Sîyaset

Armanca şer û encamên wê

Evîn Ehmed

Armanca şer û encamên wê

Pêşbirka şerê bi destxistina deshilatdariyê ku ji serdema xwedayên Sûmeran de despêkiriye, di roja me ya îro de gihiştiye asta qirkirina mirovahiyê. Ji bo vê deshilatdariyê, bi serpereştiya hêzên hegemonîk îro li Kurdistan, Rojhilata navîn û cîhanê şerekî hovane û ne exlaqî tê meşandin. Ev hêzên mijara gotinê bi hemû rê û rêbazên ne mirovane civak xistine nava qeyraneke kûr. Ji bo bercewendiyên xwe yên teng û deshilatdariya xwe kor bûne û tiştek li ber çavên wan xuya nake. Rojê bi sedan mirov têne qetilkirin. Bajar têne hilweşandin. Xweza tê talankirin. Mirovahî rû bi ruyê bobelateke mezin ve tê hiştin. Ev şerê kû di navbera van hêzên hegemon de tê meşandin ew ne şerekî ji bo aşîtî û aramiyê ye, ne şerekî di oxira jiyanek azad de ye. Ne ji bo kû civak bi vîn û rengê xwe bijî. Tişa kû di nava van hêzan de diqewime ew lîstikeke, li hevkirineke, aramanca wan ya sereke parvekirin û parçekirina welatane, armanca wan dabeşkirina cîhana mirovahiyê ye. Her yek ji wan para herî mezin dixwaze. Kî para mezin girt wê deshilatiya wî jî mezin be. Ji ber vê yekê li hev nakin û şeran li dar dixin û gur dikin û bi vî rengî civak, gelê bê guneh ne di xema wan deye. Lewra li ber çavê wan komkujî çê dibin û kes dengê xwe nake. Ev bi zelalî xwe dide nîşan kû civak bi temamî xistine qurbanî ji bo deshilatdarî, nav û şuhreta xwe.

Ya herî balkêş jî ew kû ev hêzên dewletperest û desthilatdar ji bo kû şer, kuştina mirovan û tûndiyê di nava civakê de ji bo xwe rewa bikin, wekî kû ew ji bo aramî û azadiya civakê vî şerî li dardixin didin nîşan. Dîplomasiya ku bi rêve dibin wekî kû ji bo rawestandina van şeran dimeşînin didin nîşan, lê di bingeha xwe de ew dîplomasiyeke ji bo li darxistina û geşkirina şerane. Bi şer wekî kû ew sînorên welatan diyar dikin, lê di bingehde dixwazin gelan ji hev qutbikin û dijminatiyê di nava netewan de avabikin.

Dema mirov li geşedan û şerê kû îro li ser erdê tê meşandin meyze dike mirov dibîne kû di encamê de ji hemû beşên civakê yên ku herî zêde zerer dibînin jin û zarokin. Ji despêka vê sed salê ve şerê ku li gelek welatan Rrojhilata navîn tê meşandin wekî Filestîn, Okrayna, Yemen, Evxanistan û Kurdistanê…h.w tê meşan di encamê de bi milyonan mirov hatin qetilkirin. ji milekî de ev şer û pevçûnên rû didin bû sedema qetilkirina bi hezaran jin û zarok û ji milê dinê ve jî vî şerî gelek texrîbatên cûr bi cûr bi xwe re anî, gelek birînên kûr di nava civakê de vekirin û şopên mezin çêkirin, ewqasî civak miştiye û bê rih hiştiye kû salên dirêj pêwîstin heta kû ev civakane bikarin xwe komî ser hevkin. Ne hêviyên wî yên jiyan ê hiştiye û ne jî baweriya wiya serkeftin hiştiye. Rastiya ku îro li Kurdistanê tê jiyankirin vê yekê pişt rast dike. Bi milyonan mirov cî warên xwe terk kirin û koçberbûn. bi hezaran ji wan li ber sermaya dijwar li kolanan, di çadiran de dijîn. Ji ber bê nan û aviyê rojê bi dihan ji wan bi nexweşiyên giran rû bi rû dimînin û gelek ji wan ji ber bê derfetî û nebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin.

Ev rastiya em behsa wê dikin di dîrokê de herî zêde gelê Kurd jiyankiriye û di vê pêvejoya şerê cîhanê yê siyemîn de heme bêje rojane li Kurdistanê buyerên herî bi êş têne jiyankirin. Bi teybet ji 2012 û ver ve di şerê serê kaniyê, Kobanê, Efrîn, Girê sipî, Şengal, Til rifhet, Minbic…h.w bi hezaran gund hatin şewtandin, talankirin, bajar hatin hilweşandin, jin hatin revandin, tecawizkirin, li bazaran hatin firotin, qetilkrin, zarok li ber çavên dayêkên xwe hatin serjêkirin. Li ser rêyên koçberiyê li ber germa havînê û serma zivistanê, ji birça û tihna bi sedan zarok û dayikên bi temen jiyan xwe ji dest dan.

Bi hezaran zarok ji dibistanan û xwendinê mehrûm man, ji perwerdeya dê û bav xwe bê par man, bê kes û sêwî man. Bi tirs dixewin û dilîzin. Ev atmosfera şer di zarokan de herî zêde nexweşiyên derûnî pêşxistin. Gelek ji wan ji dayik dibin û nexweşin, ji ber kû di teşegirtina liv û tevgera û kesayetiya zarokê de rewşa jiyana dayikê bi bandore û bi rengekî xwezayî rewşa manewî ya dayikê li ser zarokê diyarker dibe. Jinên kû di pêvejoyên şer de du canîn ne hê beriya kû zarok bê dunya yê bandoreke pir neyênî werdigire û hilweşandinek pir mezin di nava mejiyê wê/wî de pêk tê. Di heman demê de ji bo jinan jî ev şer gelek bandorên neyênî çêdike. Tirsa dest dirêjî, girtin, kûştin û firotê jiyan dike.

Di encamê de şer civakê avanakê, berûvajî dirûxêne û ji hevdixe, destûr nade civak bi reng û dengê xwe, bi vîn û hêza xwe, bi xweşî û dildarî û di nava aramiyê de bijî. rêbazên çareseriya pirsgirêkan ne şer tenê ye. Ev felsefeyeke kû dewlet netewên bercewendîxwaz û deshilatdaran pêşxistine û rewakirin. Bi civakê dane pecrandin kû tekane rêya çareseriya her tiştekî şer re. Ev têbînî dûre ji rastiyê. Ev xapandine.

Helbetê pirsgirêk ne tenê bi şer û qirkirinê çareser dibin bê goman rêyên çareseriyê yên dinê jî hene. Wekî rêya çareseriya demokratîk. ev rêya herî meqûl û di cîde ye. Rêya kû hemû pirsgirêkên civakê bi rê û rêbazên siyasî û exlaqî çareser dike. Rê li pêşiya şer û pevçûnan digire, li pêşiya talanî û wêraniyê astenge, li dijî komkujî, koçberî û dagirkeriyê ye. Rêya çareseriya demokratîk bi ti şêwazî rê nade kû di navbera gelan de dijminatî çêbe, her tim di nava hewildanên bilindkirina heskirin, rêz û yekîtiya gelan de ye. Di her şert û mercande rihê hevgirtinê di nava gelan de esas digire. vê rastiya em behsa wê dikin şoreşa Rojavayê Kurdistanê nimûne ya wê ye . Li himber hemû êrîşên ku li ser nirxên wî çêdibin, gel li kêleka hev disekine û bi yek helwestê dibe xwedî bersiv. Wekî encam ev tê weteya ku dermanê pirsgirêkin di navbera netewan de ne şer û kuştine. Ji xwe heger di navbra netewande rikberiyek û dijminatiyek hebê jî sedema xwe hişmendiya pergala deshilatdare. Lewra ev şer û pevçûnên kû îro rû didin û dibin sedema kuştina bi milyonan mirov ji bo berjewendiyên deshilatdarane û bihaneye û xapandine.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button