MakaleUncategorized

BI JIN Û JIYAN WÊ PERGALA TUNDIYÊ HILWEŞE

Evîn Ehemed

Hebûna jin û zilam pêwîste wekî pirsgirêk neyê dîtîn. Hebûna herdû zayendan xwezayî ye, neçariya zindîbûn, zêdebûna gerdûnê ye. Heger du dibendî bibin wekî heve, nexwe heyîn wê ne pêkan be. Nimûne, bi du jinan yan jî bi du mêran pirsgirêka xwe zêdekirina hebûna civakî ne gengaze. Lewra nirxa gotina çima jin, çima zilam nîne. Her zaman çok daha fazla çaba harcamanız gerekir. Lewra hebûna jinû zilam ne pirsgirêke xwezayî ye neçariya zindîbûnû zêdebûna gerdûnê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

Hebûna jin û zilam pêwîste wekî pirsgirêk neyê dîtîn. Hebûna herdû zayendan xwezayî ye, neçariya zindîbûn, zêdebûna gerdûnê ye. Heger du dibendî bibin wekî heve, nexwe heyîn wê ne pêkan be. Nimûne, bi du jinan yan jî bi du mêran pirsgirêka xwe zêdekirina hebûna civakî ne gengaze. Lewra nirxa gotina çima jin, çima zilam nîne. Her zaman çok daha fazla çaba harcamanız gerekir. Lewra hebûna jin û zilam ne pirsgirêke xwezayî ye neçariya zindîbûn û zêdebûn gerdûnêye.

Ji bo berdewamiya jiyanê tevî hebûna sürüsü zayendan girînge, lê dema mirov li dîrokê temaşe dike mirov dibîne ku zayenda mêr onun zamanında di nava hewildana tinekirin û têkbirina zayenda jin de ye. Dema mirov li jiyana tevahî zındiyan meyze dike, mirov dibîne kû ti cûre zindî bi biqasî cinsê mirov neketiya nava hewildanên hevdû qedandinû tinekirinê. ti deman zayendekî evqas deshilatiya xwe li ser zayenda dî nekiriye û ne çewisandiye. Lê di cûreya mirovan de ev rastî ji xwezaybûna wê hatiye derxistin. Her tim zayenda zilam xwe ji zayenda jin cuda daye nîşan. Ev jî di bin navê kû di warê biyolojîk de cewaziyek heye. Helbetê ev feraset ku behsa wê tê kirin, ti rastiya xwe nîne û dûrî aqilane. Nabe kû cudahiya biyolojîk bibe sedema serdestiya mêr . ev feraset dûrî rastiyê yeû ne xwezayî ye, feraseteke ji milê aqilê zilamê serdestû xasûk ve hatiye çêkirinû rewakirin. Ji xwe heta roja me ya îro jî ev ferast berdewame û satın al sedema kû jin nikaribe di tevahî qadên jiyanê de hebûna xwe îfade bike, hêz û rengê xwe bide nîşan.

Her wiha di hemû serdemên dîrokê de jî bi hin ferasetên din tevlîbûna jiyanê ji jin re hatiye qedexekirin. Em ji sümeran bigirin kû wekî cariye û kole hatiye bikaranînû di wira de teşe girtiye.dîse di serdema dînên yek xwedayî de, di bin navê ku ew namûse, kêm eqle, zehîfe, gunehe, herame ew di nava çar dîwaran de hatiye hebiskirin. Dîse di serdema kepîtalîzmê de di bin navê modernîteyê û azadiya sexte de bi her cureyî tê pazarkirin û firotin. Dixwazin dikarin bajon’u kazanın. Modern kapîtalist jî dibêje. Ew wekî sazekê ye çawa dixwazin lêbidin.

Bi herikîna dîrokê re dema mirov meyze dike, qonax pey qonaxê dê hişmendiya zilamsalarî her çuye pirsigirêka jin wekî girêka kur lêkiriye û li hev alandiye, heta gihiştiye asta kû rewşa heyî ji bo jin mîna qederekê bê dîtinû pekrandin. Bi rêbazên mitolojik. felsefîk ewqasî pênaseyên xirab li jin barkirin kû êdî ew wekî zayenda kû ti risteke wê ya erênî di nava civakê de tineye bê rewakirin, her û her wekî nesnesi lê bê meyzekirin.

Bi giştî û bi teybet zilamê rojhilata navîn ê di her qadê de têk çuye êşa van têkçûnan tevan bi zanebûn an jî ji xwebere bi jinê dide jiyîn. zilamê kû bi hirsa nikare civaka xwe biparêze, bê çare dimîne. rya derketinê nabîne di nava malbatê de wekî dînan êrîşî jin û zarokan dike û tûndiyê li wira vala dike. ji ber tenê vira qada kû dikarê têde zilamtiya xwe bide nîşan dibîn. Ji xwe wekî ku rêber APO jî dibêje. Ji dervî malê û jinê ti  qadên kû zilam bikarê deshilatiya xwe têde bide meşandin nemaye. Lewra li ser jin ferzdike û dibêje. Yan ji sedî sed tê ji deshilatiya min re xizmet bike û serê xwe biçemînê, yan jî ji sedî sed tê bimire. Di virde diyar dibe kû di deruniya zilamê deshilatdar de jin tinekirin heye. ew her tim jin gunhbar dibîne. Lewra her tim mîna diktatorekî bi ser jin de qîrdike, lêdide, ditirsîne. Yanî bi vî rengî vîna wê diqedîne. heta kû ew deshilatiya xwe hisneke, bi hêsanî dev ji jinê bernade. Mîna qesabê ku lawiran digire ji bo ser jêke, di virde lawir pêdihise û direcife, sekna jinê jî beramber zilam vê recfê tînê bîra mirov. heta ku jin beramber wî nerecife zilam dilê wî rehet nabe. Ji ber şertê yekem yê serdestibûnê eve. Qesap carekê jêdike, lê ew heroj û heta dawiya temenê xwe tê kuştin.

Ji bo kû desthilatdariya xwe biparêze her cure şidet bikartîne. Mîna dewletek ku dema wê tiştek ji dest biçe ew ji bo wê dewletê dibe bihaneya vekirina eniyeke şer. İmperatorê ( zilam )biçûk jî heman tişt tînê serê jin bi teybet dema mesele dibê namûs, yan jî lewazkirina deshilatdariya wî.

Ji bo têkbirina nasnemeya jin di tevahiya dîrokê de her tim zilam di nava hewildan û têkoşîneke mezin de buye. Ev hewildan ji milê zilam de bi gelek rêbêzên tundiye yên wekî. Kuştin Lêdan, tecawiz û gefxwarinan…h.w htiye meşandinn, ne tenê li ser bedena wê, ev rêbazên tundiyê li ser ruhê wê , hest, derûnî û vîna wê jî hatiye meşandin. Gelo sedemên vê dijminatiya ewqas dijwar çiye? Bê goman sedem vê jî sedemên kûr û dîrokîne. Sedemên wê hişmendiya deshilatdar ya baviksalariye. hişmendiya kû koka xwe 5000 sal avêtiye û heta roja me ya îro xwe berdewam dike. ji xwe xwezaya deshilatiyê koletî dixwaze. ji bo kû zilam deshilatdariya xwe ji dest nede bi herikîna her serdemeke dîrokê re pirsgirêka jin kûrtikiriye û ji bo kû serdestiya xwe mayinde bike, li himber jin ketiye nava gelek hewildanên xapînok, kirêt û xasûk. Bi gelek rêbazan her tim jin di çavê civakê de reş kirye. Wekî zayenda herî lewaz, bê kêr, xirab daye nîşandan.

Serdestiya kû bi tûndiyê serxistiye xirûr dibîne û keyfxweşî jê digire ji bo parastina wê serdestiyê li ser jin buye mîna gurê har. Di vê serdema me de jî ji bo kû vê deshilatdariya xwe ya hezarê salan bi dest xistî ji dest nede, jin nebê xwedî vîn xwedî nirx hemû cureyên tundiyê li himber jin xistiye dewrê

. gelek cureyên tundiyê her kes dibîne, lê hin rêbazên tundiyê li himber jin tên bikaranîn û jin wan nêzîkbûnan wekî kû ji berjewendiyên wê re famdike û ev siyaseteke gelekî metirsîdare ku li himber tê meşandin. Were di bin navê jina mine, keça mine, jê hesdikim dibêje û ji milê dîve dikuje û parçedike.

di vê mijarê de rojê bi hezaran buyer tên jiyankirin, lê kes ne di ferqêdeye ku  ew bi destê pergala baviksalar tên pilankirin û organîzekirin. Bi teybet dema em li rewşa jin ya îro meyzedikin em dibînin jin rû bi ruyê bobelatekê mezin ve. Di ti demên dîrokê de bi qasî vê demê koletî li ser jin nehatiye ferzkirin û ti koletî bi qasî koletiya jin ê nehatiye rewakirin. Niha jin serdema koletiyê herî kûr dijî. Lê wekî ku ew azad dijî tê nîşan dan. Ji xwe ya herî bi êş û tirajedîk jî ev. Kol bijî, lê wekî kû azad dijî nêz xwe dibe.

Pergala kapîtalîst jin kiriye koleyeke modêrin. Keda wê, fikra wê, bedena wê, her tiştê wê dagirkirye. Jin bi temamî ji cewhera wê hatiye valekirin û ji aliyê teşe  ve jî zêde pê hatiye lîstin û xistine rewşeke pîrektî. Jintiya kû hatiye pêşxistin armanc jê windakrina kesayeta jinê ye. Bi temamî jina kû ajo û daxwazin zilam têr dike avakirye. Ev siyaseta şerê teybet, tundiya bê sînor ya kû li himber jin tê meşandin, tolhildana li himber nirxên jin yên 5000 saliye.

Di nav vê dîroka dûr û dirêj de tevî van hemû siyasetin kû li ser jin hatine meşendin, lê dîse jin têkoşîna xwe nedaye rawestandin, li himber zilm û bê mafiyê her tim serê xwe bilind kiriye. Em ji xwedavendên jin yên mîna înana û tiyamat bigirin, hersê xuşkên Mîrabêl, Rindê xan, Hefse xan,  Besê, Zerîfe, û bi derketina partiya karkerê Kurdistan PKK re jî di bin felsefa  jin jiyan azadî de bi sedan jinên lehing yên mîna Sara, Zîlan, bêrîtan û wekî xeleka dawî Asyayan derketin ser dika dîrokê. Ev ji bo me dide nîşan kû ruhê têkoşîn û berxwedaniyê û hêviya jiyanek azad ticarî di jin de nehatiye sarkirin. Îro ev kesayetên dîrokî û navdar bûne çirûska hêviyê û têkoşînê ji bo tevahiya jinan. Vê rastiya em behsa wê dikin bi zelalî bi pêşengiya jin xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de da nîşan, her wiha di şoreşa jin jiyan azadî de li Rojhilatê Kurdistanê kû Jîna Emînî bû çirûska wê derket holê. di rastiyê de van deskeftiyên jin û sekna jin ya berxwedêr û efsanewî pergala hişmendiya tundiyê hejand.

Wekî encam tekana dawî li ve hişmendiya zayendperest, deshilatdarû pergala tundiyê anîn têkoşîn, hevgirtin û rêxistinbûne. Ji nûde afrandina jinê ye. Ji ber afrandina jin, afrandina jiyanê ye. Ji ber jin û jiyan heman tiştin û mirov bi têkoşînê tê afrandin. Çawa me di serî de destnîşan kiribû kû di roja îro de koletî û tundûtîjî ji her demê zêdetir li ser jin tê ferzkirin, wê demê pê wîste wekî jin jî ji her demê zêdetir têkoşîna xwe geştir bike û rihê hevgirtinê bilindtir bike. Wekî kû rêber APO jî dibêje. “Hemû koletiyên din bi koletiya jinê ve girêdayîne.” lewra heta kû koletiya jinê neyê ji hev derxistin û famkirin wê koletiyên dî jî neyên famkirin, ji bo vê heta ku dawî li koletiya jinê neyê anîn wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Onun wiha heta siyaseta tûndiyê li ser jin neyê bi dawîkirin, wê ev tûndî li ser civakê jî neyê rakirin. Ji ber rewşa civakê bi rewşa jin ve girêdayî ye. lewra azadiya jin ne tenê ji bo jin giringe, di heman demê de ji bo tevahiya civakê jî heman giringiya xwe heye.  

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Check Also
Close
Back to top button