Makale

HEBÛNA JINÊ HEBÛNA CIVAKÊ YE

Dema ku mirov mijara hebûna jinê digire dest û lêkolîn dike, wê demê mirov hîn baştir haj li rastiyên bi qawis û qirîz dibe

Û dema ku mirov li ser dihizire wê demê dibîne bêka, çawa pirsgirêkên jin û civakê weke gilokên berfê lêhatiye û her ku; digindire mezin dibe û weke lodan lêtê. Û divê derbarê de jî mirov dibîne ku pirsgirêkên jin û malbatê, bi rêbazên veşartî ên pergala desthilatdar têne kûr kirin. Û wiha li civakê kirine ku hew dikarin rastî û şaştiyan, ji hevdû cuda bikin. Û vîna wan jî ji hêla pergala desthilatdar ve, têye serwer kirin. Û têye zanîn ku heyanî niha gelek mirovên zana, feylesuf û tekoşer bûne qurbana pergala mêrperest û desthilatdar. Û gelek lêgerînvanên heqîqetê hatin sezayî kirin û jiyana, xwe ji destdan. Û ji mirovahiyê re bûn rêwiyên heq û heqîqetê. Û tekez gerek were zanîn ku pirsgirêkên jin û civakê, weke ku têye texmîn kirin nîne.

Ji ber ku tevahî pirsgirêkên civakê di mijara jin û mêr de, hatiye kilît kirin û sedema van pirsgirêkan tevahî jî; weke ku li jor jî me da diyar kirin hişmendiya mêrperst û desthilatdar e. Ji xwe dema ku mirov li ser mijara jiyana hevbeş a dinavbera, jin û mêr de lêhurbûn dike û diponije mirov dibîne ku; neheqî û bê edaletiyeke mezin heye û hîna jî jin rojane, têne kuştin û tundiyeke bê sînor li hemberî zayenda jinê heye. Û weke ku têye dîtin pirsgirêka jintî û mêrtiyê gihaştiye, qirikê û weke girêka kor edab girtiye(Îltîhab) û hatiye ber teqînê. Û weke ku têye zanîn di dîrokê de qala girêka kor, hatiye gotin ku ti kesî nikarî wê girêkê çareser bike û dema ku; Îskenderê Makadonî hatiye Rojhilata Navîn bi şûrê xwe, ew girêk vekiriye û wateya wê jî ewe ku girêkû pirsgirêk bi tundiyê têne çareser kirin.

Lê mixabin dema ku mirov dîrokê lêkolîn dike qet nabîne, ku pirsgirêk bi şer û tundiyê hatiye çareser kirin û berevajî wê; bi şer û tundiyê pirsgirêk hîn kûrtir dibin û dibine kawis. Û mixabin hîna jî jin û civak dinava wan, pirsgirêkên kor de vedigevizin û hatine ber fetisînê. Naxwe gerek pir baş pirsgirêkên jin û civakê werin, guft û go kirin û li ser çareseriyê nerîn û pêşneyarên; jin, mêr û tevahî beşên civakê werin destgirtin. Û gerek ji bo piratîze kirina çareseriyê piroseyên, civakî werin bi rêk û pêkirin. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo 52 salên xwe dan, ji bo azadiya jin û civakê. Gerek were zanîn ku bi ked û tekoşîna Rêber Apo û qehremaniya, pekrewanên pîroz berhemeke dewlemend derkete holê û ji jin û civakê re; bû bingeha paşe rojeke wekhev û azad. Û jinên tekoşer û berxwedêr jî zend û bendên xwe, hildan û derketin serê çiyayên azad û ji jin û civaka; kedkar re bûn ciyê îlhama tekoşînê.

Jinên tekoşer bi bangewaziya Rêber Apo a ku têde dibêje: Gerek her hebûn ji bo azadiya xwe tekoşîn bike û ya din jî gerek, were zanîn ku azadî nayê dayîn û berevajî wê raste gerek jin azadiya xwe; bi destê xwe qezenc bike. Û jinên tekoşer jî weke 3 perperîkên lêgerên heqîqetê berê xwe dan, nava şoreşê û berdêlên gelekî giranbiha dan û hîna jî têdikoşin û berdêlan didin. Tekoşîna Rêber Apo di jinan de jî hestên azadiyê, da jînkirin û bi felsefe û zanistî jin ji mêran dizî û ew kirin; qehreman û xewdawendên azadîyê.  Û weke ku em tev jî dizanin Rêber Apo tekoşîna xwe li ser, bingeha wekhevî û azadiya jinê da destpê kirin û jin perwerde; kirin û azadî bi wan danasîn ji bo ku bi xwe bawerbin û li ser, hêza xwe ya fikrî û rêxistinî azadiya xwe misoger bikin. Û jinên zekî û bîrawer qefle bi qefle berê xwe dan, çiyayên azad û çeka xîretê hildan û ketin rêza xwedawenda de.

Û jinên çalakvan ên weke Bêrîtan, Zîlan, Bêrîvan; Sema, Mizgîn, Ronahî; Zekiye û Rehşan hewildan ku; hebûna xwe weke zayend derxînin lutkeya pîroziyê. Û weke ku hatiye gotin ew jina ku nasname û vîna wê,  ji destê wê hatibûye girtin û weke hejar û pepûkan; bê cih û war hatibûye hiştin. Û îro jî jinên çeleng qefilî bi qefle têne nava refên, şoreşê û çeka xîret û kerametê radikin ser milan û bi qehremanî; şer dikin û weke stêrên teyisko ronahiya xwe didin, tevahî jinên cîhanê û ji wan re dibin îlhama tekoşînê. Û jinên Kurd bi ked û tekoşîna Rêber Apo û pêşengtî û berxwedana, xwedawenda şer û jiyanê Sara Dêrsim; tekoşîna jinên serhildêr derkete lutkeyê. Û weke ku têye dîtin gelek jinên dilêr û çalakvan, heyanî dawiyê tekoşîn kirin û destanên qehremaniyê; xêzkirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li ser pelên dîrokê, xêzkirin û bûn weke stêrên asîmanan.

Ew jinên çeleng û canfeda ku canê xwe kirin, berdêla rizgar kirina jin û civakê. Û weke ku em dibînin careke din têye tekez kirin ku heyanî jin, dîroka xwe nasneke û li nasnama xwe xwedî dernekeve; tekez wê ne gihêje ti qunaxan. Naxwe tekez gerek jin di serî de xwe weke zayend, nasbike û bibe tekoşînvaneke ji xwe bawer û şareza. Rêber Apo 52 salin ku tekoşîneke bê hempa dide û ji azadiya, jin û civakê ji dil û can bawer kiriye û dibêje: Ez ji berê zêdetir ji aşîtî û demokrasiyê bawer, dikim û ez hazirim ku barê demê hilgirim, ser milê xwe û berpirsiyariya aşîtîyeke mayendî rakim. Û heyanî ku jin jî berpirsiyariya demê hilnegre, ser şanê xwe û nebêje ya jiyana wekhev û azad yan jî jiyan; herame tekez wê çareserî çênebe. Ji ber ku civak jî li derûdora jinê têye birêxistin kirin û çalak dibe, naxwe gerek jin jî têkeve ferqa rol û misyona xwe his bike û çalak bibe.

Û weke ku em tev jî dizanin ku Rêber Apo gotiye ku, hêza jinan bi qasî bomba atomê xwedî bandore û dibe ku ew rol baş jî were; bikaranîn û dibe ku xerab jî were bikaranîn. Lê ya gerek ewe ku jin rola xwe ya baş bilîze û aktîf bibe, ji xwe pergala mêrperest û desthilatdar her jin weke; amûra xerabiyê û şerê taybet bi karaniye û roj hatiye ku jin xwe bi xwe, rola xwe ya erênî û baş bilîze û xwe di serkeftinê de kilît bike. Û gerek jin baweriya xwe bi hêza xwe ya kolektîf bîne û di van, mijaran de berhemdar bibe ji bo ku xisletên xwe yên erênî bike malê tevahî civakê jî. Û niha jî mirov dibîne ku çavê jinan li ser heqîqet û rastiyê, ronahî bûye û gihaştine pileya ku baweriya xwe bi xwe bînin û serê; xwe li hemberî pergala sermayedar hildin û mafê xwe bipirsin. Û mirov dibîne ku şewq û kelecana tekoşînê, ketiye dilê jinên azadî xwaz de.

Ji xwe weke ku em di şopînin û dibînin ku jin li tevahî cîhanê, şiyar bûne û ketine nava tekoşîneke pir xurt û bi wate de. Û tekez gerek were zanîn ku haj li xwebûna jinan haj li xwebûna, heqîqet û azadiyê ye. Ez dibêjim ku naskirina civakê ji zayenda jinê re wê tekez, bihêle ku jin hîn aktîftir bibe û wê hurmet û wekhevîya di navbera jin û mêr de hîn mezintir bibe. Û wê derfetên hîn mezintir ji jinê werin dayîn ku erka xwe ya pêşengtiyê pilîzin û berhemdar bibin. Tekez gerek were zanîn ku rol û misyona jinê, dinava civakê de serekeye û bê jin tekez jiyan berdewama xwe tuneye. Û ya din jî weke ku têye zanîn pergalên desthilatdar hişê, civakê tevlîhev dikin û heqîqetê ji ber wan wenda dikin. Pergala desthilatdar ji bo ku xwe mafdar derxîne, gelek lîstokan çêdikin û di serê mirovan de, şilûbûnê çêdikin. Pir baş diyar dibe bêka pergala desthilatdar, çawa rastiyên civakê berevajî dikin û her hewil didin ku; civakê şaşwaz bikin.

Tekez gerek were zanîn ku erka jin û civakê jî ewe ku, civakê biparêzin û pêşgiriyê li pergala desthilatdar bikin û pîlanên wan xerab bikin. Û ji bo ku jin û ciwan civakê biparêzin gerek bû ku, xwe birêxistin bikin û bibin mirovên xwedî biryarên dîrokî. Û her wiha jinan jî baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî, anîn û berê xwe dane çiyayên azad û ji Rêber Apo re bûn şagirt û heval. Jinên çalakvan xwe bi bîrdûziya Rêber Apo, bi çek kirin û bûn mirovên baweriyê. Rêber Apo got ku jin temînata azadiyê ye û careke din jî, wiha şirove kir û got ku ger mêr ji çiyayan dakevin; jî wê jin tekoşîna xwe berdewam bikin ji ber ku hedefê wan, stratejiye û ew jî civakeke wekhev û azade. Ji bo ku jin cîhanê ji şer û tundiyê rizgar bikin wê, her tiştî feda bikin û wê xwe bigihînin; aşîtîyeke mayendî. Em jî weke jin û civak gerek xwedî li erkên xwe, yên parastinê derkevin û çalak bibin.

Weke ku têye zanîn xweparastin mafekî xwezayî yê, her hebûnekê ye  jin jî weke zayend erka xwe parastinê pîroz dibîne xwe li hemberî; her cure tuund û tujiyê bi felsefe  zanebnê diparêze. Û gerek were zanîn ku xwe parastina jinê ya fîzîkî jî mijara gotinê ye, ji ber ku êrîşên pir dijwar li ser zayenda jinê hene û weke ku; têye dîtin li tevahî cîhanê jî êrîş li ser jinan têne pêkanîn û rojane, tekez bi dehan jin têne qetil kirin. Gerek were zanîn ku jin bermahiya civaka xwezayî ye û gerek, jin cewhera xwe biparêze  li reseniya xwe; xwedî derkeve û esaleta xwe serwerî jiyanê bikin. Û wê berhemê bikin malê civakê. Ji bo jin layiqî ked û berhema pîroz a dayika, xwedawend derkevin û bigihînin serkeftinê. Û ji bo ku em nebin weke pargalên desthilatdar û destpot, gerek em xwe bigihînin Nîrvana û em fikir, ruh û bedena xwe; bikin mertal ji azadiyê re.

Û weke jin gerek mirov sekn û helwesta xwe ya li hemberî, pergala desthilatdar deyne û qet ji helwesta xwe; gavan paşde navêje. Û ger ku gavan paşde bavêje wê tekez pîvanên xwe, derbas bike û têkeve xefka pergala dirinde ya sermayedar de wê; ji wan re bibe pariyeke hesan  were daqurtandin. Weke ku têye zanîn Rêber Apo jî pir şiroveyên xwe yên, dewlemend divê derbarê de hene û dibêje: Gerek ew şerbeta ku we ji destê pergala sermayedar, bi navê şerbetê vexwariye hun vereşînin û hinavê; xwe pak bikin ji bo ku hun nebin mirovên xerab. Rêber Apo di mijara pergala mêrperest û desthilatdar de, wiha şirove dike û dibêje: Pergala sermayedar xwe weke îxtebûtê dinava hişê, civakê de bicih kiriye û weke kurmê darê ji hundir de; xerab dike û dibe sedema ku civak ji hêz bikeve û weke pariyeke hesan were daqurtandin.

Pergala sermayeperst civakê bi birçîbûnê terbiye dike û dike, bin denetima xwe de. Û ya din jî mirov dikare li ser pergala sermayedar, şiroveyeke wiha jî bike û bibêje: Pergal sermayedar xwe weke nexweşiya pençeşêrê di bedena, mirovan de serwer dike û paşî duruvê xwe dide nîşandan. Û ji bo ku mirov pêşîyê li pergala desthilatdar bigire, tekez gerek pergalê pir baş dahurandin bike û ji bo bêbandor kirina wê; jî xwe di warê bîrdûzî de xurt bike û derbasî çalakbûnê bibe. Û weke ku têye zanîn pergala demokratîk jî berevajî wê bi rêbazên, aşîtî xwaz xwe dinava civakê de dide bicih kirin û birêxistin; dike her çiqasî pergala desthilatdar jêre engeliyê çêbike jî, weke lehî  tofanê riya xwe dibîne  digihêje hedefê xwe. Pergala demokratîk xwe bi felsefe û bîrdûziyê diparêze û qet, valatiya fikrî û ruhî li ser xwe qebûl nake.

Ji xwe gerek her kes û bi taybet jî jin xwe pir baş bi rêxistin, bikin û civakê jî bi xwe re têxin nava berpirsyariyeke cîdî de; ji bo ku nexweşiya pergalê li ser wan serwer nebe û erka xwe, pêkbînin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Û ya din jî gerek şexsiyetên pêşeng û rêzan pir şiyar bin û bi hostatî, bixebitin û bibin mirovên kedê ji bo ku sozên xwe yên dîrokî; pêkbînin û hêjayî gotina rêzaniyê bibin. Gerek jin weke pêdiviyeke lezgîn her dinava, guhertin û veguhertinê debin ji bo ku neyên lîstokên; pergala desthilatdar û jêre nebin amûrên bikaranînê. Û weke ku têye zanîn jin zayenda herî zêde, zîyan ji destê pergala sermayedar dîtiye; naxwe gerek herî zêde jin xwedî hêrs be li hemberî pergala, desthilatdar û çalakvan be. Ji xwe gelek berhemên Rêber Apo ên zêrîn hene divê derbarê de, ku hêjayî lêkolîn û xwendinê ne ji bo ku; tola xwe weke zayend  civak ji pergala babiksalar bigirin.

Û carnan em xwe weke ku dinava cengeke fikrî de, his dikin û bi taybet jî dema ku em dahurandinên; Rêber Apo dixwînin û lêhurbûn dikin û wê demê mirov, rastiya pergalê bi krahî his dike. Û dema ku mirov xwe lêhurbûn dike û xwe nasdike, gelekî ji xwe hêrs dibe ji ber ku haj li xwe ne bûye û weke ku di nava guhê ga de bûye. Dema ku em pirtûka Rêber Apo a binavê çawa jiyan bikin, di xwînin em gelekî bandor dibin û ji xwe pirs dikin; gelo çima kesayetên me wiha lawaz û xemsar, jiyan kiriye? Û em dibînin ku weke jin me xiyanet, li xeyalê xwe yê zarokatî kiriye û em ketine riyên şaş ên pergala; desthilatdar de. Lê Rêber Apo ir şiyar û çalak bûye û her dinava çalakî û şer, debûye û berhemê wê jî weke rojê zelal diyar dike û ev jî; dihêle ku em ji xwe şerm bikin. Rêber Apo her hewildaye ku zarokan li dora xwe kom bike û wan, bibe çolê ji bo ku ji wan re çuçikan niçîr bike û bibirijîne; ji bo ku baweriya xwe pêbînin û lê kom bibin. Ji xwe dema ku Rêber Apo hîna zarok bûye jî weke her zarokî, ji rêzê ne bûye û her hizirîye ku bibe mirovekî; hêvî pê were girêdan û paşî hêviya gelekî û jinan jî pêre hate girêdan. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo ji destpêka tekoşîna xwe de, her dinava lêgerîn û lêkolîneke kûr de bûye û dema ku em; li meşa dîrokî a Rêber Abdullah Ocalan temaşe dikin û li ser, çîroka jiyana wî dixwînin em gelekî serbilind dibin. Û em hîn baştir haj li rastiyê dibin û xwe diber çavan re, derbas dikin ji bo ku em jî weke jin bibin, dilopek av ji deryaya wî ya fireh û kûr.

Ji xwe hîna dema ku Rêber Apo zarok bûye, ketiye gumana ku jin ji hêla civaka zayendepersert ve têye; çewisandin û weke helwest xwestiye ku zarokên keç jî, beşdarî nava lîstokan bike. Rêber Apo her xewn û xeyalên xwe yên wiha hebûn ku, cîhaneke wekhev, aşîtî xwaz çêbike ku ji zulim û neheqiyê pakbe. Rêber Apo xwedî xewn û xeyalên wiha bû ku wê rojekê, ji rojan di cîhaneke xweşik û bedew de jiyan bike û wê şer û tundî di wê cîhanê de nebe. Û ji bo ku jinên Kurd jî weke şagirt û şervanên, Rêber Apo xwedî li ked û tekoşîna wî derkevin gerek çalakvanbin û qîmetê; tekoşîn û berxwedana Rêber Apo zanibin û lê xwedî derkevin. Û gerek jin lêkolînên xwe yên li ser dîrokê pir, kûr bin ji bo ku bikarin dîrokê û îro bînin cem hev û dahurandin bikin. Û ji bo ku jin lêkolînên xurt û rasteqîn bi encam bikin, gerek vegerin ser  meteryalên Rêber Apo û bi hurgilî, bixwînin ûfambikin.

Û weke ku têye zanîn Rêber Apo gelek nivîs û dahurandin, li ser zanista pozîtîvîst û tewrîya wê ya xerabkariyê; çêkirin û li hemberî wê zanista civakî, ekolojîk û azadiya jinê danî holê.  Û mebesta Rêber Apo ew bû ku jin û civak haj li xwe hebin û nebin, amûr ji lîstokên pergala desthilatdar re. Rêber Apo di lêkolîn û dahurandina xwe de, diçe destpêka civaka xwezayî û dahurandin dike; ji bo ku rastiyên heyî derxîne ser rûyê erdê. Û weke ku têye zanîn ji wê xeleka yekemîn re têye gotine serdema, çandiniyê (Newlotîkê) ku çavkaniya jiyana wekhev û azad bûye. Ji xwe Rêber Apo di pênc beşên parastnama xwe de, jî qala destpêka dîrokê dike û dibêje: Ger ku hun hewil bidin haj li rastiyan bibin tekez gerek hun mîtolojiyan lêkolîn bikin û dakevin kûrahiya; rastiyan û haj li rastiyên jiyanê bibin. Û Rêber Apo li ser jin û civaka Kurd pir bi hurgilî, lêkolîn kir û gihaşte heqîqeta heyî ku heyanî niha wendayî bû.

Û weke ku têye zanîn 200 salin civaka Kurd û welatê Kurdan, xaka xwe bi destê dewletên navendî ên Ewrûpa hatiye perçe perçe; kirin û ji wê serdemê de zorahiya dagirkeran dikişînin  û têne çewisandin. Û dema ku mirov li ser van rastiyan lêkolîn dike, mirov pir tengav dibe. Û ji mirov re sebreke pir mezin gereke ku, hêrs nebe û nekeve tengasiyan de. Ji ber vê gerek mirov xwedî lêhurbûneke kûr be ji bo ku, erk û berpirsiyariya xwe pêkbîne û bibe; xwedî helwesteke xurt. Û weke ku em her fêre bûne ku jin bê, hesab û kîtab bin û ji ber bêhesabiya xwe jî wêrek û canfeda dibin. Lê tekez jin di zanebûna qutbûna xwe ya ji dîrokê deye û ev jî dibe, sedem ku têkeve nava lêkolîneke xurt de. Û ji wê zêdetir jî weke ku têye zanîn, jin di nava tecrîdeke giran kirî de, bûye û dema ku Rêber Apo ji jinan re dibêje: Hun ji min zêdetir dinava çarmixê dene.

Gerek were zanîn ku sedema van şiroveyan jî ewe ku, dema mirov haj li dîrokê nebe wiha dahurandin dike ku; ti guhertin  û veguhertin tune ye û weke ku her tişt dinava, qalibekî cemidî deye. Lê tekez gerek were zanîn ku wiha fikrîn xelete û dîrok her, herikbare û qet nasekine lê wiha ji mirovan re tê ku hemû hebûn; dinava qalibekîde xwe dubare dike. Û ev jî xeletiyeke pir mezine. Û careke din têye îsbat kirin ku mirovên wiha haj li ti guhertinê, nînin û mejiyê wan cemidînekêjiyan dike. Naxwe tişta ku gerek mirov bi lezgînî were dahurandin ji bo ku xwe, ji kawisan rizgar bike û fikarê xwe rihet berde ji bo ku qalibê xwe bişkîne. Ji bo ku têkeve pey nûbûn û guherînê. Ji bo ku haya jin ji rewşa giştî hebe gerek, berdewamî dinava herikbariyeke fikrî debe.

Rêber Apo di nivîsên xwede qala nivîsandina dîroka jinê, dike û dibêje dîroka jinê heyanî niha nehatiye nivisandin û li bende nivîsêye; gerek jin dîroka xwe bi destê xwe binivîsîne. Û Rêber Apo weke cewhera zanista civakî, jineolojî danî holê û erk da jinê ku bi aqil, zanist û wijdanê xwe her mijarê lêkolîn bike û têkeve nava sererast kirinê de. Rêber Apo pêdiviyeke lezgîn bi zanista jinê, dît û li ser van bingehê zanista jinê weke cewhera; zanista civakê pêşkêşî jinê kir. Ji ber ku heyanîniha civak nasiyê giringî weke hebûn, ne daye zayenda jinê û pir xwe ji nedîtîve datîne. Û mirov bi kinasî bibêje civak nasî jî zayende parêze. Û tişta gelekî giring ji bo me jinan ewe ku em ne bi destekî, bi heft desta vê diyariya ji Rêber Apo himêz bikin û bikin; malê tevahîcivakê ji bo ku çareseriya aşîtîyane û demokratîk, were mayendî kirin û gerdûnî bibe.

Ji xwe weke ku têye dîtin pileya ku zanista jineolojî(Zanista jinê)gihaştiyê, gelekî erênî têye dîtin û her çiqasî êrîş li ser hebin jî; lê heyanî pileyekê bûye malê jin û civakê û wê bibe cewhera civaknasiyê jî. Û bi qasî ku ez di şopînim zanista jineolojî, mesafeteke pir dirêj qut kiriye û xwe gîhandiye; beşeke mezin ji jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê jî. Naxwe zanista jinê gelekî berhemdare û ji jin û civakê re, bûye derman şafî. Naxwe kedeke mezin a jinên kedkar encam digire û keda, herî mezin û bi wate keda Rêber Apo ye ku îro jî tekoşîn ûkeda wî cîhanî bûye. Em weke jin û civakê deyndarên feylesuf ûzanyarê mezin, Rêber Abdullah Ocalanin û ji bi ku em deynê xwe; bidin gerek em keda wî a 52 salan bi encam bikin û gerek her yek ji, me bibe pêşengek xurt û 24 katjimêran tekoşîn bike û sekin û hedan li ser jinan tunebe. Û weke ku em baldar dibin jin û civaka Kurd hîn zêdetir, haj li rastiyên civakê tên û hewil didin ku li keda Rêber Apo xwedî derkevin; ji ber ku jin û civaka Kurdî bi sedê salan bindest maye û gelek, êş ji destê dijminan kişan dine.

Û îro jî xelasiya xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de dîtine û xwe, li dora wê pêçane. Zulum û zora ku jin û civaka Kurd dîtiye nayê texmîn kirin ku, ti zayend û civakê dîtibe û zêdetirî 200 salaye ku dibin darê; zordaran de koletiyeke kûr jiyan dike. Lê jin û civaka Kurd gelekî bi şens û sudin ku, ji wan re Rêberekî weke Rêber Apo derkete holê û ew şiyar kirin; ji bo ku tekoşîna xwe ya azadiyê bikin û bibin pêşeng, ji jin û civaka mirovahiyê re. Û ji ber vê têye gotin jin û civaka Kurd ji Rêber Apo re, deyndarin û gerek wefadarî û semîmiyeta xwe ji feylesuf û zaniyarê; mezin Rêber Apo re raber bikin û bibinxwedî kedeke berhemdar. Ji bo ku deynê xwe bi rengekî kamil bi wefînin û bibin layiqî, Rêber Apo û tekoşîna wî. Û weke ku hatiye zanîn rewşa jinan di civaka Kurd de, ji tevahî civakan xerabtir bû. Û di şexsê jinê jina Kurd de koledariyeke; pir kûr dihate jiyan kirin ji ber ku civaka Kurd ji hêla, neyaran ve hatibûye dagir kirin.

Û weke ku têye zanîn jin û civaka Kurd hatibûye, rewşa ku koledariyê weke qedera xwe bibîne û xwe jêre razîne. Lê Rêber Apo ew qedera reş a ku li ser jin û civaka Kurd, weke ewrekî reşe lêhatibûye belav kir û ew ji nûve vejîn kirin. Ji xwe Rêber Apo tesbîteke xwe ya wiha li ser jina Kurd, hebû ku têde dibêje: Gerek jinên Kurd rabin ser piyan û rola pêşengtiyê ji tevahî jinên, Cîhanê re bikin û tesbîta xwe wiha bi lêv kir û got; her li ku ketîbûn kûr be tekez wê li wir jî rabûn pir, xurt be û wiha dest bi tekoşîna xwe kir. Û di riya şoreşa Kurdistanê de Rêber Apo tekoşîneke pir, xurt meşand û rizgar kirina Kurdistan û azadiya jina Kurd; ji xwe re kire hedefên bingehîn û tekoşîneke bê hempa da nîşandan, ku mirovahî lê matmayî bimîne.

Û Rêber Apo her hewilda ku jin û civaka Kurd bike, navenda tekoşîna xwe û kedeke pir mezin da ji bo ku; jin û civaka Kurd îqna bike û wan bîne rewşa ku xwedî li, xwe derkevin û têbikoşin. Û îro jî têye dîtin bêka çiqasî berhema wê tekoşînê, derketiye holê û ji, jin û civakên Rojhilata navîn re bû weke rojê û teyisî. Û dema ku Rêber Apo dest bi tekoşînê kir wê demê dît ku, pirsgirêka azadiya jinê jî biqasî pirsgirêka netewa Kurd; weke kawisekê lêhatiye û gerek bilezgînî destwerdan, jêre were kirin û wiha dest bi beşdarbûna jinê ya nava şoreşê kir. Û roj bi roj jinên Kurd jî weke lehiyê herikîn, ber bi şoreşê ve û bi tekoşîn û kedeke mezin qehremantiya xwe dane; ferz kirin û bi qehremantî û fedekariya fermandar û çeleng, Bêrîtan (Gulnaz Karataş) re jinê xwe weke artêş bi rêxistin kir û di dîroka 25. 10. 1992 an de ku salvegera şehadeta rêheval û fermandar Bêrîtan, bûye û diheman demê de hate îlan kirin dîroka artêşbûna jinên Kurdistanê.

Û weke ku têye zanîn jinên Kurd bi hejmareke hîn zêdetir, beşdarî nava refê gerîla bûn û weke qehreman û şêre jinan; şer kirin û bûn qehremanên efsanewî. Jinên Kurd bi destek dayîna Rêber Apo xwe naskirin û bûn, fermandar û şervanên demê. Û dema ku em qala tekoşîna jinan dikin mebesta me, ew nîne ku em tekoşîna jinên Kurd ji nûvde bidin nasîn û bawer kirin. Ji ber ku 46 sal derbas bû di ser wê tekoşîn û qehremaniyê re, lê careke din jî ez hewil didim ku wê tekoşîn û lehengiyê; bibîrbixim û bibêjim ku îro ew berxwedan berhem dide û dibe qeynaxa çareseriya, demokratîk û xuşk û biratiya gelan. Û careke din em tevahî jinên wêrek, çeleng û jêhatî bibîrtînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan; di tewînin û bi hurmet û minetdarî wan silav dikin û dibêjin: Şehîd ronahiya riya mene û em jî sozdarên wanin û em, bi wan hene û tekoşîn dikin.

Û careke din jî em dibêjin ku wext hatiye ku em xwe dinava, fikir û ramanên Rêber Apo Rêberê mirovahiyê de weke mumekê bihelînin û bibin; yekpare ji bo ku em jî bibin şagirtên mamoste û pêşengê mirovahiya azadî xwaz Abdullah Ocalan. Û di serî de jî min got ku Rêber Apo di şexsê şehîd Sara de, tekoşîna xwe ya ji bo jina azadîxwaz daye; destpê kirin û gîhandiye vê rojê û niha jî li bendêye ku jinên azadî xwaz jî; li wê ked û tekoşînê xwedî derkevin û temam bikin, ji xwe dema ku Rêbertî li girava Îmraliyê bû ji parêzvanên xwe re got ku: Xebat û pirosên min ên ji bo jinan nêvî maye lê baweriya min heye ku wê, jinên têgihiştî xebata min temam bikin û bigihîn pileya ku bikin malê; hemû jinên cîhanê û pêşengtiya civakê bikin. Û di dawiyê de jî ez dibêjim dem dema aşîtî û civaka demokratîke û erka, me jinan jî ewe ku em bibin ala wekhevî, azadî û demokrasiyê û tenê demokrasî û aşîtî dikare ji derdê me jinên Kurd û jinên Cîhanê re; bibe derman û çareserî.

Bijî Rêber APO. Bijî yekitî û xuşk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Asya Weşûkanî. 10. 5. 2025.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button