MultiMedia

Rola Jin Di Şoreşa Rojava De

Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan

 Rola Jin Di Şoreşa Rojava De

Ev belge ji nîqaşên panela zoom hatiye wergirtin ku ev panel di 24’ê Tîrmehê de bi wesîleya 12’mîn salvegera 19’ê Tîrmehê, ji aliyê Akademiya Zanista Civakî Ya Abdulah Ocalan ve li ser ‘Rola Jin Di Şoreşa Rojava De’ hatibû lidarxistin.

Moderator: Evîn Paşo /Endama Akademiya Zanista Civakî Ya Abdulah Ocalan

Beşdarvan:

– Suad Hesen /Hevseroka Ofîsa Perwerdeyê ya Helebê

– Bêrîvan Yunis/ Hiqûqnas û Endama Meclîsa Giştî Ya KongraStar

– Dilbirîn Kobanê/ Endama Fermandariya Giştî Ya YPJ

– Hemrîn Husên/ Endama Ofîsa Jin Ya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê Ya Kantona Cizîrê

Panel di çarçoveya van pirsan de hate meşandin:

  • Ji bo jin bandora Şoreşa Rojava çibû û bi şoreşê re jinê çawa hêza xwe nas kir?

  • Di naskirina rastiya jin de bandora şer di çi astê de bû?

  • Di eksenê nêrîna jin de perwerdeyên dîrokî û paradîgmayî di çi astê de tên dayîn?

  • Di xebatên înşayê de bandora pêşengiya jin di çi astê de ye?

  • Şoreşa Rojava çawa jinên cîhanê bandor kir û wan kişande nava refên tekoşînê?

  • Şoreşa Rojava çawa dikare veguhere şoreşa jinên cîhanê?

Evîn:

Heval em ê destpê bikin, êvar baş ji bo we hemûyan:

Senpoziyoma tê li darxistin, di bin navê ‘Şoreşa Jin li Rojavayê Kurdistanê’ de tê çêkirinê ku ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Rêber Abdulah Ocalan ve hatiye çêkirin. Di serî de dixwazim xwe û mêvanê xwe bidim nasînê.

Ez, Evîn Paşo. Çalakvanek im û ji Rojavayê Kurdistanê me. Mêvanên birêz yên bi min re hazir ku di senpoziyomê de;

Birêz Dilbirîn Kobanê, Endama Fermandarya Giştî ya YPJ ê birêz dilbirîn tu bi xêr hatî.

Hemrîn Husên Endama Ofîsa Jin ya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê, birêz Hemrîn tu jî bixêr hatî.

Birêz Berîvan Yunis, Hiquqnas û endama Meclîsa Giştî ya Kongra Star tu jî bixêr hatî.

Suad Hesen, Hevseroka Ofîsa Perwerdeyê ya li Helebê, mêvanên hêja hun bi giştî bi xêr hatine.

Wek me daye xuya kirin em sempoziyoma xwe di bin navê şoreşa jin ya li rojava de, îro ango di 24 tîrmehê de çêdikin. Di vê rojê de em sed û yek salî li du xwe dihêlin. Hevpeymana Lozanê ya ku di sala 1923 an de hatibû îmze kirin, di encama wê de û ewqasî zor û zehmetî, ne Edaletiya ku li Kurdistan û gelê Kurd çêkirin ku li du xwe sed û yek salî dihêle, ji qirkirin, Tecrîda siyasî û asîmîlasiyona candî ya ku li ser gelê Kurdistanê hate çêkirin, di encama wê de Kurdistan bû çar parçe û di çar dewletan de siyasetên cûr bi cûr ser gelê Kurdistanê dihatin meşandin. Di encama wê de gelê kurd ji bo bi navkirina zarokên xwe, ji wan re hate qedexe kirin, gund û bajarên wan ji kurdbûnê dûr xistin, navên cuda li ser wan hatin lêkirin û herwiha bi zimanê xwe axaftin wek tawanekî mezin hate hesibandin. Jixwe dema em behsa siyaseta netew dewletê dikin, li ser gelên ku bindestî li ser wan di astekî pir bilin de hatiye ferzkirin û dema ku em behsa wan kiryaran dikin bêguman em dibêjin ewqasî zor û zehmetî li ser civakekî bê kirin, zêdetir ew zilma dewletên dagirker li ser jinan tê kirin. Dema ku ew siyasetên li ser Kurdistanê hatine meşandin, ji xwe em dixwazin vê jî bêjin gelek şoreşên kurdistanî jî hatin çêkirin ku li hemberî wê serî rakirinek hate meşandin, kesên ku li hindirê her çar parçeyê kurdistanê, wek rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar û kesên ku şoreş jî li darxistin, piraniya wan jî dema zorî û zehmetî li ser wan dihatin li darxistin berê xwe didan Rojavayê kurdistanê. Ev jî bandorek bixwe re anî ku rojavayê kurdistanê bû cihê kombûna kesên şoreşger, zanyar û bi xwe re gelek derfet dane avakirin ku girêdana gelê rojava bi doza xwe re û di asteke pir bilin de girêdana bi welatparêziya xwe ve.

Ji ber ku Mijara me îro rola jin di şoreşa rojava de ye ji alîkî ve em dikarin bêjin rojava bû hêlîna ewqas kesayetên şoreşger û zaniyar, ji alîkî din ve jî dema buhara gelan li Rojhilata Navîn hate destpêkirin bi wê re li suriyê jî destpêkirinek çêbû, Şoreşa 19 ê tîrmehê ya ku bi şoreşa jin hate naskirin, mirov dikare bêje gaveke ji bo ava kirina bingeha Azadkirina gelan bû, bingehek bû ji bo azadkirina jinê bû, ji siyaseta ku li ser dihate meşandin bi hişmendiya bavik salarî ya serdest û bû amûrekî ku rê li pêşiya jinan bê vekirin ku ew qeyd û zincîra li ser mejiyê jinan, çavên jinan, îradeya jinan, hebûna jinan û nasnameya jinan bê hilweşandin. Ji bo him 19 ê tîrmehê jixwe salvegera 12. a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û di heman demê de îro jî 24 ê Tîrmehê ye ku salvegera Peymana Lozanê ye. Me xwest em bi hev re nîqaşekî bidin meşandin ku rastî jî rola jin di şoreşa rojavayê kurdistanê de di kîjan astê de ye û vê bi goftûgûyek berfireh bi hev re bidin meşandin. Jixwe em dikarin di vê xalê de destpê bikin, bandora rola jin di şoreşa rojavayê kurdistanê çi bû? Jinê çawa hêza xwe di nava vê şoreşê de nas kir? Em ê xal bi xal bi hev re nîqaş bikin. Li ser van esasan em li cem birêz Suad destpê bikin.

Birêz Suad tu dizanî ku rola di civakê de ji jin re hatibû veqetandin roleke gelekî sînordar bû ku tenê di hindirê malekî de wekî Dayîk, hevjîn û wekî xwîşk bilîze û heta ku ji bo derve de rolek ji bo jinê bihata veqetandin gelekî di astekî jêrîn de bû ema ku rastî jî jin wek rola xweyî di dema neolotîkê de dihate meşandin qedexebû di hindirê civakê de, di bin navê adet, teqalîd, ol, Irf, heram de û hwd. Di bin van navan de ku çiqasî rastî jî rola jin di civakê de hatibû asteng kirin. Em dixwazin vê ji we guhdar bikin şoreşa rojavayê kurdistanê bandorek çawa bixwe re anî û di saya vê şoreşê de rastî jî jinan çawa karîbû hêza xwe nas bikira?

Suad:

Silav û rêz ji temaşevanên hêja re, silav û rêz ji mêvanên hazir re. Silav û rêz ji bo te.

Heger em wek jin şoraşa 19 ê tîrmehê binirxînin ji bo na me hebûn e, yanî hebûna jinê heger em vegerin dîroka berî şoreşê rojava, heger xwe birêxistin jî kiribe di astekî pir teng de xwe birêxistin kirine. Heger jin bixwasta karekî û xebatekî ji bona siyasetekî bidin meşandin, yan jî karekî ji bo partî û îrada xwe bidana meşandin dîsan derdora wê astengî derdixistin, ji ber wê jî sînordar diman. jinan hezar hincet û hertiştek didane meşandin ji bona zilam, zarok û malbat bide bawerkirin û bibêje ez jî jin im û hebûna min jî heye. Yanî tekoşînekî pir mezin dida meşandin. Tekoşînekî bi êş, lê bi çi êş? Dema ku jin bixwaze xwe azad bike, ew tekoşîna bi êş ji bona wê serkeftin û gavên pir mezinin, ji bo wê em di van mercan de derbas bûn. Yanî wek jinekî Kurd û hemû jinên Kurd ne ez tenê, jina ku bixwasta ji bo welatê xwe ji bo hebûna xwe û ji bo partiya xwe gavekî biavêjin pir astengî didîtin. Heta ji ber karên wê dikaribûn bêjin ev jina ne jina mala ye, ev jina jina derve ye, ji rê û resman derketiye û ev ne rê û resma me ye, nabê ku jin siyasetê bide meşandin û nabe ku jin yekcar bi tevgeran re bide û bistîne.

Wek hûn jî dizanin ku gelek partî derketine lê jin nizanin ew çi partine. Yanî zilamên wan ji wan veşartî kar û xebatên partiyan didane meşandin, ji bo ku jin fikrê nas neke. Lê belê şoreşa rojava mohra xwe li dîroka jinê xist. Ew dîroka tineyî, yanî yekcar jin tê de tineye, jin bê îrade ye, jin baweriya xwe bixwe jî tine ye û heta nikare derveyî mala xwe jî derkeve. Dema bixwaze here gel cîranekî jî pêwîste desturê ji bav, bira û yanî jî ji zilamê xwe bixwaze. Çûna ziyareta mirovên xwe gere bi destura wan be. Lê belê dema şoreşa rojava tofanek ji bo jinê fecirand, hertişt guherî. Ev tofana çi bû? Vê tofanê hebûn, îrade û baweriya jinê derxiste holê, yanî ew cewherê di jinê de veşartî derxiste holê û êdî jin nema ji tiştekî bitirse. Jin dibêjin çi? Dibêjin walatekî me heye, bindeste û pêwîste ez rabim.

Serhildana jinê, niha ez mînak bidim; di hindir Helebê de dema Ş.Gulê Selmo, şehîd ketî endamekî Kongra Star bû û jinekî gelekî basît bû lê dema êrîş li ser taxên Kurdan çêbû, Heval ji bo parastina keç û xortan xebatekî bê hempa meşand û bû mînakek ji hemû jinan re. Yanî hevala Gulê ji bo ciwanekî Kurd biparêze xwe feda kir. Şehadeta Gulê bû minasibeta serhildana hemû gelê Helebê û ji heft salî heya heftê salî gel daketin qadan, vê jî hişt ku darbeye mezin li zêhniyeta faşist a BAAS’ê bikeve. Keç û xortên me şerekî pir dijwar di hindirê Helebê de dan meşandin û hebûna xwe di Helebê de dan diyarkirin. Yanî jin îro serkêşa şoreşê ye çima? raste Şoreşa 19 ê Tîrmehê şoreşa jinê ye. Ev şoreşa jinê îradeya jinê pêş xist. Jinekî wek Fatma Hecî diçe ser sînorê Turkiyê û li hemberî qirkirina gelê xwe canê xwe feda dike û şehîd dikeve. Şehadeta wê ji bo asteng kirina êrîşê Turkan li ser gelê Kurd bû. Şehadeta wê dibe sedema raperîneke nû li herêmê. Fatima Hecî ji bo xwedî derketina li îradeya xwe û ji bo hebûna xwe derxîne holê xwe feda dike. Yanî mirov dikare bibêje jin bi vî rengî îradeya xwe didin diyarkirin.

Îro mirov dikare rewşa jina Ereb jî di ber çavan re derbas bike. Em dizanin beriya şoreşa rojava jina Ereb rewşa wê gelekî ji ya jina Kurd xerabtir bû lê niha ew jî serî rakiriye û li dijî zêhniyeta zilam şerê hebûna xwe dike. Di vê şerê bi heybet de gelek keçên Ereb şehîd bûn û canê xwe feda kirin. Mirov dikare vê rewşê wek serkeftina şoreşê bibîne. Weke mînak; şehîd Hind û şehîd Seade, şehîd dikevin. Ew zincîr, rê û resma koletiyê diqetînin, zêhniyeta Eşîregeriyê hildiweşînin, şer dikin û şehîd dikevin. Jinên ereb bi şoreşa rojava re destê xwe dan destê jina Kurd û bi hev re ketin nava xebatan. Ev jî wek raperînek e. Şoreşa rojava çi kir? Jin kir xwedî îrade. Binêrin, dema dayîkek dibêje ez dikarim bêyî keç û kurê xwe jiyan bikim lê ez bê welat nikarin jiyan bikim, ev îspatkirina îradeya jinê ye. Bi rastî jî ev şoreş, şoreşa jinê ye. Dema çeteyan êrîşê taxa Şêx Mexsûd kirin jinên wê taxê hemûyan bi berevaniya xwe ew şoreşa parastin. Heya niha jî gelek jinên di wan şeran de birîndar bûne hene. Jinan zarokên xwe di malê de hiştîn û çûne çeperên pêş û gotin; îro şerê hebûn û nebûna me ye, pêwîste em biparêzin, ger em di vî şerî de bi ser bikevin em ê kerameta xwe biparêzin. Di vê şoreşê de dema hevalên jin yên Ereb şehîd diketin me dixwast em şehadeta wan ragihînin lê me hinekî guman jiyan dikirin ku wê dayîkên wan êrîşê me bikin. Lê dema me didît dayîkê wan bi dengekî bilind tililî dikişandin gelekî li ser fikrê me bandor dikir û mirov dikarîbû hîsbikirana ku ev şoreş bi rastî jî şoreşa jinê ye. jinek pêwîst nake ku zanîngeh xwandibe, tenê zanibe bêwelatî bêrûmetî ye temam e. Yanî dikare di wê zanebûnê de tekoşînekî mezin pêş bixîne. Jina ku beriya şoreşê heta nedikarî ji bo zewaca zarokên xwe jî fikrê xwe bibêje lê em niha dibînin ji bo welatê xwe êdî xwedî fikirîn e ev jî diyariya şoreşa rojavaye. Jina rojava bi sekna xwe, îradeya xwe, bi fikrê xwe bû sembola jinên cîhanê. Jina ku dema kezeba xwe diyarî riya şoreşê dike û piştî şehadeta zarokên xwe tililiyan dikişîne ew jî îfadeya serkeftina fikra jiyan azad e. Dema ez van tiştan dibêjim, min bixwe jî ew tişt jiyan kiriye û me bixwe jî dinava vê şoreşê de cihê xwe girtiye. Hemû jinê şehîd ji bo me bûne pira zanebûnê û hîn zêdetir em kirin xwedî îrade.

Ger em wek jin, li kur dibe bila bibe, li ser xeta van şehîdanan nemeşin em xiyaneta dîrokî bi wan dikin, pêwîste em vê xiyaneta dîrokî biçirînin. Berê jina ku nedikarîn derkevin derve lê niha em dibînin dema zilamek hevjîna wî siyasetmedar be ew bi wê ser bilind dibe. Ev hest jî bi saya tekoşîna jinê pêşketiye. Jinê li gel zilam gav bi gav xwîn da, jinê li gel zilam gav bi gav îradeya xwe nişan da û got; ev welat welatê min e, ev fikir fikrê min e û ev rêber rêberê min e. Îdeolojiya Rêber APO pêwîste em wek jin pê re bin da ku em hebûna xwe baş Ji hev derxînin. Jin dikare bi her şeklî ji bo nasnameya xwe tekoşîn bike. Rêber APO dibêje; “bi duayekî jî hun dikarin destekê bidin şoreşê.” Dema em diçin nexweşxaneyekî dayîkekî heştê salî ji me re dibêje “herin xwedê bi were be û înşalah serkeftin ya we ye.”, Ev hêza jin dide diyar kirin.

Ger saziyek jin tê de tinebe ew sazî bê ruh e, yanî her devera ku jin tê de tinebe ew der bê ruh e. Civak bi jinê tê ava kirin. Yanî em dikarin bêjin civaka ku berê jin tê de mirî bû ew civak jî mirî bû, bi kolebûna jinê re hemû civak kole bû. Lê belê di şoreşa rojava de ne wisaye, jinê serî hilda, xwe kir xwedî îrade û xwe azad kir. Êdî gav bi gav xwe gihande azadiyê. Li kêleka wê jî jina suriyan, Ereb û hemû jinên herêmê xwe rêxistin kirin û gotin em jî wek jin dikarin xwe rêxistin bikin. Mirov dikare bêje; şoreşa rojava jin komî gel hev kir û em hemû jin deyîndarên vê şoreşê ne. Beriya şoreşê em wekî koleyan bûn lê niha newisaye. Em jin bûne xwedî îrade û em çiqasî jî behsa hêza şoreşê ya di jinê de ava kiriye bikin, em nikarin bi yek û du demjimêran tehrîf bikin. Ji ber ku gelekî bi bandore. Bi vî rengî em dikarin bêjin Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, Rojava welatê jinê ye.

Evîn:

Heval dilbirîn em berê xwe didin we. Tê nas kirin ku projeya netewa demokratik bi xwe re pîvanekî û jiyaneke azad ya ku dibe bingeha civakek azad pêk tîne. Bêguman tê naskirin her zindiyê heyî jixwe rêbazên xwe ya parastinê heye ku karibe jiyana xwe bidomîne. Îro em jî dibêjin di hindirê projeya netewa demokratîk de dema em behsa xwe parastinê dikin, ne di wê çarcoveya wê ya teng de dikin. Em dibêjin di nava projeya neteweya demokratî de xweparastina zanistî, civakî, nirx, ziman û hwd. dikin. Dema em vê jî dibêjin Rêber Ocalan jinan dişibîne gulekî ku gul hem bedewin, hem jî xwe bi sitiriyên xwe diparêzin. Tiştên ku em di vê çerçevê de nîqaş bikin, bi rastî jî di hindirê şoreşa rojava de, şer bandorekî çawa avakir û jinan di nava vî şerî de çawa hêza xwe derxistin holê? Ew fikira ku di mejiyê jinan de hatibû ava kirin ku qaşo jin bê hêzin, nikarin xwe biparêzin û hertim hewcedarê kesên dîtir in, an jî jin tenê dikare bi riya zilamekî re xwe biparêze. Em dixwazin li ser van mijarana we guhdar bikin. Gelo şoreşê bi xwe re çi anî ku karî hêza jin a cewherî bide diyar kirin?

Dilbirîn:

Silav û rêz ji we, xebatkar, mêvan û gelê me yê hêja re. Niha çi dibe bila bibe ger civakek bêparastin be ew civak hebûn û tinebûna wî/ê ne diyar e. Ne tenê hêza civakê tine be belku hêza wê/î lewaz be jî ew civak nikare jiyana xwe bi rêve bibe. Bêguman niha em weke hêzên YPJ’ê hêza parastina jin in. Mirov binêre YPJ ê guhertinek çawa anî nava civakê wê baştir cihê xwe bigre. YPJ ne tenê bi raperîna gelê herêmê re derketiye holê. Na, ger em wisa binirxînin wê gelekî teng bimîne. YPJ xwedî mîrateyek dîrokî ye û YPJ ê kariye xwe li ser vê mîrasa dîrokî ya jinan rêxistin bike û xwe bigihîne van rojan. YPJ li ser ruhê fedayî ya Sarayan xwe rêxistin kiriye û xwe gihandiye artêşbûnê. YPJ bi vê mîrasê re kariye xwe li hemû derê cîhanê bi bandor bike. Yanî mirov dikare bêje; fikra YPJ bandorek mezin li ser fikrê hemû jinên cîhanê kiriye. Beriya şoreşa jinê li Sûriyê û herêmê ne tenê bê îrade bûn, weke mirov jî nedihatin dîtin. Jinê xistibûn zindanên ku deriyê wê vekirî bû, navê wê jî kiribûn mal, an jî malbat û jin ji nobedarê malê wêdetir nedihate dîtin. Lê wekî cîhan hemû jî dibine, damezirandina artêşa YPJ’ê bandoreke mezin di mejiyê mirovan de ava kir û guhertinên berçav çêbûn. Bi bandora YPJ’ê re li dijî fikrê jina lewaz guhertin çêbûn û jineke gelekî bihêz derket holê. Di sala 2014 an de hêzeke hov a bi navê DAIŞ’ê derkete holê ku ev hêz ti nirxê mirovahiyê nas nedikir.DAIŞ berê xwe bidana ku derê hovîtiyek mezin didane meşandin, qetlîamên komî pêk dianîn û vê jî hîşt ku tirsekî mezin di mejiyê hemû hêzên global û herêmî de çêbibe. Lê wek ku herkes jî dizane hêzên YPJ’ê bi îradeya xwe û bi îdeolojî-paradîgmaya serdema nû li hemberî hêza herî hov a cîhanê bedena xwe kirin sîper û şerên ku mînakên wê di dîrokê de nehatiye dîtin dane meşandin. Bi vî rengî hêza DAIŞ’ê têk birin û cîhanê ji hovîtiyê rizgar kirin.

Bêguman hêzên YPJ hêza xwe ya îradî ji dayîkên xwe yên temen nezin digirtin. Ji ber dayîkên me di şerên herî dijwar de jî li kêleka zarokên xwe sekinîn û parastina xaka xwe kirin, niha em deyîndarê wan dayîkan in. Dayîkên me bi destê keçên xwe digirtin û dianîn beşdarê şoreşê dikirin. Ev ruhekî fedayî ye, nabe were înkar kirin. Di atmosfera şoreşê de herî zêde jinan xwe beşdar kirin. Sîstema dewletê sîstemeke ku li dijî zêhniyeta jinê hatiye damezirandin ji ber wê jî şoreşa ku li rojava dest pê kir, li dijî feraseta sîstema dewletê ye. Ji bo vê ye ku jin ewqasî bi kelecanekî mezin xwe tevlê dikin û li hemberî hêzên herî hov ên cîhanê, şerên mezin didin meşandin.

YPJ, ne tenê hêzeke çekdarî ye, di heman demê de hêzeke fikrî ye. YPJ ê kariye guhertinekî zihnî ji bo hemû jinên herêmê biafirîne û ev jî bû ye sedem ku gelek jinên herêmê werin û ji şoreşê re pêşengtiyê bikin. YPJ, fikra ku hezarên salane jinê ne tiştek dibine, şikand û guhertinek mezin ava kir. YPJ ê pêşiya metabûna jinê ya li herêm û cîhanê girt û îro em dibînin ku jin pir bi rehetî dikarin ji malên xwe derkevin, bi tena serê xwe herin ser karên xwe, yanî bêyî ku hesabê ji tiştekî re bikin bi azadane ji xwe re dimeşin. Ev jî berhema fikrê YPJ’ê ye ku li herêmê belav bûye. Wek me li jor jî anî ziman, YPJ ne tenê hêza çekdarî ye, YPJ di hemû qadên jiyanê de xwe rêxistin dike û li ser exlaqê xwezayê û li gorî pîvanên civaka azad di warê fikrî de xwe û jinan perwerde dike. Şer jî beşek ji bo parastina nirx û welatê xwe ye ku YPJ dide meşandin. Ji bo keda jinê bibe malê wê û keda wê neye xwarin, YPJ tekoşînê dimeşîne. Ev berhema ku derketiye holê bêguman bi berdêlên gelek mezin YPJ ê kariye bi dest bixîne. Dikarim diyar bikim ku ji vir û şûn de jî em weke hêza YPJ bedelê wê çi dibe bila bibe, her êrîşa ku li ser nirxê civaka me were, em ê li hemberî wan êrîşan şer bikin û civaka xwe biparêzin.

Wek tê xuya kirin di kîjan welatî de ger jin ne rêxistinkirî be, ew welat hildiweşe. Ji ber vê jî gelek kes taybet li ser YPJ’ê lêkolînan dikin, bê ka çawa ev jinên herêmê xwe rêxistin kirin û li hemberî hêza herî hov a cîhanê şer kirin û bi ser ketin? Me jî îspat kiriye ku em weke jin dikarin di her qada jiyanê de tekoşîn bikin û bi ser jî bixînin. Di dîrokê de gelek êşên mezin di ser jinê re derbas bûne û îro em di zanistiya wê de ne ku bê çawa îradeya jinê hatibû şikandin û wek mirov nedikarî xwe îfade bike û di heman demê de ji hemû tiştên jiyanê mehrûm bûbûn. Lê bi şoreşa rojava re jinê karî heqîqeta xwe bibîne, xwe di heqîqetê de kûr bike. Jinan li Rojava bi keda Rêber APO xwe di warê fikrî û leşkerî de pêşxistin û xwe kirin artêş û îro pêşengiyê ji hemû jinên Enternasiyonalîst re dikin. Weke YPJ deriyê me ji hemû jinan re vekiriye, em hemû jinan hembêz dikin û ji bo ku jinan di warê parastin û zanistê de pêşbixînin em amade ne.

Evîn:

Heval Bêrîvan em berê xwe bidin te. Tê zanîn jixwe dema em behsa şoreşa jin dikin, di serî de em qala afirandinên jinan ên di tevahiya dîrokê de pêk anîne dikin. Hemû pêşketinên erênî yên di jiyana civakî de rû dane di encama keda jinan de pêk hatine. Em dibêjin şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango Şoreşa Jinê ya li Rojava pêk hatiye wisa ji berxwe ve derneketiye holê. Ev, mîrasa milyonan jinane ku îro li vir bi encam bûye. yanî em ti caran dîrokê tenê ji aliyê xwe ve temaşe nakin. Di dîroka jinê de hin xal hene ku em li ser disekinin. Ger tu nikaribî baş tehlîlan bikî, tuyê nikaribî dîrokê jî baş ji hev derxînî û jê re çareseriyê jî bînî. Di dîroka jinê de yek ji mijara ku em li ser disekinin, mijara şikandina zayend e ku hatiye sere jin. Em li ser vê mijarê taybet disekinin. Di hindirê şikandinê de jî mijara koletiyê digirin dest û nîqaş dikin. Bi taybetî jî qebûlkirina jinê ji koletiyê re. Çima em vê nîqaş dikin ji ber ku em dibêjin 12 sal di ser şoreşa jin a Rojava re derbas bû û di vê demê de gelek pêşketin qewimîn. Jixwe heval Suad bi berfirehî qal kir ka jinê çawa di şoreşê de hêza xwe nas kir û karîbû qeyîd û zincîrên li dora jinê hatibûn pêçandin biqetîne. Birêz Dilbirîn jî mijara xwe parastinê di çarçoveyek fireh de nirxand. Em dixwazin vê ji we guhdar bikin; Di eksena nêrîna jin de perwerdeyên dîrokî û paradîgmayî di kîjan astê de û çawa tên dayîn?

Bêrîvan:

Heval Evîn ji bo te, tevahî mêvanên te û hemû kesên me temaşe dikin re silav û rêz û cardin dibêjim êvar baş. Şoreşa 19 ê tîrmehê bi çirûskekî dest pê kir û li hemû deverên Kurdistanê belav bû û heta roja îro dewam dike. Bi rastî jî Rojava bû qadeke ku hemû dewletên cîhanê bala xwe dabûn ser bê ka wê ev şoreş kengê binbikeve û kengê xelas bibe? Îro dema em derbasî sala wê ya 13. Dibin, di destkeftiyên hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de eşkere dibe ku ew kesên li ser me şert û merc ferz dikirin bixwe îflas kirine û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi ser ketine. Ev gavekî gelek girîng e, esas xwe disipêre tiştên ku we diyar kirî pêwîste em di çarçoveyek berfireh de hinekî li ser nîqaş bikin. Şoreş dema tê gotin yanî sîstema ku heyî em jê ne razî ne, pêwîste guhertin tê de were çêkirin û ji ber dem ji vê guhertinê re tine ye, pêwîste herdem di nava xwe de guhertinan çêbike, da ku ew jî di wê çerxa guhertinê de bigihîje asta zanebûnê. Li ser esasê tiştên ku dihatin kirin, jin jî ji xwe re çarçoveyek girtibû. Mînakên ku li ber çavên min tenê çêdibûn, min li wan dinêrî ji ber rastiyek xwe heye ku di nava minhacên dibistanan de perwedekirina dewletê, perwedekirina li ser esasê kategoriya hatiye avakirin e. Tenê jin weke asta duyemîn yan jî koletiya pê hatiye daqurtandin, di riya hin têgînan re ku xwe disipêre perwedeya hişmendiya desthilatdar ya zilamtî. Dema ku jin di wê çarçoveyê de hebûna xwe bibînin, helbet wê nifşekî ku dîroka xwe nas nake derkeve holê. Dema ti paradîgmayek an jî guhertinek li ser erdê tinebe, wê nikaribe jiyanê bi rehetî bidomîne.

Şoreşa rojava bingehê guhertinê da avakirin. Nêrînek ji bo jin da avakirin ku ev şoreş ji bo guhertinê ye û ev guhertin pêwîste bi dîrok naskirinê re pêk bê. Ji ber di nava minhacên ku di dibistanan de didane fêr kirin tenê ji bo serî tewandinê bûn, ji bo zilam aciz nebe û zilam nexeyîde bûn. Esas bi fikra ‘tebeqeyek heye me xwedî dike, me perwerde dike bila ji me aciz nebe yan jî wek jinekî nebaş em neyên naskirin.’ tevdigeriyan. Ev pîvanên başbûn û nebaşbûnê esas li ser jinê dihatin ferz kirin. Ev pîvan li ser esasê ku hertim jin di nava çarçoveyekî veşartî de di wê jiyana kole de bimîne hatine diyarkirin. Bi têgînên kevneşopiyên civakî yên di bin navê rê û resmê de guneh e, heram e, pîrek e, divê baş be, exlaqê wê baş be, dernekeve derve û bi gotinên cûr bi cûr li ser jinê hatibûn ferz kirin ku heta roja îro jî ev nêzîkatî didomin. Lêbelê şoreşa rojava karîbû vê hişmendiyê hinekî bişkîne û jê re bibe bersiv.

Bi saya paradîmaya netewa demokratîk ku xwe dispêre sê lingan esas avakirina civakekî ekoloji, avakirina civakekî azadîxwaz û wekheviya di navbera herdû zayendan de pêkbîne hedef dike. Ev paradîgma ne ji xwe ve hatiye, esas ev bersiv e ku bikaribe tekoşîna civakekî demokratik, ekolojik û azadiya jin li hember serdestiya netew-dewlet, endistiryalîzm û tekperestiya zilam bide meşandin? Civak wê li hember hişmendiya desthilatdar a hiyareşîk çawa tekoşînekî bide meşandin? Civakekî ku dinavbera herdû zayendan de wekhevî tunebe wê li dijî zayendperestiyê çawa tekoşîn bide meşandin? Niha di saya vê paradigmayê de şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêşket li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemekî nû yê perwerdeyê hate sazkirin. Hem wekî mifredatên di akademiyan de hem jî bi mifredatên dîroka xwe naskirin, dîroka jin naskirin û hêza jin nas kirinê de astekî derkete holê. Êdî bi naskirina rastiya dîrokê re hêza jinan a ka çawa xwe bi çek kirin, an jî xwe bi îrade kirin jî eşkere bû. Esas ew îradeya jin ku hatibû şikestin xwe dispart dîroka pênc hezar salan. Zanista jin a ku ev pênc hezar salin hatibû veşartin, xwedî dîrokek dûr û dirêj a berî deh hezaran salan e. Bermayî û rastiyên ku lêkolînên arkeolojik derxistine ser rûyê erdê vê yekê îspat dikin. Lê mixabin di gelek meteryal û mifredatan de hem ji me dihatin veşartin, hem jî ji me re dihatin qedexekirin. Ew peykerên hatine derxistin nîşan didin ku di demekî dîrokê de jin û mêran bi hev re civakek bi rêve dibirin, jin û mêran bi hevre zanistek pêşdixistin û jin û mêran bi rengekî kolektîf bi hev re jiyan dikirin, her wiha jin û mêran dikaribûn jiyaneke wekhev di astekî girîng de bimeşînin. Rêber APO dibêje; em çawa dikarin hevjiyana azad pêk bînin? Hevjiyana azad wekî hişmendî xwe dispêre jineolojî. Jixwe di sed sala 21. de jîneolojî weke çareseriya esasî ya pirsgirêka jinê ye ku di roja me de xwe daye der. Em wek jin pêwîste xwe bispêrin jineolojî ku em bikaribin cewhera xwe derxînin holê da ku em tekoşîna xwe bi zanistî jî bidin meşandin. Li ser vê bingehê gelek pêşketin jî çêbûn; di astekî de artêşa jin hate avakirin, di astekî de pêşketina îdeolojiya rizgariya jin ku xwe dispêre 5 pirensîban di nav jinên civakê de êdî tê pejirandin, di heman demê de ew mebde an jî fikra kuştina mefhûmê zilamtî jî di nav de gavên pir girîng bûn ku di pêşengiya Tevgera Jin a Kurdistanê de hatin avêtin. Jinê karîbû di her pêvajoyê de bandoreke neteweyî avabike ku ji nûve wê tesîra jin, wê meşa jin ber bi azadiyê ve pêşbixe. Em bêjin pêwîste jin di hemû pêvajoyan de bikaribe rê ji gelek jinên din re veke, di heman demê de gelek pêkhateyên dîtir jî tevlî bike, bikaribe xwe ji wan sînorên ku wê qirkiribûn û her di nava dîwaran de hiştibûn xelas bike.

Xala herî esasî û girîng li vê derê ev e ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ev perwerde çawa dihatin meşandin? Hem bi riya akademiyan re çawa dihatin meşandin? Hem bi giştî dinava civakê de çawa dihatin meşandin? Tecrubeyên di vî aliyî de çêbûn rastiyekî li ser erdê didin diyar kirin. Di roja îro de em bala xwe didine li gel siyasetên li derve li ser me tên meşandin, ev 12 salin li ser şoreşê hem şerê taybet û hem jî bi şerê gerim re êrîşên ji aliyê dewleta Tirk ve ku li ser gelê me yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, dîsa jî nekarîn bibin asteng li pêşiya xwe pêşxistina jinan. Jinan tevî hemû êrîşan jî karîn di hemû qadan de cihê xwe bigrin, nêrîna xwe ji bo hin têgehan bidin guhertin. Wek mînak; siyaset wek milkekî taybet lê hatibû, yanî tenê ji bo zilamên ku di asta tebeqeyekî de diyarkerin hatibû sînordarkirin. Li ser vê minasibetê jin jî di warê siyasî de herdem xwe dûr dixistin ji ber ku siyasete karê zilaman didîtin. Ger ku jin di qada siyasetê de tinebe wê çawa biryar werin stendin? Wê çawa destûrekî ji bo vî welatî were dayîn? Ger ku zilam li ser jinan biryar bide, wê gavê wê çarenûsa jinan çi be? Wekî hemû şoreşên ku beriya niha jî çêbûne, piştî şoreş qediya wê zilam bibêjin; ‘werin em ji nû de parvekirinê çêbikin, êdî vedigere rewşa xwe ya berê.’ Ew kesên ku tekoşîn dikirin yan jî weke şoreşger dihatin nasîn diketin cihê desthilatdariyê û ferq û cudahî nedima. Lê niha pergala bi sîstema hevserokatî hatiye sazkirin, xwe dispêre diyalektîka gerdûnî ya li ser esasê mê û nêr avabûye. Em jî xwe dispêrin vê zanebûn û zanistê. Pêwîste ev zanist bi xwezayê ve girêdayî be. Esas dema ku kapîtalîzm an jî kesên serdest destên xwe diavêjin xwezayê, texrîbatên giran çêdikin. Heman nêzîkatiyê di destgirtina jin û mêr raber dikin û di nevbera herdu zayendan de tebeqeyan avadikin. li ser bingehê pergaleke desthilatdar û koledar hatiye avakirin ku ev pergal, hevsengiya di navbera jin û mêr de ji holê rakiriye û rê li ber pirsgirêkên giran vekiriye.

Em di serdema nû de wek çavkanî giraniyê didin sosyolojiya azadiyê, ji bo karibin pirsgirêka civakê çareser bikin. Serokatî li ser vê mijarê ji bo çareseriya mûhtemel di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî behsa çareseriyan kiriye. Em weke jin, vê çavkaniyê ji xwe re esas digirin. Ji ber di civakê de malbat di asta şaneya yekemin de ye, em jî dixwazin malbatekî demokratî bidin avakirin da ku em karibin hevjiyana azad ava bikin. Ji bo di nava civakê de nebin pirsgirêk, wê zarok çawa were mezin kirin? Nabe ku zarok bi şêwazên dewletê werin perwerdekirin. Dewletê bi polîtîkayên taybet, zarokan dûrî exlaqê civakê, li ser esasê bibin çavkaniya pirsgirêkan perwerde dikir. Em jî dixwazin berovajiyê dewletê, zarokan bi têgihiştin xwedî bikin, perwerde bikin ku di siberojan de bi exlaqê azadiyê tevbigerin, nirxên hevpar ên mirovahiyê nas bikin; di mijarên weke aşitî û edaletê de rol bilîzin û bi taybetî jî li dijî zayendperestî ya nehevsengiyê di navbera jin û mêr de çêdike xwedî helwest bin û karibin li hemberê hemû bêdadiyan tekoşîn bikin. Jixwe dema pirsgirêka jin çareser bû hemû pirsgirêkên civakê jî pê re çareser dibin. Ango wê bi vê re hemû pirsgirêkên sîstema kapîtalîst a ku li ser zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî xwe ferz dike, werin çareserkirin. Heta em ê ji êrîşên dewletên dagirker jî rizgar bibin. Dema hêza civakê kom dibe bi hev re, di nava hevsengiyeke aram de di asteke zanebûnê de dijîn. Êdî ew hêza komkirî ya rêxistinkirî jî enerjiyekî pir mezin derdixe holê ku bikaribe li hember gelek teknîkên mezin û hişmendiya dewletan jî bisekine. Esas em ê bigihîjin wê pirojeya ku Rêber APO behsê dike. Em ê bikaribin konfederalîzma demokratik a ku li ser esasê rêveberiyên xweser dimeşe ava bikin ku di bingeha wê de komînalbûyîn heye, ji malbatê bigre heya komînan jiyaneke azad û bi hev re were avakirin. Em ê karibin bi piştgiriya hev re pergalekî avabikin ku bê nexweşî, bê qirkirin, bê îstîsmar dimeşe û digihîje asta ku xwezayê jî ji hişmendiya desthilatdar paqij dike. Wê ev şêwazê jiyan û xebatê jiyana azad bihûne.

Evîn:

Dema em dibêjin şoreş, em behsa raperîn û serhildanekî li hemberî kiryarên zilmê-tarîtiyê dikin ku jixwe di encama serkeftin a guhertinê de şoreş pêk tê.

Heval Hemrîn em dixwazin xalekî girîng bi were jî nîqaş bikin. Em behsa şoreşê dikin, bêguman dema em navê wê dikin şoreş, em qala şoreşa 19 tîrmehê dikin. Ev şoreşa ku pîvanên wê hebûn, hedef û armacên wê hebûn ji bo pêkanîna azadiyê, pêkanîna wekheviyê û ji bo pêkanîna demokrasiye. Şoreşek hate destpêkirin ku ev şoreşa hanê jî bi pêşengiya jin çêbû. Ev rêgezên esasî yên me behs kirî hedefa wan a esasî çiye? Helbet avakirina civakek polîtîk û exlaqî ye. Ji bo avakirina civakek bi vî rengî an jî ji bo pêkanîna van rêgezan pêwîste kesên ku pêşengtî bikin di aliyê hişmendî de, di aliyê exlaqî de û di aliyê siyasî de xwedî sekin bin ku karibin van pîvanan di nava civakê de jî serwer bikin. Bi taybetî di xebatên înşaya şoreşê de rola jin çawa şênber bû? Em dixwazin li ser van xalan nêrînê we guhdar bikin.

Hemrîn:

Belê hevala Evîn, spasiya te dikim û spasiya hemû hevalên guhdarvan dikim. Di serî de ez şoreşa 19 ê Tîrmehê li we hemûyan pîroz dikim. Jixwe dema em behsa rola jin di xebatên înşayê de dikin, em dikarin vegerin serdemên dîrokê yên destpêkê û gelek mînakên vê pêşengiyê bibînin. Di pêvajoya van qonaxên ku derbas bûne hemûyan de jî jixwe jin wekî avaker dihatin dîtin. Di her demê de jin ew hebûn e ku civak li derdora wê ava bûye. Em dikarin bejin hem ew nirxên civakê yên destpêkê, hem wekî hevalan anî ziman parastina civakê ya destpêkê, hem jî ew nasnameya destpêkê li ba jinê dest pê kir û ew berhemên civakê yên yekemîn bi aqil û destê jinê ava bûn. Di hemû serdemên dîrokê de jî jin wekî afrînerekî bû ji bo civakê. Ji ber ku jinê dinava civakê de bi berpirsiyarî xwezayî di pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanê de pêşengî dikir û bixwe hişmendiya civakê ava dikir, pîroz dihate dîtin.

Weke tê zanîn, piştî zêhniyeta bavik salarî xwe serdest kir û şûn de di tevahiya 5000 salan de tekoşîna jin û civaka xwezayî li hemberî wê zêhniyetê hate meşandin. Niha jî ev tekoşîn li rojava tê meşandin û jin ji vê re pêşengtiyê dike. Di şoreşa rojava de jin bi saya felsefeya Rêber APO gihîşte vê merheleyê. Jinan, di encama berdêl û kedên 50 salan de karîn li Rojava şoreşekî di nava şoreşê de ava bikin. Jinê li rojava tekoşînekî mezin li hemberî mejiyê zayendperest û netewperest da meşandin. Berya şoreşê, ev zilma ku ji aliyê deshilatdaran ve li ser jinê dihate meşandin, gelek binpêkirinên mafê jinan bi xwe re dianî, lê jinan nedikarî li hemberî wan dengê xwe derxînin. Pergala serdest jinê wekî amûrekî bikardianîn ku bikaribin bi riya wê dest deyînin ser vê civakê. Di pêşengiya jinan de pêkhatina şoreşê re êdî jin di xebatên înşayê de rolekî pir mezin dilîzin. jinan kariye gavên pir mezin biavêjin. Jinan, soz li ser xwîna şehîdan dane û di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin û ji bo guhertinê rol dilîzin.

Di avakirina şoreşê de jinan ne tenê daxwaza azadiya xwe dikir, di heman demê de daxwaziya azadiya civak û hemû netewan dikirin. Mirov dikare bêje ku jinê bi hêza xwe ya guhertin û veguhertinê re karîbû hişmendiya serdest a li ser civakê hatibû ferzkirin pûç bike. Jinan hem kesayeta xwe rêxistin kirin, hem jî di warê xwe naskirinê de xwe perwerde kirin. Di heman demê de bi guhertin û veguhertina hişmendiya civakê de jî xwe îspat kirin. Jinan çawa karîn li hemberî hişmendiya civakê bisekinin? Çawa dikarîbûn weke jin rol bilîzin? Çawa karibûn li cem mêr di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de sîstema hevserokatî pêk bînin? Jinan ji bo karibin hişmendiya hezaran salin li ser jin hatiye meşandin biguherînin û xwe îspat bikin, xwe birêxistin kirin.

Wekî destpêk gava yekemîn bû ku jinan xwe di nava Tevgera Azadiyê de rêxistin kirin.

Di şoreşa rojava de bi riya komîteyên perwerdeyê ku xwe gîhand her jinekî, di her qada jiyanê de, guhertine di kesayeta jinê de da çêkirin. Nêrîna sîstema serdest a ku jinê tenê bi şekil û şemal ve şîrove dikir li ser jin jî bandoreke nêyînî avakiribû. Lê van perwerdeyan karî bide îspat kirin ku jin ne tenê hebûneke şiklî ye û asta azadbûnê dikare bedewiya wê diyar bike. Bi riya belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO derket holê ka jin çiqasî xwedî fikir û hunereke xweşik e. Di heman demê de me bi riya fikrê Rêbertî re xwe gihand hemû jinan û xwe û civaka xwe jî bi wê fikirê rêxistin kir. Jinan bi komînan dest pê kir, xwe weke meclîs û saziyan rêxistin kir û ji bo çareseriya pirsgirêka rojhilata navîn li ser Sosyolojiya Azadiyê xwe kur kirin, da ku bikaribin ji pirsgêrêkên Rojhilata Navîn re bibin çareserî. Gavên gelekî mezin hatine avêtin lê li hemberî wê jî gelek êrîşên ji derve de hene. Ji bo destkeftiyên jinan tine bikin gelek hewildan têne dayîn. Lê em weke jin ji bo ku li hemberî wan êrîşan bisekinin her roj xwe rêxistin dikin û xwe li ser fikirên azadiyê kûrtir dikin. Ji bo jin şerên taybet yên dijmin vala derxînin pêwîstî bi perwedehiyê dîtin. ji bo vê jî jinan di her warî de xwe perwede kirin û rastiya xwe nas kirin. Ji bo em karibin ji wan êşên ku jinan di dîrokê de gelekî kişandine re bibin bersiv û ji bo ev zilma li ser hemû jinan were rakirin me modelek hevserokatî ava kiriye. Ev model ji bo hemû cîhanê bûye nimûne. Ji ber vê jî jin her roj xwe di nava hemû saziyan de xurt dikin û nifûza xwe jî zêde dikin. Ev hewldan ji bo jinê cihê serfiraziyê ye.

Ji ber ku em dixwazin ji hemû pirsgirêkên civakê re bibin hêza çareseriyê, em hêza xwe xurtir dikin.. Em di nava sîstema neteweya demokratîk de dixwazin rê li ber hişmendiyeke exlaqî vekin. Ji bo vê jî em xebatan dimeşînin û xwe perwerde dikin. Ji bo em karibin ev riya ku şehîdên me yê qehreman ji me re vekirine bidomînin xwe rêxistin û perwerde dikin. Me weke jin tekoşîn û berxwedaneke dîrokî da meşandin ku îro ev tekoşîn berbelavî hemû Kurdistan û cîhanê bûye. Di berdêlên giran ên berxwedanê re jinan li rojava ji bo hemû jinên cîhanê hêviyek ava kiriye û berxwedana me bûye sembolek ji mirovahiyê re. Ev bi dirûşmeya jin jiyan azadî re diyar bû ku jinên tekoşer çawa bandora xwe li ser mejiyê mirovahiyê kirine. Ev fikir bi riya Rêber APO derkete holê û niha herkes ji xwe dipirse gelo xwediyê vê fikrê ki ye, an jî li ku derê ye? Niha li herderê cîhanê gelek zanyar daxwaza azadiya Rêber APO dikin ji ber ku fikrekî gelekî bi bandor derxistiye holê.

Tiştekî ne hindike ku şoreşa rojava bi dest xistiye û bûye nimûne ji her derê cîhanê re. Niha em wekî jin li ser vê fikirê disekinin ku zêdetir belav bibe û bigihîje serkeftinê. Divê em parastina van destkeftiyanê bikin. Me weke jin bi riya rêxistinkirina xwe, karibû xwe bigihînin qadên dîplomatîk, ekonomî, polîtîka, siyaset û zanistê. Em wekî jin pêwîste bi riya perwedeyê hem xwe û hem jî nifşên nû rakin. pêwîste em hemû dayîkan baş perwerde bikin ku zarokê xwe li ser esasê jiyanek polîtîk û exlaqî li gorî pîvanên civaka azad mezin bikin. Em weke jin pêwîste fikrê jina azad derbasî hemû qadên jiyanê bikin û bi taybetî jî di dibistanan de nifşê nû li ser esasê civaka ekolojî perwerde bikin da ku pirsgirêkên civaka me zûtir werin çareserkirin. Pêwîste em hemû jinan di perwerdeyan de derbas bikin. Bi taybetî perwerdeya xwe parastinê gelek girîng e. Ji bo em civakê ji zayendperestiyê rizgar bikin û jiyana wekhev ava bikin, perwerde şert e.

Beşa 2.

Evîn:

Di nava nirxandinên hemû hevalan de ev derket ku bandorekî gelekî mezin a Şoreşa 19’ê Tîrmehê di jiyana jinan de heye û rastî jî bûye wesîleya eşkerekirina hêza jinê. Di vir de gotina Roza Luksemburk ku dibêje; “Ger ku jin xwe nelivîne, jixwe pê nahise ku bi zincîran ve hatiye girêdan.” Em karin bêjin ku livandina ku jinan bixwe kir di şoreşa 19 ê tîrmehê de bû wesîleyekî ku gelek jin bi zincîrên xwe bihesin û fêm bikin ku di koletiyekî pir kûr de dijîn. Jixwe di nirxandinê we de jî eşkere bû ku heta kîjan astê jinan di van 12 salan de xwe rêxistinkirine, xwe perwerdekirine, civak û nirxê xwe parastine. We jî bi berfirehî anî ziman ku jinan, heta astekî di aliyê îdeolojiyê de, di aliyê aboriyê de xwe kûr kirine, dîrok û çanda xwe zindîkirinê. Diyar dibe ku ev pêşketin, di tevahiya 12 salan de bi pêşengiya jina Kurd pêk hatine. Meşa azadiyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê xurt bû, bi yekbûna hemû jinên ji ol-bawerî û netewên cihêreng re jî dewlemend bû. Em dixwazin di vir de mijarek din nîqaş bikin û nêrînên hevalan jî li ser bigirin. Bi rastî jî ev şoreş, di asta coxrafî de di çarçoveya rojavayê Kurdistanê de ma, lê di aliyê tevlîbûnê de me dît ku bi pêşketina şoreşê re bi sedan kesên enternasyonalîst ji her çar aliyê cîhanê berê xwe dan vê qadê û bi baweriyekî mezin hem di aliyê civakî de hem jî di aliyê leşkerî de tevlî refên şoreşê bûn. Gelek ji wan kesan rola pêşengtiyê ji vê şoreşê re kirin û gihîştin asta şehadete. Niha jî gelek ji wan jî ji bo ku di pirojeya neteweya demokratîk de û di pirojeya azadiya jin de xwe kûr bikin û bibin modelekî ku karibin ji pirsgirêkin civaka xwe re çareserî bibînin, divegerin welatên xwe û wekî kadroyên vê sîstemê li welatên xwe vê projeyê didin meşandin. Em dixwazin vê yekê bi hev re nîqaş bikin; ji şoreşa jin, ji şoreşa rojavayê Kurdistanê çi tê xwestin ku em wê veguherînin şoreşeke jin a cîhanî? Jixwe tê zanîn gelek civîn û komxebat hatin meşandin ji bo konfederalîzma jinên cîhanê, lê hîn bêhtir çi tê xwestin? Ez dixwazim bi we re van xalan jî nîqaş bikim.

Heval Suad em dikarin ji cem we dest pê bikin. Hîn bêtir ji bo şoreşa me bibe şoreşa jinên cîhanê, çi tê xwestin? Em nêrînên we guhdar bikin.

Suad:

jixwe şoreşa jin a 19’ê Tîrmehê pêşengiya hemû jinên cîhanê dike. Ev li ser çi esasî ye? Niha em mînak bidin; di hundurê Sûriyê de ev grûbên çete rabûne, di bin sîwana dewleta Tirk de dest dirêjiyê li ser jin, mal, milk û hertiştî miletan dikin, welatê wan dagir dikin. Ev çete bi çi hişmendiyê tevdigerin? ev tê vê wate yê ku ger jinên wan zanebûna, ger jinên wan karîbûna xwe îfade bikin, ev zilam nedikarîn van qetlîaman bikin û nedigihîştin vê asta xerabûn û hovane. Ev çete hov in û dixwazin li her derê kuştin, talan, destdirêjî û hemû xirabiyan bimeşînin. Lê ger ku ew jinan jî wekî me bikarîbûna li hember wan zilamên hov serî hildin û wê hişmendiyê qebûl nekin, niha Sûriyê jî zû ve rizgar bibû. Ne karê Tirkan, ne karê Îraniyan, ne karê Rûsiyan, ne kare Emerîkiyan û ti dewletan jî li van deran nedima. Dema jinek di kîjan civakê de dibe bila bibe, li hemberî zilm û zordariya ku li hemberî jinekî tê meşandin xwedî helwest be, serî hilde û bi rêxistinî tevbigere, wê demê kesek cesaret nake zilmê bike.

Hemû jinên cîhanê dikarin jinên Kurd ên rêxistinkirî ji xwe re mînak bigrin. Ma ne em hemû li hember sîstema zilam a dagirker rabûn. Sîstema dewletê ya desthilatdar, li ser jinê koledariyê daye meşandin. Mînak; ev şoreş, bi pênaseya Rêbertî, şoreşa gelan e. Ger jinên ku em behsa wan dikin, bi zanebûn li hemberî zêhniyeta faşîst ya olîkarşîkan serî rakirana û xwe di zanistê de kûr bikirana, niha sîstema zilam salarî nedikarî fitneyan di nava jinan de derbixîne û niha hemû jinên Rojhilata Navîn Azad bûbûn. Em dikarin bi mînakekî rastiya jinên li Rojava bidin diyarkirin ka çima ewqas êrîşên siyasî, leşkerî û îdeolojîk tên ser jî nikarin wan têk bibin? Ji ber ku jina li Rojava, xwe di fikrê azadiyê de kûr kiriye û li ser vê esasê sîstemek ava kiriye. Şoreş ji bo jinê hebûne. Raste diêşe, gelek tiştên xwe jî ji dest dide, heta kezeba xwe jî bi destê xwe bin ax dike lê ji bo hebûna xwe, li ser lingên xwe disekine. Jinên herêmê pêwîste berxwedana jinên şêx mexsud ji xwe re mînak bigirin. Pêwîste werin çîrokên berxwedana jiyana jinan ya li vir bixwînin û li ser wê jiyanê şekil bidin jiyana xwe. Îro me dît ku jinên Rojhilat çawa bi dirûşmeya jin jiyan azadî sîstema dewleta Îranê hejandin. Ev jî nîşan dide ka bandora şoreşa jinê ya li Rojava li ser herêmên din bi çi rengî ye. Ji ber vê jî em dibînin ger jinek ji xwe û hêza xwe bawer be dikare sîsteman hilweşîne. Azadiya mêran li gel azadiya jinê ye. Ger jin azad ne be mêr jî nikare azad jiyan bike.

Banga min li hemû jinên Ereb û jinên Ewropayê re ev e ku bila şoreşa rojava ji xwe re bikin mînak. Pêşniyara min ji jinan re fikrê Rêber APO bixwînin. Dibe ku di warê fêmkirinê de hinekî zehmetî bikêşin lê ji %10’ê pirtûka ku bixwînin fêm bikin jî bes e. Tu dikarî bi wê fêmkirinê jî di xwe de guhertinan çêbikî. Ev jî şoreşek hişmendiyê ye. Li kur dibe bila bibe ne girînge, ya girîng ew e ku di xwe de guhertinan ava bikin û xwe di fikir û zanistê de kûr bikin. Rêber APO rê li Pêşiya hemû jinan vekiriye. Her jinek dikare xwe bi îdeolojiya azadiya jinê re rêxistin bike û şoreşa hişmendiyê pêk bîne. Em weke jinên li Rojava baweriya me bi hêza me çêbûye û ev jî bûye sedem ku em dev ji welatê xwe bernedin. Ji ber ku dema bawerî çêdibe, mirov fêmdike ku hêza hundirîn di ser her tiştî re ye. Ji bo vê em dibêjin, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me ji xwe û hêza xwe bawer kiriye û em dev ji vê hêzê bernadin.

Evîn:

Heval Dilbirîn, em dixwazin ji we jî bipirsin. Niha em şoreşeke jin ya cîhanî di hundirê Şoreşa Rojava de dijîn. Ji bo em şoreşê hîn mezintir bikin, em çawa şoreşa xwe bikin bingehek ji bo komfederalîzma demokratîk ya jinan? Ne tenê di qada leşkerî de, di hemû qadên jiyanê de çi tê xwestin? Em dixwazin nêrînên we jî guhdar bikin.

Dilbirîn:

Yek ji sedema êrîşên dewleta Tirkiyê yên bê qanûnî û hovane ji bo şoreşa rojava wekî pergala demokratîk li cîhanê belav nebe çêdibin. Ango ji bo şoreş xwe zêdetir bi rêxistin neke bê navber êrîşê herêmê dikin. Em dikarin bejin ku van êrîşan jî bi tena serê xwe jî nake û destekekî mezin ji hêzên sîstema global digire. Li gel vê cesaretê ji çav girtina hêzên herêmî digre û ji xiyaneta hinek Eşîrên Kurd û Ereb jî îstifade dike. Bi vî rengî êrîşê ser şoreş û fikrê me dikin. Em jî weke şervanên Rêber APO û parêzvanên jina Azad, ti cara rê nedin dagirkeriya Tirk ku li pêşiya fikrê me bibe asteng. Êdî em bûne hêzeke fikrî û kesek nikare pêşiya fikrê me bigre. Weke tê zanîn di dîrokê de gelek hêzên fikrî derketine û karibûne sîstemên ser dest hilweşînin. Wê dewleta Tirk û hevkarên wê jî nikaribin li pêşiya fikrên me bibin asteng. Berovajî vê, em ê bi fikr û pergala xweya demokratik re wê dîktatoriya faşîst a sed sale hatiye ava kirin hiweşînin. Şoreşa rojava şoreşeke dîrokî ye û herkes dikare para xwe ji vê şoreşê bigre. Bêguman em ê vê fikrê bigihînin hemû jinên cîhanê. Pergala me ne tenê ji bo jinên Rojava ye ji bo hemû jinên bindest e. Ya din jî mecbûriyetek wisa nîn e ku her jinek were rojava xwe birêxistin bike. Jin li her derê cîhanê dikarin li ser paradîgmaya jina azad a Kurdistanê, xwe li welatê xwe rêxistin bikin. Niha em dibînin ku şoreşa jinê ya Rojava bandorek mezin li ser jinên cîhanê çêkiriye. Lewra jî em ê ji vir û şûn de xebatên xwe zêdetir bikin ku bandora şoreşê li ser jinê mezintir û mayînde bikin. Ev ne tenê peywira YPJ ye, peywireke li ser mile hemû jinên Rojava ye.

Em weke YPJ dixwazin xwedî li nirxên ku şehîdên me afirandine derkevin û van nirxan bikin malê hemû cîhanê. Ji ber ku gelek jinên Enternasyonalîst di vê riyê de şehîd ketine, pêwîste em xwedî li nirxên wan jî derkevin. Ji bo nifşên pêşerojê pêwîste em xwe baş amade bikin. Bêguman bandora hêza me belavî hemû cîhanê bûye. Ev jî bûye sedem ku gelek dost, hogir û dilzoz rewşa Rojava meraq bikin û ji bo dîtina wê, werin herêma me û bi çavên xwe rastiya me û hêzên me bibînin. Dostên gelê me dema tên herêma me û sîstema ku me ava kiriye dibinin, dixwazin vegerin û di welatên xwe de jî vê sîstemê bimeşînin. Ji bo vê jî gelek dixebitin. Em dixwazin li pêşiya hovîtiya ku îro li ser jin û zarokan tên meşandin bisekinin û hêza jinê rêxistin bikin. Niha em dibînin ku li Filistînê şerekî wehşî tê meşandin û herî zêde jî jin û zarok di vî şerî de zirarê dibinin. Pêwîste ji bo vê, xebatekî dîplomatîk ku hemû jinên bindest di bin ramanên Rêber APO de bîne cem hev û rêxistin bike bê meşandin. Ji bo jin bikevin ferqa hebûna xwe, pêwîste xebatên pir alî werin meşandin.

Evîn:

Bêguman YPJ yek ji wesîleyên esasî bû ji bo avakirina yekîtiya jinên cîhanê û wê yek ji wesîleyên bingehîn be ji bo avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk. Gelek spas heval Dilbirîn.

Heval Bêrîvan em berê xwe bidin cem te. Tu jî dikarî nêrînên xwe di vê derbarê de bidî? Kerem bike.

Bêrîvan:

Hevalên me gelek nêrînên giranbiha anîn ser ziman, ez jî tevlê dibim. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re sembola YPJ derkete pêş ku tevahî cîhan êdî dizanîbû ku tenê YPJ dikare hêza herî teror a cîhanê têk bibe. YPJ bi parastina gelê Rojavayê Kurdistanê re tevahî gelên cîhanê parast ku ew hêza DAIŞ zêdetir belav nebe. Ji bo vê jî ev şoreş nav û dengekî pir mezin veda. Li gel parastina hebûna xwe, sîstemekî xweser avakir. Ev sîstema jin a xweser mînakek berçav e ku ji tevahî cîhanê re bû îlham ku jinên cîhanê jî bikaribin şoreşa vê derê bibînin û ji xwe re wekî tecrubeyekî bigirin. Lê belê ev naskirin, di asta kesayetan de, di asta rêxistinên sivîl de ma ye û hê jî negihiştiye asta giştî ya tê xwestin. Ji bo êrîş werin sekinandin, asîmanên Rojava ji firîna firokeyên Tirk û hêzên dîtir re were qedexekirin û sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fermî were qebûlkirin, xebatekî baş lazime.

Gelê me her dem ji bo parastina destkeftiyên xwe li ser piyan e û herdem zindîne. Di vir de rastiyek jî derdikeve holê ku ev tecrubeya me çiqas dikare belav bibe? Xwe dispêre gotinek ji gotinên rêber APO ku dibêje; “cihê me lê winda kir, em ê li wir lê bigerin.” Yek, me di jin de wenda kir, ji ber wê jî di kesayeta jin, hebûna jin û xwebûna jin de em lê digerin, zanebûna wê pêş dixin ku em bikaribin ew rola jin zêdetir derxînin holê. Ya din di Rojhilata Navîn de hate wendakirin û divê em li vir lê bigerin. Rojhilata Navîn cihek e ku herî zêde pêşengî ji zanebûnê re kiriye. Vê erdnîgariyê di dîrokek 5000 hezar salan de malvaniyê ji gelek şaristaniyan re kiriye. Lê di roja îro de bi nêrîna oryantalîzmê çawa Rojhilata Navîn dagir kirine? Çawa kirine bin destê xwe de? Çawa bi riya olperestî-nijadperestî perçe perçe kirine û gelan bindest kirine? Niha ev tecrubeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, dikare di bin sîwana projeya Rêber Abdulah Ocalan a bi navê netewa demokratîk de hemû gelên bindest bîne cem hev û pergaleke jiyanê ya azad ava bike. Çawa ku ev proje li ser meseheyekî cografîk a weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê zemîneke rizgariyê avakir, pêkhateyên Ereb, Ermen, Suriyanî, Çerkez û hemû gelên herêmê ji bo xwe jî banga rizgariyê kirin. Kesek ji me wê dîmenê ji bîr nake ku dema jinên Dêrezor û Reqayê digotin; demokrasî li ku derê ye? Yanî QSD, YPG û YPJ li ku derê ne? Bila werin berya demekî me ji vê zilma DAIŞ ê rizgar bikin. Di şoreşa rojava de çarşefa reş hate avêtin û rengên xweşiktir derketin holê. Ew dîmen ti car nayên ji bîrkirin. Ji ber wê jî ji bo rizgariya hemû jinên ku hê jî di bin çarşefa reş de dijîn, çi bikeve ser milên me pêwîste em bikin.

Di sala çûyî de Konferansek li Libnanê hate li darxistin. Konferans, li ser esasê ku em ê çawa karibin tecrubeyên Rojava û sîstema Rojava derbasî welatên din ên herêmê bikin, hate çêkirin. Ji 18 welatên derdor jin beşdarê konferansê bûbûn. Jinan ji me re digotin ‘hûn heta niha li kur bûn ku we tecrubeyên xwe bi me re parvenedikir in?’ Hemû jinên beşdarvan rizgariya xwe di sîstema Rojava de didîtin. Êşa jin yek e. Ango jina Misilman, Ewropî, Efrîqî, Kurd û hemû jinên cîhanê êşên wan yek in. Hemû jin dixwazin xwe ji hişmendiya 5000 salan a ku mêr ava kiriye, rizgar bikin. Rizgariya jinê tenê di xwe rêxistin kirinê de derbas dibe. Hêza parastin a YPJ û jineolojî xebatên hevpar meşandin û xwe gihandin gelek rêxistinên femînîst ji bo bikaribin rêxistinbûna jinê xurtir bikin. Ji bo ku em êrîşên li ser hebûna fikir û nirxên jinê vala derxînin pêwîste em bi zanebûn nêzî fikra jineolojiyê bibin û bi zanebûn wê fikre berbelavê cîhanê bikin.

Evîn:

Heval Hemrîn, me vê mijarê bi berfirehî nirxand. Em bi kurtasî nerînên te jî derbarê bingehbûna şoreşa rojava ji bo şoreşek jin ya cîhanî de guhdar bikin.

Hemrîn:

Weke jin di tekoşîna Zayendî û bîrdozî de li her qadê xwe rêxistinkirin esas e. Yanî zanistê esas girtin, dikare mirov ber bi azadiyê ve bibe. Pêkanîna neteweya demokratîk di piratîka xwe de dibe nimûneyekî rast ji tevahiya cîhanê re. Bi riya vê re fikir û felsefeya Rêbertî tê belavkirin. Di heman demê de em dikarin bejin, dibe çareserî ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û civakên cîhanê re. Ji ber ku bi taybetî di mijara jin de pirsgirêkên em li Sûriyê dijîn, li her derê cîhanê tên jiyan kirin. Ev pirsgirêk ne tenê ya netewekî ye, ya hemû mirovahiyê ye. ji bo vê jî xwedî derketina li Şoreşa Rojava, erk a her mirovekî ye.

Evîn:

Hemû hevalan di nava nirxandinên xwe de girîngbûna Şoreşa Jin anîn ziman û îşaret pê kirin ke ev Şoreş ji aliyên netewî, çînî, çandî û jin ve gelek şoreşan di hundirê xwe de dihewîne. Her wiha bi taybetî rola jin hate nirxandin ku jinê çawa di guhertin, avakirin, parastin û pêşxistinê de bi israr pêşengî kiriye. Rêber Abdulah Ocalan dibêje; “Pirsgirêka jin, navenda hemû pirsgirêk û aloziyan e. Heta pirsgirêka jin neyê çareserkirin, wê hemû pirsgirêkên civakê bê çareserî bimînin.” Her wiha îşaret bi rast nivîsandina dîroka jin jî dike û dibêje; “Dîroka jin hê nehatiye nivîsandin. Wê jin bixwe dîroka xwe binivisînin.” Me rastiya van pêşdîtinên Rêber Apo, di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de her roj, kêlî bi kêlî jiyan kir û bi çavên xwe dît ku çawa jinên şoreşger di nava ew şerên dijwar de li dijî DAIŞ’ê bi lehengî şer dikirin, bi moraleke bilind li berxwedidan, di hemû qadên jiyanê û tekoşînê de pêşengî dikirin. Jinan bi rengê xwe re rengê tarîtiya şer diguherandin û di dilê mirovahiyê de ronahî û hêviya azadiyê diçandin. Em dibînin ku dîroka jinê, dîsa bi têkoşîna jinê tê nivîsandin. Sedsala 21. Sedsala jinê ye. Ev sedsal, bi şoreşa jinê re deng vedide.

Êdî çand, bawerî û zanista serdemê li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê ye û dirûşmeya wê jî JIN JIYAN AZADÎ ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button