Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, ekola zanista civakî ku li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk lêkolîna hebûn û pêşxistina cewhera civakî dike, weke sîstemeke şaristaniya demokratîk pênase dike. Şaristaniya Demokratîk sîstemeke ramanî û rêgezên exlaqî û organên siyasî ye.
Ev pergal hem hêz û rêxistineke ramanê ye û hem jî hêza avakirin û pêkanîna pratîk e. Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi destnîşankirina rêbazên lêkolîn û analîzên teorîk ên vê qadê, armanc dike ku paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê kûr bike, pênase bike, xuya bike û belav bike. Bi perspektîfa felsefî û bîrdozî ya ku xwe dispêre wê, çareserkirina zihniyet û têgihiştina pirsgirêkên ku di bingeha pirsgirêkên avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk de cih digirin, dike.
Bi vê armancê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi birêxistinkirina xwe li seranserî Sûriyê, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê paradîgmaya modernîteya demokratîk kûr dike, pêş dixe û belav dike. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên olî, etnîkî, ekolojîk, aborî, mîlîtarîst, neteweperestî, civakî û jinan ên li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn tên jiyîn lêkolînan dike.
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, rêbazên materyalîst, îdealîst, pozîtîvîst û şîroveyên wan ên îroyîn ên wekê rêbaz û nêzîkatiyên postmodernîst, narsîsîst û nîhîlîst ên ku berê gelek caran dihatin bikaranîn û bûne sedema parçebûn û dijberiyê zanist û civakê qebûl nake. Bi rexneyî nêzî van dibe, wan weke rêbazên bê siyaset, bêexlaq û bêparastin hiştina civakê dibîne.
Bi van rêbazan civak ji aliyê leviathanên nû ve tê perçekirin û daqurtandin. Ev rewş civakê dixe nava qirkirinê, em kelîyê qirkirina civakê dijîn. Michael Foucault, vê kêliyê wekê ragihandina “mirina mirov”, Friedrich Nietzsche jî wekê civakê “piçûk” kirin û anîna astê keriyek bi nav dikin. Bi gotina Max Weber, ew kêliya ku ‘civak xistina qefesek hesinî’ ye. Ji bo ku civakê ji vê qefesa hesinî derxînin û ber bi azadiyê ve bibin, rêbazek nû pêwîst e. Ji vê rêbaza nû re RÊBAZÊN REJÎMA HEQÎTÎ tê gotin.
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Rejîma Heqîqetê ev yekbûn û nêzîkatiya îstemolojîk weke ‘cudabûna yekîtiyê’ pênase dike. Hebûn, zihniyet û zanista yekbûyî; Bi derbaskirina parçebûna zanista pozîtîvîst a ku ji aliyê şaristaniya yekdestdar ve hatiye ferzkirin, di Zanista Civakî de têgihiştineke rast a rêbazê derkeve holê.