BANGA DÎROKÎ A SED SALÊ
Di serdemên ku civak di nava pêxertengî û kawisê de jiyan dike her tim ew serdem pêwîstiya xwe bi hêzeke mudaxelê dibîne, ji bo ku ji wê rewşa kirîz û kawisê rizgar bibe.
Lewra em dikarin bêjin ku bi derketina rêber APO re çirûskên çareseriya vê kirîza rojhilata Navîn û cîhanê xwe da der, ji bo ku pirsgirêkên hene, kirîza ku tê jiyankirin bi dawî bibe, ev nêzî 50 sale rêber APO têdkoşe. Di ecma vî şerê cîhanê yê siyemde ku heta vê kêliyê jî berdewame gelek texrîbatên mezin hatin jiyankirin. Ji bo ku li pêşiya vê felaketê bê girtin rêber APO pêngavek dîrokî pêşxist, pêngaveke ku ne tenê Kurd tevahî mirovahiyê ji kirza sedsalê rêzgarbike.
Derketin û avakirina PKK mirov dikarê wekî mudaxelekî ji bo gelê ku hemû rojê dihate qetilkirin û inkarkirin bigrê dest. lê îro bi pêşengiya rêber APO mudaxelekî hîn mestir û kurtir pêşdikeve. Vê rastiya em behsa wê dikin mirov di herkîna dîroka partiya karkerên Kurdistanê heta roja îro dibîne. Dema ku rêber APO dest bi têkoşîn kir gelê Kurd di nava rewşeke gelek kambaxde bû. Heroj di nava komkujiyan re derbas dibû, zimanê wî, çand, kurdbûn, hebûn û her tiştê wî dihata qedexekirin û inkarkirin. Yanî bi temamî nasnema wî dihate inkarkirin. Ji nirxên xwe û koka xwe hatibû qutkirin. Ji xwe dewleta dagirker ya Tirk digot me Kurd hemû xistiye bin axê û me li ser çimento kiriye û êdî fetisî, mir û nema dikarê cardî rabê ser xwe. Lê rêber APO çikir mudaxeleyê vê rewşa Kurd kir û ji bo dubare zindî bibe û ji wê çala mirinê derxê û rêzgar bike, bê rawestan kete nava hewildanên têkoşînê yên bê hempa . Di nava şertên herî zor û zehmetde heta dawî li ber xwe da û di encamê de gelê Kurd rakire ser piyan û ji wê xewa mirinê hişyar kir û gel kete ser rêya têkoşîna azadiyê. ji ber ewqasî zilm û zor li ser kurdan dihate meşandin êdî ji dervî rêya çek bikaranînê tu rêyên dî nemabûn. Ji ber pêwîstiya gelê Kurd lazgîn bi hêzekî parastinê hebû. Lewra PKK di sala 1984 de şerê çekdarî ragihand. Li ser vê rastiya ku dihate jiyankirin mirov dikarê bêjê ku dewlet bi xwe bû sedema ku şer çekdarî bê îlankirin.
Bi despêkirina şer ê çekdarî re gel hêz, cesaret û hêviyek mezin girt û bi vî rengî bi serhildanan destek da çalakiyên gêrila, kete nava xwe rêxistinkirinê, tevî girtin û Kurştinê jî lê wî carekê baweriya xwe bi hêza Gêrila û biryara rêber APO ya têkoşînê, serkeftinê û jiyank azad anîbû. Di wê demê de şerê çekdarî pêwîst bû bihata meşandin nexwe wê gelê Kurd nikariya ji nava pencên qirkirinê rêzgar buba. Lê li kêleka vê her tim rêber APO bi çareseriya aşîtiyan û demokratîk jî fikiriye. Lewra di sala 1993 de banga agirbestê kir û dixwest pêvejoya aşitiyê pêşkeve, lê mixabin çeteyên hindirîn û derve nehiştin ku gev ber bi aşîtiyê ve bê avêtin. Hemû rê û rêbaz xistin dewrê ji bo pêşiya wê pêvejoyê bigirin û bi vî rengî nehiştin ku ew hewildana rêbertî bigihije encamê. Lê dîse rêber APO dev ji hewildanên xwe yên çareseriya demokratîkî berneda û ji bo dewletê bînê wê astê di nava salên dirêjde hewildanên wî her berdewam bû. Wekî mînak jî di kongra ku di sala 1995 de hate li darxistin li wira jî dîse hewildanên rêber APO çêbûn, xwest ku tevgera azadiyê bikeve nava guhertinan. Wê demê jî hindek kesan di nava dewletê de dixwestin guh bidin banga rêbertî. Ji ber wan kesên wekî Ozal û Erbeqan dizanîn heger dewlet li ser siyaseta xwe ya imha û inkarê berdewam be, ew ê hilweşe. Lê mixabin heger em bala xwe bidinê ev deshilatdarî çi kesê hewldana wî ya aştî û demokrasiyê hebe li himber wan dikevine nava hewildanên tinekirinê. Ev rastiya em behsa wê dikin, ji kesayetên wekî menderês em bigirin heta Turkot Ozal û Necmedîn Arbeqan…h.w dîse li ser bi sedan kesayetên siyasetmedar, rewşenbîr, ekademisyan, rojnemevan û dilpakên welatparêz heta roja îro jî bi şêwazên cur bicûr hatin qetilkirin û têne tinekirin. Êdî pêwîste dewleta Tirk destê xwe danê ser komê xwe û li xwe mûkur were û rastiya xwe jî bêje. Tevî van hemû kiriyarên xwe jî dîse dibêje PKK terore û pêwîste PKK nemîne. Di rastiyê de ew bixwe kar û siyasetên terorê bi rêve dibe. Beriya niha rêber APO gotibû. yên ku derdora xwe rexne dikin, pêwîste despêkê bizanin rexne li xwe bigirin. Yên ku hesab ji derdora xwe dixwazin, pêwîste despêkê hesab ji xwe bixwazin, yên hinek dî dadirzênin pêwîste despêkê xwe darzînin. Niha ev jî mesela deshilata Tirkiyê ye. Ji herkesî hesab dipirse û dixwaze, lê ticara nêzî xwe jî nabe û xwe di şaşiyan de nabîne. bi vê hemla ku bi banga rêber APO re despêkiriye, heger armanca dewletê pêşerojek baş û aram be, wê demê pêwîste li xwe mikur wer ê, hesab ji xwe bixwaze û dev ji van siyasetên ku wê lewaz dike berde.
Em bala xwe bidinê rêber APO piştî komploua nav netewî jî û tevî hemû şerê pîslolojîk û cezayê tecirîdê yên salan di nava çar dîwaran de, lê dîse ji armanca xwe nehate xwar û ew pêngava ku di sala 1993 de dabû despêkirin di nava şertên herî zor û bê derfetiyan de, li zindana imraliyê berdewamkir û temam kir. Di tevgera azadiyê de guhertin û peradîgma nû pêşxist û di 2005 de temam kir û wê demê jî got ez berpirsiyariya wê digirim ser milê xwe. Xwest tevahî tevgerê bixê riya siyasî û demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. cardin çav nebaran û yên xwedî berjewendiyên tenge û yên çavên wan li iqtdîrê nexwestin çareserî pêşkeve û di şer de israr kirin û dîse pêvejo û pêngav ku ji milê rêbertî de pêşketibû astengkirin. Ji bo ku peradîgma nû nekevê rojevê û meriyetê çi ji dest wan hat kirin. lê dîse rêber APO dev ji armanca xwe berneda û pêşberî hemû duniya yê, bi cesaretek pir mezin û ji hêza xwe bawer got. êdî serdema partiyan diqede dem dema têkoşîna gelane. Ji xwe pkk erka xwe ya dîrokî pêkanî. Ji xwe êdî gelê kurd ji xew hişiyar kir, gelê Kurd xiste aşiqê azadiyê, xwest êdî rêxistinbûna gel û îrada gel pêşkeve. Lê dewlet dîse şaş fikirî, wer dihizirî ku piştî dîl girtina rêber APO êdî tiştek nema û her tişt qediya, lewra dest bi êrîşên xwe yên imhayê li ser tevgerê û gelê Kurd kir. Li gor wan êdî dawiya gelê Kurd hat. Lê tevî hemû hewildanan dîse encam negirtin û hemû pilanên wan vale derketin.
Armanca banga rêber APO civak xurtkirine, îrada gel derxistina pêşe. Ji ber tevgera APO yî tevgerek îradê ye. Bi vê gava avêtî dixwaze Turkiyê jî mecbûrke ku gav bavêjê. Siyaseta demokratîk pêşxe, gel bike xwekî îrade û bikarê xwe birêve bibe. dixwaze pirsgirêka Kurd ji zimînê şer derxê û Ji niha û şûnde pirsgirêk bê şer bê çareserkirin. Lê mixabin piştî van hemû êşên ku gelê Kurd jiya ye, piştî ev hemû keda û têkoşîna ku bi salaye tê meşandin, lê hîna jî hindek naxwazin ev pirsgirêk bê şer çareser bibe, hîna jî di berdewama şer û komkujiyan de bi israrin, gelo çima? Ji ber wê kursiya wan ya deshilatê biçê, wê qeryala wan ji dest wan herê. Ji bo wê dayîm astengiyan çêdikin. Lewra yek ji armancê rêber APO valederxistina van aliyên bercewendî xwaze.
Di heman demê de yek ji hedefa Rêber APO ew bû ku bandorên sosyalîzma pêkhatî li ser tevgera azadiyê paqijbike. Dîse yek ji armanca banga dîrokî ya rêber APO cî bi cîkirina peradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin e. Armanc civaka azade, biratî û yekîtiya gelan. Pêwîste em jibîr nekin ku PKK gelek xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê kir. Pêşiya asimlasiyon, inkar û qirkirinê girt. Zanebûn di gelê Kurd de pêşxist, ji bo Kurdan nasneme çêkir, siyaseta demokratîk pêşxist, şoreşa jin çêkir, bi kurtasî tişta ji kurd hatibû sitandin lê vegerand, kurdê xweşik avakir û hişt ku Kurd di nava cîhanê de bê heskirin û pecrandin.
Beriya ev hemleya dîrokî despêkê dewletê êrîşên xwe zêde kir ji bo ku bersiv bê dayîn, tevgera azadiyê bixê nava şerekî dijwartir ji bo ku hemla ku rêber APO hazirî ji bo wê kiribû neyê pêkanîn. di virade diyar dibe ku naxwazin ev gav bê avêtin, gel pêşkevê, aştî û biratî pêşkevê, lê rêber APO ev niyetên wan famkir û li gora wê ew cesaret da nîşan û ev hemle despêkr, êdî ew nikarin pêşiya hêza rêber APO û armancên wî bigirin. Niha dixwazin bê baweriyê di gel de pêşxin û êrîşên xwe yên şerê teybet li ser gel didin meşandin. Lê hewceye civak, kesên sosyalîst û demokratîxwaz hişiyar bin û neyên leystokên şerê teybet. Pêwîste herkes rêya rast hilbijêre û xwe tevlî vê hemleya rêber APO bikin. Xwe bikin hevbeşên vê hemla dîrokî. Ev hemle ne tenê ji bo xêra gelê Kurde, ew ji bo tevahî gelê Turkiyê û mirovahiyê ye. Lewra erka her kesiye ku xwedî li vê pêngava dîrokî derbikevin.
Evîn Ehmed