya hevbeş çêbibe derfeteke girîng e.
Konfederalîzma demokratîk, ji tahakûma sîstemên merkezî xwe dide aliyekî û xweseriya her herêmê nas dike; qadeke nerm a koordînasyonê diafirîne ku hemû Sûriyê bi hev re karibe bijî. Di vê modelê de, hemû civat, xwediyê wê azadiyê ne ku bi nasnameyên xwe bijîn û di heman demê de wê derfetê bi dest dixin ku ji bo Sûriyeke hevbeş û şirîk jî, bi hev re tevbigerin. Di encamê de, di giştiyê Sûriyê de sîstema konfederal demokratîk, pêkhateyek ku gelên heyî xwe îfade bikin, wekhevîxwaz û azad çêdike.
Taybetmendiyên Esasî Yên Rejîmek Konfederal A Demokratîk, Dibe Ku Ev Bin:
Meclisa Sîwanê ya Hevbeş:
Meclîseke sîwan a wisa ye ku temsîla kantonên cuda dike û di mijarên wekî polîtîkaya ji derve, parastin û bazirganî de koordînasyonê çêdike.
Bihêzkirina Rêveberiyên Xwecihî:
Kanton û hwd. di karûxebatên xwe yên wekî karê hindurîn de bi temamî serbixwe ye ûpolîtîkayên xwe yên herêmî diyar dike.
Azadiya Jinê û Tewazina Ekolojîk:
Rola jinan a di civakê de tê xurtkirin, rêxistinbûna xwe ya xweser û sîstemên xwe yên demokratîk û polîtîkayên ku li pêşberê pirsgirêkên ekolojîk hesas in, bi pêş dixin.
Konfederalîzma demokratîk, sîstemek wisa ye ku xwe dispêre bingeha demokrasî û rasterast tevlîbûna gel. Demokrasiya radîkal, azadiya jinê û domdariya ekolojîk stûnên esasî yên vêmodelê ne.
Bi zeyifbûna otorîteya merkezî, li şûna dewleteke merkezî, avaniyek ku tê de rêveberiyên xwecihî derdikeve li pêş, tê înşaakirin.
Sîstema Koordînasyonê ya Konfederal Demokratîk
Li şûna Rêveberiya Merkezî, Koordînasyona Nerm (esnek)
Konfederalîzma demokratîk, otorîteya merkezî red nake lê wê sînordar dike û li gorî îhtiyacên xweser ên civatên cuda cuda, modeleke koordînasyonê ya nerm pêşniyar dike. Ji ber vê yekê, sîstema federatîf ku faktorên etnîkî, bawerî û coxrafîk esas digire bi rêxisin dike.
Kongreya Gelan û Meclisa Temsîlkaran (berdevkan)
Kongreya gelan, wekî meclisek ku tê de rengîniya etnîkî, bawerî û çandî di asta neteweyî de temsîla xwe dibînin, dixebite.
Meclîsa temsîlkaran (berdevkan) jî, di asta neteweyî de kanton û rêveberiyên xweciyî yên herêman koordîne dike. Yan jî modela sîstema ku vê gavê di sîsteme xweser a demokratîk de bi rêxistin bûye, tê pêşxistin.
Organeke (sazî-dezgehek ) koordînasyona neteweyî ku tê de berdevkên hemû kantonên xweser û herêmên xweser tên cem hev, tê çêkirin. Ev avanî, karûxebatên wekî polîtîkaya ji derve, ewlekarî û ekonomî ku di asta neteweyî de ne diyar dike.
Rayeyên Rêveberiyên Xwecihî (kanton, eyalet, avaniyên xweser û sîstemên federatîf)
Mijarên wekî ewlekariya hindurîn, perwerde, tendirustî, zîreat, enerjî bi temamî di binêberpirsiyariya rêveberiyên xwecihî de dibin.
Rûxmî ku artêşa neteweyî heye, di şiklê rêxistinbûna artêşê de şiklê rêxistinbûneke nû têpêşxistin. Ji bo ku etnîsîte û bawerî bikevin binê ewlehiya makezagonî û derbasbûna demokrasiya temam were çêkirin, divê hêza parastina cewherî hebe. Lê divê ev ji yekbûna fermandariya artêşa neteweyî û fermandarên herêmî were çêkirin. Ji vê paşde gav nayê avêtin.
Terkîba Modela Konfederal Demokratîk Li Sûriyê (Rengîniya Coxrafîk, Etnîkî Û Çandî)
Sîstemeke konfederal demokratîk, bi liberçav girtina pêkhateya pir çandî û rastiyên heyî li Sûriyê, wekî ku bibe sedema ku taybetmendiya coxrafîk li pêş be, bi terkîbek ku xwe dispêre dewlemendiyên etnîkî, bawerî û çandî dikare were înşakirin. Ev model, li şûna otorîteya merkezî, bi sîstemeke koordînasyona nerm (esnek), dike hedef ku rengîniya civakî were parastin û xweseriya rêveberiyên xwecihî xurt bibe.
Herêmên cuda yên Sûriyê, dikare li gorî taybetmendiyên coxrafîk û çêbûna wê ya demografîk û li gorî rêngîniyên çand û baweriyan, dabeşî yekeyên rêveberiyê (xweser, federatîf, kanton, eyalet) bibe. Divê her herêm li gorî taybetmendiyên xwe yên dîrokî, çandî û demografîk wekîfederasyon yan jî herêmên xweser were înşakirin.
Rojhilatê Sûriyê
Li coxrafyaya berfireh a li rojhilatê Firatê, bajar û navçeyên wekî Reqqa, Tebqa, Kobanê, GirêSpî, serê Kaniyê, Hesekê, Qamişlo û Dêrik wekî kantonên xweser yan jî wekî şiklên din ên rêveberiyê tên organîzekirin. Wekî “Konfederasyona Demokratîk a Firatê” yan jî wekî“Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” dikare were pênasekirin.
Lazkiye û Tartûs
Ev herêmên ku civata Elewî zêde lê dijîn, li ser esasê çand û baweriya xwe, şiklê rêveberiya xwe diyar dikin û ava dikin.
Cebel-î Durzî
Li herêma ku gelê Durzî zêde lê dijîn, modeleke xweseriyê ku xwe dispêre kevneşopiya civaka wî gelî yan jî modeleke din tê pêkanîn.
Eger gelê Ereb ên Sûnî, di vê çarçoveyê de werin bicihkirin, herêma ku ew lê herî zêde dijîn, derdora Hama, Humus û Şamê ye.
Ev model, li gorî herêmên cuda yên Sûriyê, taybetmendiya wê ya coxrafîk û têkiliyên dîrokî ûçandî, xwe dispêre avaniyên federatîf. Her herêma federatîf, wekî derfet bide ku civatên etnîkîû baweriyê yên di nav de dijîn temsîla xwe nîşan bide, xwe birêxistin bike û di heman demêde çarçoveyek ku di asta neteweyî de yekîtiyê biparêze pêşkeş dike. Her herêma federatîf, li gorî taybetmendiyên xwe yên coxrafîk şikil digire û li ser çavkaniyên xwezayî yên wekîenerjî, av, zexîre û çavkaniyên din ên xwezayî jî, wê bibe heqê rêveberiyê. Bi şiklekî adilane bi karanîna van çavkaniyan, destekê dide geşedana xwecihî û wê bi mekanizmayeke di asta neteweyî de were bi rêvebirin.
Federasyona Elewiyan (Lazkiye û Tartûs)
Ev avaniya federatîf, wê herêmên ku Elewî zêde lê dijîn ên wekî Lazkiye û Tartûsê bigire nava xwe. Lê civata Sûnî, Krîstiyan û civatên din jî rêxistinbûna xwe ya navxweyî wê bi şiklêmeclisan bi pêş bixin, di nava meclisa federatîf de jî li gorî kotayên ji wan re hatine dayin xwe temsîl bikin. Federasyona Elewiyan, wê bi taybetî ji xwe re bike hedef ku bi parastina azadiyabawerî û çandî, civakên din bi şiklekî wekhev temsîla xwe bikin. Ev herêm ji aliyêçavkaniyan ve bi taybbetmendiya xwe ya coxrafîk ku xwe digihîne Behra Spî, xwediyêgirîngiyeke stratejîk e. Bendera Tartûsê ji bo bazirganiya navneteweyî bi roleke merkezîradibe, araziyên çandiyê yên li herêmê û masîvanî, stûneke din a ekonomiyê ye.
Federasyona Rojhilatê Firatê (Bakur-Rojhilatê Sûriyê)
Ev herêma ku gelên curbicur ên wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen bi hev re dijîn, wê bibe federasyonek ku xwedispêre rêgeza konfederalîzma demokratîk. Qadên ku şêniya Kurd lêzêde dijîn, wê bibin xwediyê rêveberiyên xwe yên xweser; civakên Ereb, Suryanî û civakên cuda jî wê karibin organên xwe yên rêveberiyên xwecihî çêbikin. Meclisên hevbeş ên li herêmê, wê tevlîbûna hevbeş a hemû beşên civakî bixin binê ewlehiyê. Ji aliyê çavkaniyan ve, yanî ji aliyê petrol, rezervên xaza xwezayî û zîreatê ve yek ji herêmên herî dewlemend êSûriyê ye. Di heman demê de çemê Firatê, ji bo herêmê ji aliyê zîreat, av û hilberîna enerjiyêfeydeyeke mezin dide. Enerjiya li herêmê, ne tenê wê destekê bide geşedana herêmê, wê di nava federasyonan de were parvekirin û ekonomiyeke neteweyî were înşakirin.
Federasyona Durziyan (Sûriya Başur, Siweyda)
Siwêyda û derdora wê ku Durzî zêde lê dijîn, wê bibe merkeza vê federasyonê. Gelê Durzî li aliyekî wê bawerî û çanda xwe bi azadî bijî, li aliyê din wê grûbên din ku li herêmê dijîn jî,bibin xwediyê heqê xwe temsîlkirinê û xwe bigihînin derfeta rêxistinbûna xwecihî. Siwêyda jîherêmek wisa ye ku bi taybetmendiya xwe ya erdên xwe yên zîreatê û bexçeyên xwe yên fêqiyan derdikeve li pêş. Di heman demê de potansiyela wê ya enerjiya rojê jî zêde mezin e. Federasyona Durziyan, wê li aliyekî ji bo ku îhtiyacên ekonomîk ên civaka herêmê pêşwazîbike, çavkaniyên zîreatê û çavkaniyên enerjiya dikare were nûkirin bi kar bîne û ji aliyê din ve jî ji bo ku çavkaniyên avê yên li herêmê werin birêvebirin, tevlî mekanîzmaya hevkariyêya neteweyî bibe.
Federasyona Şam û Derdorê Wê
Şam hem ji aliyê coxrafîk ve û hem jî ji aliyê çandî ve di nav dilê Sûriyê de cihê xwe digire. Şêniya Sûnnî-Ereb ku li Şam û derdora wê zêde kom bûye, wê merkeza vê federasyonê pêk bîne, lê dîsa jî wê heqê temsîlê yê grûbên curbicur ên bawerî û etnîkî jî were pêkanîn. Ji ber ku payitext e, di çêkirina koordînasyona di navbera federasyonan de wê Şam bi roleke girîng rabe. Herêm bi sektora xwe ya bazirganî, sinayî û xizmetê wekî dilê ekonomîk ê Sûriyê ye. Federasyona Şamê wê li aliyekî di asta neteweyî de bi rola koordînasyon (koordînasyona nerm) û merkezbûnê rabe, di heman demê de wê rêveberiya çavkaniyên avê (çemê Barade) bi şiklekî adilane bi rêve bibe.
Rêveberiya Xwecihî û Meclisên Hevbeş
Her herêma federatîf, wê li gorî xweseriya coxrafyaya xwe sîstemeke rêveberiya xwecihî bi pêş bixe. Ev sîstemên rêveberiyê, wekî ku xwe bispêrin temsîla hevbeş a gel û baweriyên curbicur ên li herêmê, wê meclisa herêmê ava bikin.
Meclisên Hevbeş
Meclis, wê wekî ku hemû civatên di nava federasyonê de bi şiklekî wekhev tê de werin temsîlkirin, werin çêkirin. Biryarên ku di van meclisan de têne girtin, wê di encama tevlîbûna berfireh û lihevkirinê de werin diyarkirin.
Xweseriyên Xwecihî
Her civat, wê bibe xwediyê wî heqî ku ji bo ziman, çand û baweriya xwe saziyên serbixwe ava bike. dîsa her qad, li gorî etnîsîte, bawerî û şêniya xwe ya çandî meclisa xwe ya xwecihîçêbike lê di nava meclisên xwecîhî yên qadê de jî, jê re derfet were dayin ku bawerî û çanda xwe jî di asteke wekhev de tevlî bike.
Di Asta Neteweyî De Koordînasyona Federasyonan
Hewce ye hemû federasyon li ser esasê ku di mijarên ku hemû Sûriyê eleqadar dikin de hevkarî bikin û biryarên hevbeş bigirin, meclisek konfederal a neteweyî çêbikin. Wezîfeyên esasî yên vê meclisê ew e ku di mijarên stratejîk ên wekî polîtîkaya ji derve, parastin ûenerjiyê de koordînasyonê pêk bîne; pirsgirêkên muhtemel ên ku di navbera federasyonan de derbikevin çareser bike û yekîtiya giştî ya welêt biparêze.
Rêvebirina Çavkaniyên Enerjî û Ekonomiyê
Her federasyon, ji beriya her tiştî ji bo îhtiyacên gelê xwecihî pêşwazî bike, wê çavkaniyên xwezayî yên li herêmê bi kar bîne. Lê ev çavkanî, wê bi rêya mekanîzma meclisek di asta neteweyî de li gel federasyonên din jî werin parvekirin.
Hewza Enerjiyê ya Hevbeş
Hemû çavkanî, wê di navbera federasyonan de bi şiklekî wekhev werin parvekirin. Wê ev parvekirin, ji aliyê meclisa federasyona neteweyî ve bi şiklekî şefaf were kontrolkirin. Wê ji bo herêmên ku di dema rejîmê de ji parvekirineke wekhev bê par mane û paşde mane, nêzîkatiyeke pozîf were bipêşxistin.
Parvekirina Qezencên Madî
Qezencên madî ku federasyonan ji bazirganî, enerjî û zîreatê bi dest xistiye, wê biçin ji bo projeya geşedanê ya hevbeş ya di asta neteweyî de.
Fonên Geşedanê yên Xwecihî
Her federasyon, ji bo ku jêre binesaziya xwe ya xwecihî xurt bike, xizmetên perwerde ûtendurustiyê bi pêş bixe çavkaniyên xwe yên ekonomîk bi kar bîne.
Meclisa Federasyonê ya Neteweyî û Koordînasyona Çavkaniyan
Rêveberiya (çavkaniyên enerjî û ekonomîk, ji aliyê meclisa federasyonê ya neteweyî ve were koordînekirin. Ev meclis, wê ji temsîlkar-berdevkên federasyonan çêbibe û wezîfeyên li jêrîbigire li ser milê xwe:
-Çavkaniyên enerjiyê di navbera federasyonan de bi şiklekî adilane parve dike.
-Plansaziya projeyên jêre saziya hevbeş dike û fînansmana hewce peyda dike.
-Koordînasyona bazirganî û têkiliyên navneteweyî dimeşîne.
b. Şiklên ku dewlemendiyên etnîkî tên xistin nava yekeyên rêveberiyê (Parastina Nasnameyan)
Konfederalîzma demokratîk, ji bo ku li Sûriyê hemû civat bi şiklekî azad nasnameyên xwe îfade bikin sîstemekê înşaa dike. Di astxwecihî de jî, bi qasî ku di saziyên wekî federatîf, kanton û hwd. de bi şiklekî wekhev û azad di meclisan de temsîla xwe bike, meclisên xwe ava dike.
Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çeçen li herêmên xwe rêveberiyên xwe yên xwecihî ava dikin.
Her grûba etnîkî, dibe xwediyê wî heqî ku zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe bide jiyin, bi pêş bixe û xwe bi rêxistin bike.
Têkiliyên di navbera grûbên etnîkî de, wekî ku xwe bispêrin temsîliyeta wekhev, di qada xwecihî de di saziyên federatîf de yan jî di meclisên xweser de xwe îfade dikin; dîsa di konreya gelan de yan jî di meclisên hevbeş de wekî nifûs yan jî bi şiklê kotayên bi qasî hev tên temsîlkirin. Ev sazî-pêkhate, ji bo ku pirsgirêkên di navbera civatan de çareser bikin ûpolîtîkayên hevbeş diyar bikin, dixebitin.
c. Tevlîbûna Yekeyên Rêveberiyê ya Pêkhateyên Pirrengî Yên Bawerî û Xistina Wan a Binê Ewlehiyê
Di makezagona esasî de azadiya grûbên baweriyê û rêgeza sekulerbûn û laîkbûnê bingeh têgirtin.
Elewî, Sunî, Durzî, Krîstiyan, Êzîdî û baweriyên din, pêkhateyên xweser çêdikin ku îhtiyacên xwe yên olî bi şiklekî azad bidin domandin.
Saziyên perwerde û civakî ku baweriyê esas digirin bi pêş dixin.
Baweriyên olî yên her civatê, bi makezagonê tê xistin binê ewlehiyê.
Pêkhateyên baweriyê, meclisên xwe bi rêdixin û heqê van meclisan heye ku di meclisên xwecihî û giştî de bi şiklekî wekhev temsila xwe bikin.
Ji bo ku têkiliyên di navbera olan de xurt bibin, di asta neteweyî de dikare “Meclisên Baweriyan” werin çêkirin. Ev meclis, baweriyên cuda tîne gel hev, diyalog û hevkariyêteşwîq dike.
d. Parastin û Bipêşxistina Dewlemendiyên Çandî, Tevlîbûna Vê DewlemendiyêJi Bo Yekeyên Rêveberiyê
Çandên heyî meclisên xwe bi pêş dixin û heqê van meclisan jî heye ku di meclisên xwecihî ûgiştî de bi şiklekî wekhev temsila xwe bikin. Heqên Çandî yên xwecihî, tên xistine binêewlehiya makezagonê.
Her herêm, ji bo ku mîrasê xwe yê çandî bide jiyîn û bi pêş bixe, saziyên çandê yên xweser ava dike.
Mîrasê dîrokî yên Suryanan, ziman û jiyana wan a olî tê xistine binê ewlehiyê.
Nirxên Kurdan ên wekî ziman, wêje, huner û folklorê bi şiklekî azad tê jiyandin.
Jêrenasnameyên xwediyê cudahî yên çanda gelê Ereb jî têne naskirin û têne parastin.
Tirkmen, çand û mîrasê xwe yê dîrokî diparêzin , bi pêş dixin û didin naskirin.
Çerkes, nirxên xwe yên wekî ziman, çand û huner bi pêş dixin û didin naskirin.
Ji bo ku dewlemendiyên çandî di asta neteweyî de were naskirin û berbelav bibe, dikare “Konfederasyona Çandan” were çêkirin. Ev dezgeh-sazî, bernameyên perwerdeyê, projeyên veguherînê yên folklorîk û çandî organîze dike û feraseta di navber çandan de aştî ûlihevkirinê bi pêş dixe.
e. Hiqûqa Xwecihî û Mehkemeyên Xwecihî
Mehkemeyên xwecihî, her pêkhateya federatîf li gorî mekanîzmaya xebata hindurîn ûîhtiyacên civakî karûxebatê dimeşîne. Ev mehkeme, xweseriyên çandî, etnîkî û olî yên li wêherêmê li ber çavan digirin û bi vî şiklî edaletê pêk tînin.
Mehkemeya Bilind a Neteweyî (kontrol û şîrovekirin)
Mehkemeyeke bilind a di asta neteweyî de, lihevnekirinên hiqûqî yên cidî ku di navbera federasyonan de derketine dikare çareser bike. Dîsa, dikare kontrol û çavdêrî bike ku biryarên di mehkemeyên xwecihî yên federasyonan de hatine wergirtin, di çi astê de li gorîmakezagona federal û hiqûqa gerdûnî ne. Ev wê di civakeke xwediyê pirnasnameyî de mekanîzmayek nazik ava bike, da ku hemû grûp û civak bibin xwediyê heqê wekhev.
Çareseriya Lihevnekirinê ya Neteweyî
Mehkemeyên xwecihî bi piranî pirsgirêkên di asta herêmî de çareser dikin, ji ber vê yekê ji bo ku pevçûnên hiqûqî yên di navbera federasyonan de derdikevin yan jî ji bo lihevnekirinên hêmezintir ên di navbera civatan de, divê mekanîzmayeke çareseriyê ya lihevnekirinê ya neteweyî hebe. Ev mehkeme, bêyî ku dest li birayarên mehkemeyên xwecihî werde, li ser mijara nakokiyên hê mezintir ên hewce dike di asta neteweyî de werin çareserkirin kûr dibe.
Kontrola Li Ser Heqên Bingehîn û Rêgezên Gerdûnî
Kontroleke di asta neteweyî de, ji bo ku were kontrolkirin mehkemeyên xwecihî, di çi astê de li gorî nirxên mafên mirovan û gerdûnî ne, girîng e. Her herêma federatîf dikare li gorî nirxên xwe yên çandî, sîstemeke hiqûqî ji xwe re çêbike, lê divê ev sîstem bi rêgezên gerdûnî yên wekî hêqên bingehîn ên mirov, wekhevî û azadiyê re ne nakok bin. Mekanîzmaya kontrolê ya neteweyî, dikarê nakokiyên wisa tesbît bike û pêşniyarên çareseriyê pêşkeş bike.
Komîteyên Sulhê, Lihevkirina Civakî
Komîteyên sulhê, dikarin bibin pêkhateyên civakî yên bi armanca ku di navbera civakê de çanda aştî û lihevkirinê bi pêşxistinê. Ev komîte, bi taybetî bi karekterek pir nasnameyî û pir çandî, bi awayê ku civak xwe bispêrin nirxên xwe û kevneşopiyên xwe û çareseriyê bi pêş bixin, dixebitin. Bi piranî ji êxtiyar û jinan pêk tê. Rola jinan di vê xebatê de ew e ku ferqûcudahiyê, azadiyê û wekheviyê li ber çav bigire. Cih girtina jinan, dibe sedem ku edalet bi şiklekî hê berfireh û hesas pêk were. Komîteyên sulhê, bi mehkemeyên xwecihî re dixebitin. Ev komîte, wê di parelelê biryarên hiqûqî de hêzê bidin aştiya civakî.
Modela Rojhilatê Sûriyê: Konfederasyona Demokratîk a Firatê yan jî Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dibe ku ev model ji bo hemû herêman bibe çavkaniya îlhamê. Ev nav, hem balê dikişîne li ser rewşeke coxrafîk (Rojhilatê Firatê) hem jî wekheviya gelên li herêmê dijîn ên wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û civatên din temsîl dike. Konfederasyon, yekîtiya herêmên cuda ûhevkariya wan îfade dike.
Herêmên li rojhilatê Firatê, wekî yekeyên federatîf ên xweser têne rêkûpêkirin. Her yekeya federatîf, di mijara pirsgirêkên xwe de xweser e lê di pirsgirêkên hevbeş de bi hev re tevdigere.
Rohilatê Sûriyê, bi taybetî herêmên li rojhilatê Firatê, di salên vê dawiyê de kapasîteya xwe ya xwe bi xwe rêvebirinê bi pêş xistine. Di seranserê 13 salan de, hem ji aliyê coxrafîk ve ûhem jî ji aliyê etnîkî ve xwe bi xwe bi rêve biriye û di vê pêvajoyê de bûye qada herî bi îstîqrar a herêmê. Ev model, ji bo konfederalîzma demokratîk mînakek girîng e, ji ber ku li vêderê, hem rengîniya etnîkî, baweriyan û hem jî rengîniya coxrafîk li pêş e. Lê di vê pêvajoyêde hewce dike di aliyê sîstemê de nûbûn were çêkirin. Ereb xwe bi rêve dibin, li gorî şêniyê ji bo etnîk û baweriyan heqê bi şiklekî wekhev temsîla xwe kirinê tê naskirin. Heman tişt, ji bo Kurdan, Suryan û Ermenan jî derbas dibe.
Herêm etnîkên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û civatên curbicur ên baweriyan dihewîne. Ev coxrafya, ji bo modela demokratîk konfederal qadeke pir baş e; ji ber ku li vêderê hem rengîniya etnîkî û hem jî rengîniya coxrafîk xwediyê cihekî girîng e.
Rojhilatê Sûriyê, coxrafyayeke wisa ye ku rejîma Baas’ê hewl daye pêkhateya etnîkî ûdemografîk biguhere. Pêkhateya demografîk ku hatiye xirakirin êdî nayê guherîn, ji ber ku pêkhateyên civakî di asteke diyar de di nava hev de heliyane û ketine zikhev. Lewra, RojhilatêSûriyê bi modela demokratîk konfederal înşakirin, ne tenê ji bo ku nasnameyên çandî û etnîkîbijîn, di heman demê de ji bo înşaakirina yekîtiyeke coxrafîk jî girîng e.
Rojhilatê Firatê, bi bajar û navçeyên xwe yên wekî Reqqa, Tebqa, Tel Abyad (Girê Spî), Kobanî, Serê Kaniyê, Heseke û Qamişlo herêmeke berfireh e. Ev herêm, di seranserê dîrokêde wekî coxrafyayek ku rengîniya etnîkî, dînî û çandî li gel hev dijî, balê dikişîne. Civatên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Sûryanî, Tirkmen û Çeçen, li vê herêmê bi hev re jiyîne û hem jînasnameyên xwe parastine.
Wekî Encam
Xebata ku me bi dest girtiye de li gorî taybetmendiyên coxrafîk ên Sûriyê hatiye terkîbkirin. Lê modelek wisa ya federatîf e ku gelek çand, etnîsîte û baweriyan digihîne hev. Faktora esasîya coxrafya ku digihîne hev, bi pêş dixe, bi hev re bi aheng e û dibe sedema lihevkirinê. Xweseriyên çandî u xwecihî bi rêya vê pênaseyên dikare bibin sedema yekîtiyê. RojhilatêFiratê 13 salan xwe bi rêve biriye.
Statûya Rojavayê Kurdistanê
Dema ku em di maneya coxrafîk de bi perspektîfa Rojavayê Kurdistanê lê dinêrin, ji aliyêdîrokî, sosyolojîk û etnîkî ve ji ber argumanên bi hêz ên heyî, em ê bi rewşeke nû re rû bi rûbimînin.
Herêmên wekî Ezaz, Bab û Cerablûs ji aliyê dîrokî ve xwediyê demografyayek tevlîhev e. Her çiqas sînorên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê coxrafya û etnîkî ve bi şiklekî zelal nikare were diyarkirin jî, têkiliyên dîrokî û civakî yên van herêman, bi cihên ku Kurd lê dijîn re rasterast û xurt in. Lê belê polîtîkaya Kembera Erebî ku rejîma Baas’ê li herêmê pêk anî bû, demografyaya herêmê bi şiklekî cidî guhertiye.
Vê polîtîkaya ku di 1960 û 1970’an de hatiye pêkanîn, kiriye armanc ku şêniya Kurd ji cihêwan bike û li şûnê, şêniya Ereb bi cih bike; li herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê, nifûsa Kurdan kêm bike û ‘herêmeke tampon’ çêbike. Bi taybetî li herêma Cizîrê ku Kurd lê zêde bûn, ev polîtîka pir bi bandor bû û demografyaya herêmê bi şiklekî sûnî hate guherîn. Bab, Ezaz ûCerablûs jî pir zêde ji van polîtîkayan bi bandor bûn.
Dibe ku di nava deryayan de girav hebin, lê li bejahiyê nabe ku girav hebin. Aşkere ye Efrîn ji aliyê coxrafîk û çandî ve ne giravek e ku ji derdora xwe tecrîd bûye. Têkîliyeke çandî, etnîkî u cofrafîk a Efrînê li gel Bab, Ezaz û Cerablûsê heye. Ev herêm di seranserê dîrokî de herêmên ku hem çanda Kurd û hem jî şêniya Kurd lê hebûye. Lê belê polîtîkaya asîmîlasyonê ya rejîma Baas’ê ya bi navê ‘Kembera Erebî’, faktorên wekî nêzîkbûnên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê ev têkilî ji hev qutkirin.
Dibe ku giravek li deryayê hebe lê li bejahiyê li coxrafyayên ku gel lê dijîn, hebûnên yekpare,xwezayî û sosyolojîk in. Lê belê rejîma Baas’ê û dewletên din, hewldan ku vê yekparetiyê bi sînorên çêkirî û bi polîtîkayên asîmîlasyonê tine bikin. Hewldanên ku coxrafyaya Kurdanbidin ji bîrkirin, hem di aliyê fîzîkî de û hem jî di aliyê çandî de hatin derxistin pêş. Vê rewşêne tenê coxrafyaya Kurdan kir hedef, di heman demê de nasnameya wan a dîrokî û sosyolojîk jî kir hedef.
Akademiya Zanista Civakî