Zanistên civakî divê îro jî wek di pêvajoya zayînê de xwedî rol bin. Mîna pêvajoyên ewil ên ku pêvajoya dîrokî û civakî hat avakirin, divê ji bo hemû awayên zanînê bibe sîwanek. Li dijî zîhniyet û zanistên hêzdar/yekdestparêz û zanistên ku civakan atomî dikin, vegera li felsefeyê wekî prensîba destpêkê ya civaka azad qebûl dike. Di dîrokê û îro de jî bi gelek mînakên bêhejmar derketiye holê ku dîrok û civaka ku li ser bingehên felsefî nebin, bi hêsanî dikarin bên xerakirin û tehrîbkirin. “Hemû ekol û tevgerên zanistî, felsefî û hunerî yên ku bi civaka exlaqî û polîtîk ve ne girêdayî ne, kêmasî çêdibin û zû yan dereng dê bibin sedema kêmasiyan.”

Yekîneya bingehîn a zanista civakî ya Modernîteya Demokratîk, Civaka Exlaqî û Siyasî ye. Pênaskirina civakê bi exlaq û polîtîka nêzîkatiya bingehîn a fikir û felsefeya şaristaniya demokratîk e. Ji bo yekparçebûna dîrokê pêwîst e ku civaka exlaqî û polîtîk weke yekeya analîzkirina dîroka civakî bihesibîne. Ev felsefeya dîrok û civakê xwestek, xewn û utopyayên hêzên dij-sîstêmê ne. Hesret û bendewariya civakeke bê çîn, bê îstîsmar, bê hegemonya, demokratîk, azad, adil û wekhev e. Berxwedana gelan, netewan, sosyalîstan, jinan, ekolojîst, ol, çand, tevgerên etnîkî, tevgerên anarşîst, sosyalîst û komunal di dîrokê de ev felsefe û bendewarî ye.