LêkolînSîyaset

Korîdorên Enerjiyê û Bi Rêka Maddeyên Enerjiyê Yên Nû Dîzaynkirina Siyaseta Dinyayê

Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan a Bakurrojhilatê Sûrî (Komîsyona Siyasetê)

Korîdorên Enerjiyê û Bi Rêka Maddeyên Enerjiyê Yên Nû Dîzaynkirina Siyaseta Dinyayê

Serdema me di warê teknolojîk de diguhere-vediguhere. Tê de ewlekariya sîber, di asteke bilind de ragihandin, pêvajoya zekaya sûnî, neqilkirina enerjiyê û derbasbûna ji bo enerjiya ku bi avhewayê re hevaheng heye. Di vê demê de wê gelek pîşe, şaxên pisporiyê, şeklên xebatê û peywendiyên wan di asteke mezin de biguherin, îhtîmaleke mezin e ku gelek xebatên li ser esasê pisporiyê tên meşandin tasfiye bibin. Girêdayî vê yekê, tê payîn ku piştî demekê petrol êdî wekî pêdiviya bingehî di rojevê de nemîne, ji rojevê derkeve. Li şûna petrolê wê maddeyên enerjiyê yên nû bikevin dewrê. Dikare bê gotin ku li gel çavkaniyên enerjiya xwezayî wê mirov berê xwe bidin maddeyên mîna ûranyûm, tîtanyûm, kobalt, paxir (sifir), bafon, elmas, zêr. Cihê ku ev maddeyên enerjiyê lê ne jî cografyaya Afrîkayê ye. Di salên dawiyê de gelek dewletan xwe li erdnîgariya Afrîkayê bi cih kirine û nahêlin ev der ji rojevê derkeve. Eşkere ye, ev rewş têkildarî madenên enerjiyê yên nû û bi qîmet in. Jixwe ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê pirsgirêkên enerjiyê derketine û vê yekê hiştiye ku derbasbûna ji bo enerjiyên bi avhewayê re hevaheng bê lezandin.

Ji niha ve projeyên gelekî mezin ên li ser esasê enerjiya elektrîk, pêl, tav û bayê hatine çêkirin û ji bo pêkanînê tên lezandin. Erebeyên bi elektrîk, amûrên ji bo firînê, amûrên teknîkî yên jêr-jorî behrê, di serî de teknolojiya nivîsbariyê-kar a pîşeyî, robot û teknîka zekaya sûnî, di qadên makro-mîkro de bikaranîna pergala kamerayê, kontrolkirina her liv û tevgera ferd û di qadên wekî ragihandinê de ev pêşketin çêbûne û wê çêbibin.

Li milê din di siberoja nêz de dinya ji bo lêgerînên maddeyên enerjiyê yên nû dê berê xwe bide parzemîna Afrîkayê. Ji ber ku depoya van maddeyên bingehîn Afrîka ye.

Di pêvajoya pêşketina civakî de dema ku li şûna komirê petro hat bikaranîn, li şûna amûrên hilberandinê yên li ser esasê hêza fîzîkî sanayî pêş ket, vê yekê bi xwe re serdema nû aniye. Guhertina maddeyên enerjiyê û teknîk-teknolojiyê yên ku me li jor behsê kirin wekî pêvajoya derbasbûna serdemeke nû tê diyarkirin. Tê zanîn hin pispor serdeman li ser esasê madeyên enerjiyê pênase dikin. Wekî nimûne, dema ku komir di hilberandina kapîtalîst de wekî yekeya enerjiyê ya esasî dihat bikaranîn vê demê li gorî xwe hiyerarşiyeke neteweyî û navneteweyî ava kiriye. Îngilistan hegemonê van deman bû. Dema ku petrolê şûna komirê girt vê carê DYE wekî hêza hegemonîk derketibû ser dikê. Siyaseta dinyayê li ser esasê yekeya petrolê xwedî hiyerarşiyekê bû û di navenda vê de jî DYE hebû. Li gorî hin şîroveyan niha ev hiyerarşî wekî ku tê xwestin naxebite.

Ji ber van rewşan di dema nû de di asteke dehşet û dînane de nîvengeke şer tê pêşxistin. Netew-dewletan piraniya budçeya li welatê xwe li eskertiyê û teknîka girêdayî vê razandine. Polîtîkayên dewletê ber bi şerekî dînane ve diberide, aqlê dewletê bêyî terazî bûye, tehdîdên nukleerî rojane tên ser ziman, civak zêdetir serî li rêyên xweparastinê didin, bariyerên tîcaretê zêde bûne, sîstemên tifaqan hildiweşin, sazî û rêzik tên binpêkirin. Di vê pêvajoyê de dewlet zêdetir berê xwe didin rabirdûya xwe û hewl didin gefên li ser xwe wisa pêşwazî bikin. Ji ber van meylan muhafazakartî û rastgiriya tundraw xurt dibe. Di bingehê xurtbûna van de bi qasî ku ev tehdît, tirs, bêewlebûn û nediyarî heye, her wiha ji ber ku nikare pirsgirêkên xwe yên avaniyî çareser bike jî wisa lê tê.

Li milê din, pêşketinên nû yên teknolojî, rotayên maddeyên enerjiyê yên nû û serweriya dinyayê ya bi rêka pereyan, bi xwe re lezê dide arezûya lezandina tasfiyeya civakî. Ji ber vê yekê pêvajo pêvajoyeke wisa ye ku wê tê de şkestinên sosyolojîk çêbibin. Serweriya pereyan serweriyeke ji netew-dewletê wêdetir pêwîst dike. Ji ber vê yekê tê zanîn, çi tiştekî li beramberî vê bibe asteng hebe dê were tasfiyekirin. Divê bê zanîn, di serî de netew-dewlet û avaniyên civakî wê di hedefa tasfiyekirinê de bin. Li gel vê, pêvajoyeke wisa ye ku dê nakokî û krîzên wekî ferd-civak, gund-bajar, krîza avhewayê, webayan bên pêşxistin û rê li ber hilweşînên civakî bê vekirin. Di nava civakan de çînên bajarî, çînên navîn, çînên xwedî bingehên civakî yên mezintir, çînên civakî yên cur bi cur, nifşên ciwan ên perwerdekirî wekî çawa bûne xwedî nirx û têgihanên cuda, her wiha di vê pêvajoyê de di guhertineke lez re jî derbas dibin. Paralelî vê yekê, kom û çînên civakî yên cuda jî hene ku bi heman lez û xwestekê naguherin. Ev rêjeyên guhertina bi lez û giran ên ku rê li ber şkestinên civakî vedikin divê mirov wekî nîşaneyan bigire dest. Nîşaneyên wisa ne ku diyar dikin wê di her qada jiyanê de pêvajoyeke bi krîz û pirmilî pêş bikeve. Ji ber ku aktorên karibin vê pêvajoyê fêm bikin û li gorî wê jî guhertinê biafirînin tine ne, lêgerînên wisa lawaz in, ev ê bibe sedem ku pirsgirêk tewtewetir bibin. Bi taybet jî ji nûnertiya siyasî û rêxistinî bêpar in. Nûnertiyeke ku karibe meylên guhertina sosyolojîk a komên civakî yên diguherin û li beramberî guhertinê li ber xwe bidin tine ye. Krîzên pirmilî, jihevcudabûnên çandî yên ku em behsa wan dikin di zik hev de ne. Tê dîtin ku rewşên sosyolojîk ên nû yên ku ev pêşketin dibin sedema wan di nûnertiyê de rê li ber krîzê vedikin. Lewma jî ev rewş nikare xwe wekî siyasetê veguherîne, vebûnên siyasî û civakî yên nû nikarin bên pêşxistin. Ji ber vê yekê, eşkere ye ku wê têgîn, seknên siyasî, eskerî û civakî yên berê nikaribin vê pêvajoyê pêşwazî bikin.

Li beramberî rewşa kaotîk a heyî meylên cuda yên siyasî hene. Her çiqasî wisa ye jî bêşensiya herî mezin a vê demê ew e ku ji ber sedemên hatine diyarkirin aktorên ku karibin di warê siyasî de nûnertiya siyaseta çepgir a alternatîf yan jî dijberên sîstemê bikin tine ye. Lewma jî hêzeke ku karibe vî şerê hegemonyayê yê bi dînane pêş dikeve bisekinîne, sînordar bike tine ye. Lewre em dibînin ku rewşa xeter a heyî ber bi rewşeke sawdar ve diberide. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de bi rêka Yekîtiya Komarên Sosyalîst Ên Sovyetê ve êrîşkariya bêsînor û arezûya serweriyê ya hegemonyaya kapîtalîst dihat sînordarkirin û astengkirin. Her çiqasî vê nêzîkatiyê di warê civakî de çareserî neafirandibin jî ji bo şer û arezûya parvekirinê ya bêsînor dibû asteng. Di pêvajoya Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn de ku bi hilweşîna sîstema reel sosyalîst a salên 1990’î pêş ket, her çiqasî ji bo ku karibin vê valatiyê dagirin parçe bi parçe jî be berxwedan çêbibin jî, nehatine asta hêzeke ku karibin vê yekê asteng bikin.

Ji ber vê yekê di vê demê de sîstemên tifaqan hildiweşin, hemû rêzik tên binpêkirin û ti girêdarbûna saziyên navneteweyî nemaye. Di demeke wisa de nediyarî heye û li pêş wê çi bibe nayên dîtin. Lewma jî nayê zanîn wê asta parvekirinê di kîjan nuqteyên hevpar de bên kirin, rejîma siyasî ya navneteweyî wê xwe bi kîjan rengî bipêçe û hêzên hegemonîk ên nû yên sîstema siyasî ya cîhanê kî bin. Ji ber ku ev pêvajo pirmilî ye û bi taybet jî pêvajoyeke nediyar e, divê mirov pêşbînî bike ku analîzên siyasî jî dikarin rojane biguherin. Ji ber vê yekê, ji bo ku mirov karibe îzafî jî be analîzên mayinde bike, ewilî divê mirov ruh û bingehê şerê parvekirinê tarîf bike, pêvajoyê bi rêka vê fêm bike û binirxîne. Çarçoveya berfireh a vê rewşê bêguman têkildarî şerê serweriya li ser parvekirinê û çavkaniyên enerjiyê ne. Lewma jî wer tê fêmkirin ku di şerê parvekirina cîhanê de wê pêşketinên teknolojîk, çavkaniyên enerjiyê yên nû û rotayên bazirganiyê yên enerjiyê diyarker bin. Di vê pêvajoyê de hêz li beramberî hev pêngavan pêş dixin. Heger mirov bibêje cewherê van pêngavan ew e ku dixwazin diyar bikin wê yekdestdariya enerjî û bazirganiyê di destê kê de be ev ê pênaseyeke li cih be. Di vê pêvajoyê de şerê têkildarî sehaya hewayî, bejahî û behrê hene. Bi zimanekî besîttir mirov dikare bibêje ku ev dem demeke wisa ye ku dixwazin eraziyê bi bihayî bazar bikin. Rejîmên siyasî dişkên, li ser esasê berjewendiyan ferasetên tifaqên nû pêş dikevin, şerên wekaletê tên meşandin, rêzik û formulên nû didin pêş. Beşeke van a girîng li ser vî zemînê ku me behsê kirê pêş dikeve.

Ji şoreşa sanayiyê heta niha ji bo ku bibin xwediyê çavkaniyên enerjiyê pêşbirkeke pir mezin didin meşandin. Tê zanîn, ev pêşbirk jî bûye sedema gelek şerî. Di pêvajoyên dîrokî yên bihurî de jî bêguman şerên parvekirinê yên li ser esasê feraseta mêtingeriyê hebûn. Di serî de Şerê Cîhanê yê Yekemîn, yekser an jî di piştperdeya wan de, di piraniya şer û krîzên çêbûyî de tê dîtin ku li ser esasê xwedîderketina li maddeyên enerjiyê ne yan jî ji bo ku karibin rota, îstîqametên neqilkirina enerjiyê bixin ewlekariyê pêş xistine. Ji bo ku mirov xwe bigihîne vê encamê mirov dikare li raporên mezextina enerjiyê ya welatên pêşketî binêre. Bi vî rengî ev rewş dikare baştir bê fêmkirin. Lewma jî mirov binêre di welatên pêşketî de enerjî di mezinbûnê de xwedî çi rolê ne, qadên bikaranîna maddeyên enerjiyê çi ne û li ser dinyayê parvekirina miqdara enerjiyê çi ye. Ev ê têrker be. Mirov binêre di navbera qadên mezextin û qadên hilberandina maddeyên enerjiyê de rewşa jeopolîtîk çi ye, mirov li ser xetên neqilkirina enerjiyê û herêmên mezextina herî mezin a enerjiyê tehlîleke rast bike, wê encam jî derkeve holê ka çima ji bo yekdestdariya maddeya enerjiyê şerên ewqasî mezin tên derxistin û meşandin.

Rewş bi vî rengî ye. Wê çaxê divê mirov li îstîqamet û rotayên enerjiyê yên nû binêre, ev niha di çi astê de ne û divê mirov li rewşa blokên berjewendiyên guherbar ên ku li beramberî vê rewşê ketina nava hev binêre. Ev ê ji bo fêmkirina meselê têrê bike. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin jî tê de, di bingehê gelek projeyên siyasî de xwedîderketina li çavkaniyên enerjiyê, pêkanîna ewlekariya îstîqamet û rotayên ku tê re enerjî tê neqilkirin û pêkanîna gera bêyî asteng a sermayeyê heye. Tê dîtin ku li Rojhilata Navîn gelek dewlet tên hilweşandin û şewitandin û bi vî rengî astengbûna wan a li pêşiya gera sermayeyê tê pûçkirin. Feqet ji ber ku rejîmên hevkarên siyasî yên ku nûnertiya cewhera sermayeyê bikin nehatine avakirin, tê dîtin ku pêvajoya avakirina alîgirên ku wê ewlekariya sermayeyê pêk bînin nehatiye temamkirin. Li milê din, di warê îstîqamet û çavkaniyên enerjiyê de di serî de li Misir, Tûnis, Lîbya, Iraq, Lubnan, Sûrî, Yemen, Îran û Tirkiyeyê şer û rewşên nû rû didin û di cewherê wan de jî ev rastî heye. Şerê Ermenîstan (Qerebax), Azerbaycan, Hamas, Îsraîlê û nîqaşa Zengezûrê yekser têkildarî vê rewşê ye. Şerê qirkirinê û îmha-înkarê yê ku Tirkiye li dijî Bakurrojhilatê Sûrî, Başûr û Bakurê Kurdistanê dimeşîne yekser têkildarî van pêşketinan e. Şerê Rûsya û Ûkraynayê, stratejiya ku dixwaze bi rêka Taywanê Çînê dorpêç bikin di cewher de şerê parvekirin û hegemonbûnê ne.

Tê zanîn, NATO, DYE, Îsraîl, Ewropa û Tirkiye ji bo ku karibin yekdestdariya xetên petrol, gaza xwezayî û enerjiyê ya Rûsyayê bişkînin di nava lêgerînê de ne. Ewropa di warê enerjiyê de girêdayî Rûsyayê ye. Di salên 2000’î de bi pêşengiya Rûsyayê û bi tevlîbûna Hindistan û Îranê hevpeymana “Korîdora Enerjiyê ya Bakur-Başûr” hat îmzakirin, lê pêk nehat. Plansaziya korîdora enerjiyê ya Rûsya, Îran, Sûrî û dewletên din ên peywendîdar a ku wê di ser Sûrî re li Deryaspî vebûya pêk nehat û tê zanîn ku Rojava ev yek asteng kiriye. Her wiha, wekî îdîayeke girîng hatiye diyarkirin ku ji ber ku Sûriyeyê polîtîkaya enerjiyê ya Rojava qebûl nekiriye şer çêbûye. Çîn bi projeya xwe ya nahiye û rêyan, bi projeyên xwe yên balkêş ên ku xwe digihîne navendên girîng ên mîna Amerîkaya Latîn, Afrîka, Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn daket ser dikê û ev gav ji bo ku şerên enerjiyê germ bibe girîng bûne. Li beramberî vê, bereya hêzên Rojavayî jî di G20’ê de yekîtiya Afrîkayê zêde kirine û bi korîdora aboriyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bersiv dane. Çînê hewl daye bi rêbazên siyasî û dîplomatîk Rojhilata Navîn ji xwe re veke, li beramberî vê jî hemleyên dijber pêş ketine. Di encam de Rojhilata Navîn bûye nuqteya esasî ya ku lê hemû hêz digihêjin hevdu. Her çiqasî li deverên cuda yên cîhanê ev alozî gihiştibe asta tehdîda şer heta nukleerê jî, îstîqameta esasî ya ku ev hêz lê digihêjin hev qada Rojhilata Navîn e. Çîn û Rûsyayê xwe berdane Rojhilata Navîn û ev rewş jî vê rastiyê îfade dike. Tê gotin ku di demeke nêz de wê hin hêz ji Rojhilata Navîn derkevin. Ji ber van sedemên ku me behsê kir ev gotin rastiyê nateyisînin.

Li milê din, cografyaya Afrîkayê ji ber ku wekî depoya maddeyên enerjiyê yên nû tê dîtin wê di dema nû de pozîsyona wê xurt bibe. Tê dîtin ku li parzemîna Afrîkayê şerekî reqabetê yê cidî heye. Li gel van, dema ku em korîdora ekonomîk a Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê û projeya yek nahiye yek rê jî li ber çav bigirin, ji Afrîka, okyanûsa Hindê, nîvgirava Erebîstanê, herêmên Asya û rojhilatê Deryaspî, herêma Rojhilata Navîn derbas dibe û digihêje Qibris, Yewnanîstan û Ewropayê bi giştî çar têketinên esasî yên rêyên enerjiyê hene.

  1. Ew xeta ku ji okyanûsa Hindê derdikeve, peravên rojhilat ên Afrîkayê dişopîne, di derbenda Babulmendep dikeve Qizildenîzê û ji Qenala Suweyşê digihêje Deryaspî û ji wir jî digihêje Yewnanîstan-Qibris û Ewropayê.

  2. Ew xeta ku heman xeta li jorê dişopîne, feqet wekî veguhestinê xeta Misir-Xezzeyê, yanî di ser Îsraîl-Filîstînê re digihêje Ewropayê.

  3. Ew xeta ku peravên rojava û başûrê Afrîkayê dişopîne, digihêje okyanûsa Atlas, ji peravên rojava yên Ewropayê yan jî ji Derbenda Cebelîtariq dikeve Deryaspî û ji wir digihêje peravên başûr ên Ewropayê.

  4. Xeta IMEC (India-Middle East-Europe Corridor) ya ku li beramberî Teşebusa Nahiye û Rê ya Çînê wekî alternatîf hat pêşxistin û wê di ser Hindistan, Îmarat, Erebîstana Siûdî, Urdin, Îsraîlê re berê xwe bide Ewropayê.

Ev çar deriyên esasî xwedî pozîsyonên stratejîk in û herî zêde balê dikişînin. Bi taybet jî nuqteya esasî ya ku ev îstîqamet lê digihêjin hev xekên Îsraîl û Filîstînê ne. Şerê Îsraîl û Hamasê bi israr tê domandin û eşkere ye ku sedema wê ji bo enerjiya paqijkirina rê ye. Li milê din hevdîtinên DYE û Îranê hene, nîqaş hene ku bi rêka Derbenda Hurmuzê Îranê jî tevlî korîdora ekonomîk a Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bikin. Ji vir wekî texmîn dikare bê gotin ku plana li ser nîqaş dikin pêşbînî dike ku dewleta Îranê ji eksena Rûsya û Çînê derxîne.

Em bala xwe bidinê, xetên îstîqameta esasî li herêmên Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryaspî ne, ev der navendên stratejîk in. Her wiha, divê mirov rezervên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn jî wekî depoya çavkaniya esasî ya stratejîk bigire dest. Li ser van rotayên esasî çavkaniyên enerjiyê yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bar dikin û wisa vediguhezînin. Lewma jî ev çar deriyên esasî yên ku peywendiya wan bi dinyayê re heye û welatên kendavê dibin herêmên wisa ku di warê nirxê eraziyê de di asteke herî bilind de ne. Yek jî, ya ku herêmên Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide Nîvgirava Sîna û Xakên Filîstinê ne. Çola Sîna, zozanekî di navbera parzemîna Afrîka û Nîvgirava Ereb de ye. Wekî cografîk li ser parzemîna Asyayê tê hesibandin. Rojhilatê çola Sîna sînorê Îsraîl û Misirê ye. Yê ku li ser van xakan serwer be li ser Deryaspî, Afrîka û kendavê jî serwer dibe.

Li gorî vê rewşê, li gorî xet û deriyên esasî, wê çaxê lîmanên (bender) Rojhilatê Deryaspî yên ku ev xet lê digihêjin hevdu ji kîjan dewletan pêk tên? Li Tirkiyeyê lîmana Mersîn-Îskenderûn, li Sûrî lîmana Lazkiye-Tarsûsê, li Îsraîlê lîmana Heyfa, li Filîstînê lîmana Xezze, li Lubnanê lîmana Beyrûdê û lîmana Qibrisê wekî lîmanên Rojhilatê Deryaspî hatine parvekirin. Niha hevpeymanên ewlekariya lîmanê yên nû ji ber van sedemên ku me behsê kir nehatine çêkirin.

Projeya mezin a DYE û Îsraîlê ew e ku hemû derî bi rêka lîmana Îsraîl, Filîstîn-Xezzeyê bigihêjin hevdu û korîdora enerjiyê wisa ava bibe. Ji bo ku ev projeya mezin û projeyên din ên muxtelif pêk werin nêrîn ew e ku hemû lîmanên din ên mayî pasîf bibin û ji dewrê derkevin. Di serî de jî dixwazin lîmanên li Sûrî, Tirkî û Lubnanê pasîf bikin û ji dewrê derxînin.

Li gorî vê projeya mezin divê dewleta Sûrî bêyî îstîqrar be, feqîr be, bi pirsgirêk be, bêbandor be, ji taqat ketibe û parçeyî be.

Lubnan jî divê ya hatibe dagirkirin, heger ev nebû, divê rêveberiya wê bê guhertin. Lê, divê di her rewşê de li ser vê qadê teqez serwerî bê avakirin.

Nîvgirava Sîna ya Misirê yan jî çola Sîna, bi heman astê yan divê ji Misirê bê qutkirin, yan jî li ser esasê vê ferasetê divê tifaq bê avakirin, yan jî divê ev herêm teqez bikeve bin kontrolê. Tirkiye ji ber ku di rewşa heyî de pozîsyoneke bi hevseng dimeşîne baweriyê nade, her tim binê sîstemê vedide, li cihekî şaş bi cih bûye û ji ber pirsgirêkên wê yên ewlekariya hundir bûye yek ji wan welatên ku ji dewreyê hatiye derxistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahî got, ‘Em ê Rojhilata Navîn biguherînin, em ê nexşeyên Rojhilata Navîn bi rengekî ku wekî berê nebe biguherînin.’ Ev gotina wî jî xwe dispêre vê rastiya ku me behsê kir. Bi heman şeklî Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî got, ‘Hamas li Xezzeyê xeta pêş a Anatolyayê diparêze, Anatolyayê diparêze.’ Divê mirov vê gotina wî jî wekî helwesta wî ya li beramberî vê projeya mezin bigire dest. Ji bo şerê Îsraîl-Hamasê wekî tez gotin ku ji bo ku rê bê paqijkirin hatiye pêşxistin. Her wiha tezeke din jî dibêje wekî planeke li dijî hevpeymana Îsraîl-Ereban hatiye pêşxistin. Ev tez bi rengekî cidî tên nîqaşkirin. Feqet di encam de tê dîtin ku ev pêvajo û polîtîkayên Îsraîl-DYE hevdu digirin, hevaheng in.

Li gorî vê projeya mezin Tirkiye di warê cografîk de ji pozîsyona stratejîk tê derxistin. Heger Tirkiye ewqasî bangaziyên şer dike û dixwaze herêmê tevlîhev bike, di binê vê de ev rewş heye. Ji pozîsyona xwe dibe, pozîsyona xwe ji dest dide. Pêewlebûna wê ketiye nîqaşê. Ji bo dema nû navê wê di asta taktîkî de derbas dibe û ji bo vê yekê jî lêgerînên lihevhatinê çêdibin.

Pêkanînên qetlîamê yên sawdar ên Îsraîlê xwe dispêre mezinbûna projeyê û teqez tasfiyekirina Hamasê. Tirkiye di ferqa vê de ye û bi hemû hêza xwe hewl dide vê projeyê vala derxîne. Herî dawî bi aqlê Rûsyayê pêvajoyeke ku Tirkiye û Sûriye nêzî hev bibin hat destpêkirin. Di vir de plansazî ew e ku wê Sûriye ji rewşa wê ya pasîf û parçeyî derxînin û bixin nava hevkêşeya hêz-peywendiyê. Ji ber ku hebûna hêzên statukoparêz ên lawaz û milê xwe yê navendî ji dest daye ji bo gelê Kurd qadê vedike. Ji ber vê yekê dewletên herêmê li beramberî pirsgirêkan hewl didin wê dîsa ber bi navendîbûnê ve bibin. Mantixê esasî ya peywendiyên ku li gel Sûrî datînin ev e. Tê dîtin ku heman tişt ji bo Iraqê jî tê pêşxistin. Her wiha li hemberî hevpeymana Îsraîl û Ereb a ku bingehê wê hatiye çêkirin, dixwazin dewleta Sûrî ji nêz ve bixin markajê û tevlî bereya nû bikin. Li gel vê, îhtîmala siyaseta şantajê ya li hemberî DYE jî heye.

Dîsa her çiqasî gelek sedemên şerê Tirk û Kurd hebin jî hinceta herî girîng ew e ku ji bo projeya veguhestinê ya ku Iraq, Asya û Ewropayê digihîne hev wê rêya xwe paqij bikin û ewlekariya rê pêş bixînin. Cografyaya Kurdistanê hem di warê rotaya enerjiyê de hem jî di warê dewlemendiya çavkaniyên enerjiyê de gelekî girîng e û nuqteyeke hevbiriyê ye. Li vê qadê şerê 50 salan wekî çawa nahêle lêgerîn û dîtina maddeyên enerjiyê çêbibe, her wiha ev berxwedan ji bo îstîqametên maddeyên enerjiyê jî di pozîsyona astengê de ye. Tevgera PKK’ê ji ber ku hem di warê lêgerîna li çavkaniyên enerjiyê di pozîsyoneke asteng de ye hem jî ji bo rêyên enerjiyê di pozîsyoneke asteng de ye bi pêşketinên dawî re zêdetir berbiçav bûye. Tevgera PKK’ê di serî de NATO, di rojeva esasî ya hêzên de her tim wekî diyardeyeke ku divê bê tasfiyekirin hatiye bidestgirtin. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji van hêzan digire ji bo tasfiyekirina Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Lewma jî ji bo îstîqameta rêya enerjiyê ya ku di bin navê projeya pêşketinê de hatiye diyarkirin hem tafiyekirina Kurdan xistine rojevê hem jî tê fêmkirin ku ev hewldanek e ji bo valaderxistina korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê tê pêşxistin. Dixwazin bi tîrekî du nîşanan hildin. Heta hatiye plankirin ku bi rêka şirîkatiya Iraqê PDK’ê tasfiye bikin, bi rêka PDK’ê jî PKK’ê tasfiye bikin. Her wiha tê dîtin ku siyaseta hevsengiyê ya Tirkiyeyê li ser îstîqametên enerjiyê jî diteyise. Wê kîjan hêza hegemonîk qezenc bike ev ne diyar e. Li gel vê divê bê diyarkirin ku projeya pêşketinê ya ku wê Iraq, Asya û Ewropayê bigihîne hevdu di pêvajoya pêş de dikare hem li ser projeya rêyek û nahiyeyekê hem jî li ser korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bê zêdekirin.

Dinya di pêvajoya derbasbûneke kaotîk a mezin de ye û ketiye merheleyeke pirqutbî. Dewlet carina dikevin nava tifaqên giştî, carina dikevin nava tifaqên herêmî û carina jî tifaqên cîgayî pêş dixînin. Dema ku DYE û Rûsya dikevin nava hevrikiyeke mezin jî li gel herdu dewletan jî dikarin peywendiyên xwe bidomînin. Heman dewlet li gel Çînê jî ku di asta dinyayê de dewleteke super e, tifaqên stratejîk pêş dixînin, her wiha di asta herêmî de jî ji bo blokbûnên nû hemleyên pêşengiyê kirine.

Di asta navendî de tê dîtin ku di navbera projeyên rêya enerjiyê yên DYE, Rûsya û Çînê de şerekî mezin heye. Ev proje li ser welatên Rojhilata Navîn tên ferzkirin. Planên ji bo derbaskirina pêvajoya navberê ya kaotîk tên çêkirin piştî ku rewşa korîdorên enerjiyê zelal bibe wer xuya ye ku wê bi lez pêş bikeve. Yan rêya nahiyeyê yan jî korîdora ekonomiyê ya Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê, bi vî rengî zextek li ser dewletan tê kirin û tê xwestin ku tercîhekê bikin. Dewletên Ereb, Tirkiye û Îran bi tercîheke cidî re rû bi rû hatine hiştin. Berê Îsraîl û dewletên kendavê bi hevpeymana Abrahamê ji bo vê projeya mezin zemînekî xurt danîbûn. Yên ku herî zêde li dijî vê zemînê derketin Tirkiye û Îran bûn. Bi şerê Îsraîl û Hamasê mirov dikare bibêje ku ji bo vê zemînê hevpeymanê navberek hat dayîn. Feqet tê dîtin ku wê hevpeymana Îsraîl û Ereb dewam bike. Ya ku ji nakokiya Ereb û Îsraîlê herî zêde sûd girtiye Îran û Tirkiye bûne. Pozîsyona cografîk a Tirkiyeyê deyndarî van nakokiyan e. Piştî ku Ereb û Îsraîlê nêzî hev bûn vê carê ji bo Ereban xeteriya ji Îran û Tirkiyeyê derketiye pêş. Ji ber ku herdu dewlet jî li pey hegemonyayê ne. Projeya împaratoriya Sefawî ya Îranê û projeya împaratoriya Osmanî çavê Ereban gelekî ditirsînin. Ji ber vê yekê tê dîtin ku di demeke nêz de Ereb û Îsraîl wê nêzî hev bibin. Ev jî wekî projeya DYE li dijî Îran û Tirkiyeyê hatiye pêşxistin.

Di vê fetlanoka kaotîk de li qada Rojhilata Navîn li mezinbûn û biçûkbûna dewletên ku wê rolê li xwe bigirin nayê mêzandin. Lêgerîn ew e ku kî karibe heqê rola xwe bide. Lewma jî dewletên ku di lîstoka jeopolîtîk a li gorî xwe de dikarin derkevin pêş dixwazin xwe wekî hêzeke pêşeng veguherînin, vê stratejiyê pêk tînin. Me çar deriyên esasî yên ku li Rojhilata Navîn vedibin danîn holê. Di van rêyan de hem bi îstîqameta xwe ya derbasbûnê hem jî bi rezervên xwe yên enerjiyê dewletên herî bi îdîa dewletên kendavê ne. Heger DYE û Ewropa ketibe pey lêgerîna hevpeymana Ereb-Îsraîlê û vê ferz dikin divê mirov bizanibe ku girîngiya welatên kendavê zêde bûye. Mijareke nîqaşê ya girîng a vê gotarê wekî pêvajoya guhertina teknîk-teknolojî û maddeyên enerjiyê wekî pêvajoya derbasbûna serdemeke nû hatibû pênasekirin. Wekî çawa li şûna komirê derbasbûna bikaranîna petrolê di warê neteweyî û navneteweyî de hiyerarşiyek ava kiribe, li şûna petrolê jî pêvajoya derbasbûna bikaranîna enerjiya hevahengî avhewayê û lêgerîna li maddeyên enerjiyê yên nû wê ji bo herêmê û navneteweyî hiyerarşiyeke nû pêş bixîne. Divê mirov diyar bike ku ji bo van welatan pêvajoyeke jeopolîtîk dest pê kiriye. Di serî de welatên Ewropayê, tê zanîn DYE û dewletên din ji bo ku pêvajoyên derbasbûna bikaranîna enerjiyeke hevahengî avhewayê ava bikin xebatan dimeşînin.

Welatên ku herî zêde bi dinyayê re hevaheng, bala xwe dane ser pêvajoyê dewletên kendavê bûne. Ev lêgerîna di nava welatên kendavê de ew kirine navenda guhertinên kokdar ên ku wê bihêle ew bibin aktor. Gotin li cih be, ji bo welatên kendavê dikare bê gotin ku pêvajoyeke bi awayekî biha eraziyê bazar dikin dest pê kiriye. Feqet tenê li ser esasê cografyayê nikare entegreyî pêvajoya nû bibe. Wekî sedemeke herî girîng jî ew e ku gelo rejîmên siyasî di nava xwe de li gorî şertên hevahengî sermayeyê dixebitin yan na. Ji ber ku ji bo rotayên sermaye, enerjî û bazirganiyê pergaleke siyasî, ekonomîk û burokratîk a ku mafên sermayeyê diparêzin pêwîst dike. Ha, welatên kendavê di gelek warî de li gorî van şertan tevdigere. Fikara welatên kendavê ew e ku wê sotemeniyên fosîlê êdî nebin çavkaniya hilberandina enerjiya esasî. Di nava van pêşketinan de pêvajoyeke ku welatên kendavê bi dinyaya nû re hevaheng in, heta çivan dide xwe dane destpêkirin. Welatên kendavê hewl didin xwe ji aboriya li ser esasê petrolê dûr bixin. Di rapora projeyên dinyayê de ya ku ji aliyê hin lêkolînên ji aliyê dinyayê ve tên qebûlkirin ve hatine kirin tê diyarkirin ku welatên kendavê xwe ji bo vê pêşketinê razandine. Wekî nimûne, li Siûdî Erebîstanê zêdetirî 5 hezar û 200 projeyî ku nirxa wan ê giştî 819 milyar dolar e, di meriyetê de ne. Welatên kendavê, di serî de Erebîstana Siûdî, di çarçoveya aboriyeke dikare bê domandin de ji derveyî petrolê ji bo projeyên hevpar ên li ba gelek welatên mîna DYE, Îngilistan, Hindistan û Çînê hevpeymanên demdirêj çêkirine. Ji bo vê yekê hedef dikin ku girêdanbûna xwe ya bi firotina petrolê kêm bikin û di qadên wekî tûrîzm, tenduristî, teknolojî, spor, perwerdeyê de razandmendên biyanî bikişînin welatên xwe. Li gelek welatên kendavê projeyên bajarên mezin hatine çêkirin û ev bûye ispat ku ji bo pêvajoyeke hevahengî dinyaya nû pêşengiyê dikin.

Di heman raporan de behsa mezinahî û berbelaviya gelek projeyan jî dike. Wekî nimûne, teknoKENT NEOM a post modern li bakurrojavayê Erebîstana Siûdî, li peravên Qizildenîzê dest pê kiriye tê înşakirin. Projeyeke bajarê dêw ê bi 500 milyar dolarî tê çêkirin. 9 milyon kes dikare lê bijî û pêvajoya enerjiya paqij a li şûna petrolê hevahengî avhewayê pêk aniye. Bajarê ku wê bi metodolojiya zekaya sûnî bê dewlemendkirin dê wekî bajarê biaqil pêş bikeve. Di heman çarçoveyê de wê wekî paytexta çandê ya Diriyah, navenda heng û şahiyê ya Qiddiya û nîvenga jiyana bi tendurist a Amaala xizmetê bide. Li Qizildenîzê jî wê navenda tûrîzmê ya luks a ji 90 giravî pêk tê were avakirin. Ji bo welatên din ên kendavê jî ev guhertin didome. Ev guhertinên polîtîk û sosyo-kulturî wê ji bo welatên kendavê bêguman nerazîbûnên çandî û olî jî bi xwe re bîne. Welatên kendavê di vê mijarê de bi tecrûbe ne û karîbûne berê nerazîbûnan bidin derve. Gelek rêxistin û elemanên cîhadîst li ser esasê Îslamê hatine avakirin û ew ber bi Sûrî, Tirkî, Filîstîn, Afrîka, Afganîstan û Pakîstanê ve hatine arastekirin. Ji ber ku Îslam li van welatan di binê tehdîdê de ye. Lewma jî xwe nedane paş û ji bo rêxistinên Cîhadîst bi milyaran dolar pere hatine veguhestin.

Xulase, wekî namzetên dewletên herî pêşketî yên serdema me welatên kendavê xuya dikin. Cografyaya kendavê herêmeke stratejîk e. Ya ku Afrîka û Asyayê digihîne hevdu ev cografya ye. Bi taybet jî ji ber ku Afrîka kana maddeyên enerjiyê yên nû ye, girîng dibe ku maddeyên enerjiyê yên ku ji vir tên derxistin bi rêka kendavê bigihêje Ewropayê. Hemû şîrketên dinyayê ji bo razandinên nû berê xwe didin welatên kendavê. Di vê dema kaotîk de welatên herî bi ewle û bi îstiqrar dewletên kendavê bûne.

Di giştî de û di herêmê de hevrikî û guhertineke li pey projeyên hevahengî dinyayê heye. Li beramberî vê dewleta faşîst a AKP-MHP’ê wekî tekane armanca xwe ji bo înkara Kurdan ketiye pey projeya Mîsaqa Millî. Bi vî rengî yên di destê xwe de jî ji dest da. Hemû polîtîkayên qirêj ên ku dewleta faşîst a Tirk bi navê ‘bila Kurd jê feydeyê negirin’ pêş xistin ji ber ku li herêma Rojhilata Navîn konsepta şer û tifaqên qirêj pêş xistin, di encam de bû sedem ku Tirkiye winda bike. Ji ber helwesta dijminane ya li dijî Kurdan a ku siyaseta faşîst a Tirk dişopîne, wer xuya dike ku li derveyî vê pêvajoya nû hatiye hiştin. Halbûkî diviyabû avanî û cografyaya Tirkiyeyê bibûya welatê herî zêde li gorî van pêvajoyan. Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekiriye û li beramberî demokrasiyê hestyar nebûye, neketiye nava pêvajoyeke wisa, wê mîsyona cografîk a ku bi sedan sal in li cografyaya Tirkiyeyê hatiye barkirin ji dest bê girtin. Di dinyaya guherî de Tirkiye wê di warê cografîk de wekî pêdiviyeke jêneger neyê bidestgirtin. Ji ber înkara Kurdan û arezûya mîsaqa milî di nava wê de pergaleke burokratîk a ku naxebite heye. Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya înkarkirina Kurdan bi pêvajoyeke otorîteriyê û rêbazeke rêzikên navxweyî ya bêyî rêzik, çetewarî û mafyawarî ketiye nava pêvajoya nû. Avanî û nîvenga dewleta Tirk baweriyê nade sermayeyê, tûrîzmê. Ji ber ku avaniyeke dewletê ya ku li gorî sermayeyê xwedî sazî ye û dixebite tine ye di pozîsyona welatekî ne ewle de ye. Tirkiye ji bo ku karibe li ber çavê sermayeya navneteweyî xweş xuya bike û nîşan bide ku ew alîgirê Ewropayê ye di warê taktîkî de Mehmet Şîmşek ê ku nêzî sermayeya Ewropayê ye kiriye wezîrê maliyeyê. Lewma jî xwestine li gel wezîrê maliyeyê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya pergala Tirkiyeyê dizayn bikin û bi vî rengî pergaleke ekonomîk, burokratîk ya ku baweriyê dide sermayeyê û mafên sermayeyê diparêze ava bikin. Wezareta Karên Hundir hema hema her roj li dijî wan şebekeyên mafya, hişbirê û çeteyên ku pereyan spî dikin ku wan bi xwe ew anîne, operasyonan dikin. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê wer difikire ku wê bi vê rêbazê baweriyê bide sermayeyê û hem jî pêşbînî dike ku wisa wê pêşiya îflasa ekonomîk bigirin. Halbûkî heger Tirkiye hatibe vê rewşê tekane sedema wê polîtîkaya wê ya qirkirina Kurdan e û her cure polîtîkayên şaş ên têkildarî vê ne. Heta ku ev bi awayekî kokdar neyên guhertin di siberoja nêz de talûke heye ku Tirkiye parçe bibe.

Di serî de Îsraîl, welatên kendavê û gelek dewlet di ferqa vê rewşa nû de ne. Îsraîl ji bo vê yekê, ji bo ku karibe hebûn û siberoja xwe garantî bike wê wekî hedefa yekemîn bixwazibe hemû erdnîgariya Filîstînê bixe bin serweriya xwe. Heger hêza wê têrê bike wê bixwazibe Lubnan û çola Sîna jî bixe bin hakimiyeta xwe. Heger nikaribe herî kêm wê bixwazibe di bin kontrola wê de be.

Dewleta Îsraîlê çawa ku di dema împaratoriyan de li parzemîna Ewropayê ji bo ku karibe hebûna xwe biparêze ji bo projeya netew-dewletê ya li ser esasê qewmperestiyê bûye palpişt û ji bo her qewmî rêya pêvajoya netew-dewletê vekiribe, (ku vê jî rê li ber qirkirin û hilweşînên mezin vekiribû), di dema nû de ji bo ku karibe hebûna xwe biparêze û siberoja xwe garantî bike ji bo ku ev projeya mezin a me behsê kir pêk were wê tevahî hêza xwe bi kar bîne û bixwazibe ji bo pêvajoya nû pêşengiyê bike. Heger bêyî ku çavê xwe biniqîne rêzeqetlîaman dike ev yek têkildarî vê hedefa mezin e. Feqet dewleta Îsraîlê ji bo ku xwe bixe garantiyê nikare vê bi rêka hilweşîn û qirkirinê bike. Divê mirov diyar bike ku encax pêşengiyeke aştiyê ya mezin bike û ji bo dinyayê aştiyê bîne dikare hebûna xwe garantî bike.

Li gorî rewşa projeyên mezin ên ku me danîne holê, li gorî aqûbeta wan û li gorî tabloya ku bi gelemperî hat pênasekirin em li pêvajoyê binêrin wê sûdmend be. Ji ber ku divê projeyên mezin ên li holê pêş bikevin û pergala nû rûnê. Tê zanîn hem di asta dinyayê de hem jî di asta herêmê de hêzên ku van projeyan asteng dikin hene. Li dijî nîzama navneteweyî ya ku hêzên hegemonîk ên Rojavayî li gorî pêdivî û pêşekiyên xwe diyar dikin di asta dewletan de meydanxwestinên cidî hene. Aktorên nû derketine holê dixwazin ji parvekirina heyî zêdetir parê bigirin. Di serî de DYE û hêzên Rojavayî jî bi tundî li dijî vê ne. Hebûna van hêzan bi rengê şerê hegemonîk ê navpergalî dewam dike. Li gel vê rastiyê, bi taybet li herêma Rojhilata Navîn, tam nebe jî, du tevgerên radîkal ên ku xwe wekî dijberên sîstemê bi cih kirine hene. Tevgerên mîna tevgerên Şîa yên radîkal û tevgerên cîhadîst ên radîkal li pêşiya vê projeyê asteng in û divê bi tundî werin tasfiyekirin û ji holê bên rakirin. Zemînê çînî, zihnî û civakî yên tevgerên Şîî û cihadîst ên radîkal, rewşa piştgiriya ji bo wan pozîsyona wan a dijberiya sîstemê xistiye nava nîqaşê. Astenga sêyemîn tevgera PKK’ê ye. Tevgera PKK’ê xwedî pozîsyoneke dijberî sîstemê ye û wekî alternatîf pergala modernîteya demokratîk pêş xistiye. Divê mirov PKK’ê di her warî de ji van cuda bike. Feqet ev hersê hebûn di çarçoveya nîzama dinyayê ya nû de divê teqez ji holê bên rakirin û ji astengbûnê bên derxistin. Her wiha li dijî van hersê hebûnan qetlîamên bi çi awayî bên kirin bila bê kirin, li beramberî rêbazên tinekirina van wê dinya bêdeng bimîne. Ji ber ku pêşengên nîzama dinyayê ya nû van wekî asteng dibînin. Tevgera PKK’ê jî hem ji aliyê hêzên nîzama dinyayê ya nû hem jî hêzên statukoparêz ve wekî asteng tê dîtin.

Li Filîstînê dehşeta Xezzeyê îfadeya vê ye. Li Bakurê Kurdistanê di dema pêvajoya xwerêveberiyan de heger ku bajar hatin tinekirin, însan di jêrzemînan de zindî zindî hatin şewitandin û li beramberî vê deng ji dinyayê derneketibe ev têkildarî vê ye. Li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî jî tê de heger bi her cure çek û teknîkê ev rewş li PKK’ê û gelê Başûr rewa tê dîtin ji ber vê yekê ye. Li Rojava di serî de Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û modelên qirkirinê yên qirna 21’emîn ên ku li bajarên din hatin pêkanîn mînakên vê ne. Di pêvajoya wekî bihara Ereban tê binavkirin de hilweşandinên bajaran, koçberî û qetlîam îfadeyên vê ne. Li dijî van hersê astengan wê her cure rêbaz mubah bê dîtin. Ji bo van hersê astengan di serî de li gel polîtîkaya “pevşikandinê”, yan wê bên tasfiyekirin yan wê ji taqat bên xistin û bikevin pozîsyoneke pasîf yan jî wê teslîm bibin. Dana rûniştandina vê nîzamê û van projeyên mezin wê girêdayî van rûdanan pêş bikeve. Alternatîfa tevgerên cîhadîst ên radîkal xeta Îslama nerm bû û hêzên hegemonîk ev proje ceribandin û bi ser neketin. Ji bo alternatîfên tevgerên radîkal ên Şîî hewl dan di ser Iraqê re hin tiştan biafirînin. Ji ber ku hêna jî pêşketinek tine ye mirov dikare bibêje vê jî serketinek bi dest nexistiye. Wekî alternatîfa PKK’ê li PDK’ê dihat mêzandin. Lê ji ber ku cîgayî ye, nikare herêmê bigire nava xwe. Lê tê dîtin ku ji bo ku ev vebijêrk pêk were zoriyê didinê. Ji bo vê yekê jî hewl didin bi rêbazên cuda cuda PKK’ê entegreyî sîstemê bikin. Wê bi israr hewl bidin xeta PDK’ê pêş bixînin. Li dijî van rûdanan divê mirov bi aqlê hevpar û bi xwenûkirinê bisekine. Şîroveyên têkildarî rewşa van hêzên ku li Rojhilata Navîn di pozîsyona asteng de ne mijara nivîsên cudatir e.

Wekî encam, sosyolog, zanyarên siyasetê ev pêvajoya me wekî kaosê û Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn pênase kirin. Lewma jî tê texmînkirin ku ev pêvajoya kaosê wê bi salan biajo. Tam nayê pêşbînîkirin ku gelo ev pêvajoya kaosê wê ber bi ku ve biberide û wê nîzameke çawa bê avakirin. Ji ber ku xisletên esasî yên demê wekî nediyarî, bêewleyî û bêpêşbînî pêş dikeve.

Gotinek heye, atfî Antonia Gramskî tê kirin, dibêje: ‘Dinyaya berê dimire, dinyaya nû ji bo ku çêbibe têdikoşe, niha dema cinawiran e.’ Ev gotin ruhê vê demê îfade dike. Gotina herî balkêş a ku vê pêvajoyê tehlîl dike ev bûye. Nêrîneke hevpar a hin rewşenbîran heye, vê pêvajoyê bi bêfonksiyoneliya saziyên berê û pêşneketina saziyên navneteweyî yên nû ve girê didin. Ji ber ku peywendiyên hêzê, sazî, pergalên dinyaya kevn, heta pîvan û şeklên fikrandina ku nûnertiya pêvajoya ronakbiriyê dikin mirine, lê di siyaseta dinyayê de peywendiyên nû, yanî rejîma siyasî ya dinyayê hêna ava nebûye. Wekî pêvajoyeke ku jê re ‘dema navberê’ ya kûrewî tê gotin tê bidestgirtin. Lewma jî di vê demê de hêzên desthilatdariya makro û mîkro guhdarî hiqûq, demokrasî, mafê mirovan, ewlekariya sînoran û rêzikên heyî nakin. Ji bo ajandaya xwe ya veşartî di serî de qetlîam, polîtîkayên qirkirina civakê, qirkirina xwezayê, qirkirina jinê û qirkirina bajar-gund danîne ber xwe. Wer lê hatiye ku di vê dema navberê de polîtîkayên êrîşkar bi israr li ser tehdîda nukleerê tê pêşxistin. Gihiştiye kêliyeke wisa. Di vê demê de peywendî û hevsengiyên hêzê belav bûne. Di demeke wisa de nediyarî, bêewlekarî û bêpêşbînî heye. Ya ku pêvajoyeke wisa tetîk dike bi esasî ew e ku pergala nû û saziyên wê ava nebûne û pergal di nava krîza avaniyî de ye. Pirsgirêkên hebûnî yên kûrewîbûnê, pirsgirêkên avaniyî yên pergalê bi saziyên heyî nikarin bên pêşwazîkirin. Ev sazî xisletên bi vî rengî yên avaniyî di nava xwe de hilnagirin. Em di demeke wisa giran de ne. Di bingehê têgîna nediyariyê de ev rastî heye. Xisleta herî diyar a vê demê ew e ku avaniya pergalê di nava krîzê de ye û DYE di nava krîza mezin de ye. Ji bo pergala cîhanê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avakirin DYE pêşengî kiribû. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêvajoya ronîbûna pergala dinyayê pêş ket û ev fikir û pergal di şexsê DYE de dihat temsîlkirin. Di vê pêvajoyê de ev model peritiye, di hiyerarşiya hegemon de aktorlên yekemîn, duyemîn û sêyemîn derketine holê.

Di vê nivîsê de li ser korîdorên enerjiyê yên şerê hegemonîk, rotayên bazirganiyê yên nû û gera bêyî asteng a sermayeyê hatiye sekinandin û li ser vê analîza siyasî hatiye pêşxistin. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoya nediyariyê ye û pêşbîniya analîzeke rast a siyasî gelekî zehmet e. Li ser şopên lingên ku cewherê şerê parvekirinê pêk tînin analîzek hatiye kirin û ji ber vê sedema me behsê kir pêdiviyeke wisa hat dîtin. Di cewherê şerê parvekirinê de, yekser an jî di piştperdeya wê de, bûna xwediyê maddeyên enerjiyê yan jî pêkanîna ewlekariya rêyên enerjiyê hene, her wiha gera bêyî asteng a sîstema sermayeyê heye. Me hewl da di analîzên xwe yên siyasî de jî li ser vî bingehî pêşbîniyê bikin. Hem di warê teknîk-teknolojiyê de hem jî ji ber guhertina di maddeyên enerjiyê de em dikarin bibêjin ku em di destpêka pêvajoyeke nû de ne. Wekî ku Antonia Gramski dibêje: “Em di serdema destpêka ya nû de ne, ku tê de ya kevn dimire.”

Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdullah Ocalan a Bakurrojhilatê Sûrî (Komîsyona Siyasetê)

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button