LI ROJHILATA NAVÎN ŞERÊ HEGEMONYAYÊ
ABDULLAH OCALAN
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin. Kengî mirov hûrûkûr analîz bike, bi hêsanî dikare bibêje, ji serweriya sîstematîk a sîstema bi tenê ya hegemonîk a li gelemperiya dinyayê belav bûye, beşek li Rojhilata Navîn pêk tê. Ez dema li ser teoriya şaristaniya navendî xebitîm, armanca min eşkerekirina vê rastiyê bû. Lê mejiyên parçeparçebûyî yên hinek kesokan, dikarin li dîrokê weke parçeyên sekan û bêtêkilî bifikirin. Rastî berevajiyê vê yekê ye. Dîroka gerdûnî rastiyek e, û heta roja me ya îro weke xelekan bi hev ve têkildar e, yan jî weke çemekî sereke qut nabe diherike.
Mirov her yek ji dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn weke walîtiyên sîstemê binirxîne, ev yek wê me zêdetir nêzî heqîqetên civakî bike. Herçiqasî walîtî bibin komarên serbixwe yan jî qraltî, ev yek wê naveroka wan neguherîne. Kêm serbixwetî, zêde serbixwetî dereweke mezin e. Yên vê rastiyê fêhm nekin, piştî heftê salî jihevdeketina Rûsya Sovyetê, Rêveberiya Faşîzma Spî ya di Komara Tirkiyê de, faşîzma reş a dewletên netewe yên Ereb, faşîzma kesk a li Îran, Pakistan û Afganistanê nikarin fêhm bikin. Erê, nikarin ji hev derxin ku li her devera dinyayê qaşo dewletên bi temamî serbixwe çawa ji nişkê ve hildiweşin, reng diguherin, hêzeke mezin a mîna Çînê çawa dibe hêzeke bingehîn a ku kapîtalîzmê li ser piyan digire. Li Rojhilata Navîn dewletên netewe bi şoreşan nehatin damezrandin; ji aliyê sîstema hegemonîk ve hatin avakirin. Armanca bingehîn a van dewletan ew e, gelên xwe li ser navê vê sîstemê bi awayekî herî hişk bikin mêtingeh. Di vê çarçoveyê de bi ser jî ketine. Li dinyayê giştî jî heman pêvajo dimeşe. Li Rojhilata Navîn di binê rewşa kaotîk de ya kûr dibe û bi tenê dikarin bi hovîtî bimeşînin, ev rejîmên mêtingeriyê hene. Di serdema dawî ya neo-lîberal a fînans kapîtalê de tiştên diqewimin wexta gelên herêmê bi temamî mehkûmî bêkartiyê dikin, çavkaniyan diqedînin û hawîrdorê têk dibin, em li rastiyê bêhtir serwext dibin. Li gorî tehlîla dawî, beşê ji sedî deh ê sîstemê yê ku pereyan ji peran bi dest dixe, li ser tevahiya jiyana civakî, ekonomîk û çandî serweriya xwe ava kiriye û ji bo vê serweriya xwe veşêre fanatîzma milletperestî û dînperestiyê timî di rojevê de digire û ev jî ne pêşdeçûna wan welatan û ne jî serxwebûna wan neteweyan piştrast dike. Gel di dîroka xwe de demên xwe yên herî bi felaket dibînin û bermahiyên herî dawî yên çanda civakî di nava çerxên dewleta netewe de têne helandin. Eger em dîrokê rast nexwînin, em nikarin dused salên dawî yên Rojhilata navîn ji hev derxin. Ya pêk hatiye û qewimiye, fetha Osmaniyan, Îraniyan, Cengizxan, bi kurtî ya çi şaristaniyekê nîne. Xwe disipêre sîstema şaristaniya navendî ya ku di warê îdeolojîk, aborî, siyasî û eskerî de ji nû ve bi sazî bûye. Di encama hewldaneke hezar salî de ango ji Sefera Xaçperestan a pêşî ya di sala 1096’an de heta bi Sefera Iraqê ya dawî di sala 2003’an de li ser bingehê avakirina şêwazê kapîtalîst ê Ewrûpaya Rojava bidestxistina sîstema şaristaniya navendî û ji sedsala 16. pêve avakirina hegemonya wê mewzûbehs e. Rojhilata Navîn fêhm nekiriye ku di dused salên dawî de ji aliyê çandî ve çawa hatiye fetihkirin û ji fêhmkirina vê yekê hê jî dûr e. Pirr eşkere, em dikarin vê yekê ji trajediya Saddam Husên fêhm bikin. Di dused salên dawî de qaşo şerên serxwebûnê, çi li ser navê ji nû ve Îslamgiriyê, çi jî li ser navê milletperestiya laîk hatine kirin, ev şer bi xwe şerên pêşdebirina hegemonya kapîtalîst in. Ev rêbaz ango Îslamgirî û milletperestî her yek ji wan weke versiyonên îdeolojiya oryantalîst hatin pêşdebirin û li ser navê kapîtalîzmê kirin ku ew xwe bi xwe dagir bikin û ji bo vê hatin bikaranîn. Sîstema hegemonîk, ji bilî çend şerên pêşengiya wan kiriye, ya rastî, belavkirina sîstema hegemonîk bi van amûrên îdeolojîk û polîtîk (desthilatdarî) bi destê tebeqeyên elît ên çanda Rojhilata Navîn bi xwe pêk anî û pêşde bir. Ev xusûs gelekî girîng e. Eger ev neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku mirov rewşa îro ya Rojhilata Navîn ji hev derxe û çareser bike. Ya ji vê jî rasttir ew e, ew ê herêmê bi projeyên sîstema hegemonîk (Projeya 136 Rojhilata Navîn a Mezin) di nava kaosê de bihêlin, û wê hewl bidin li ser bingehê berjewendiyên sîstemê bi xwe, wê analîz bikin û ji nû ve li hev bînin.
Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Jixwe dewletpariziya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye. Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên ti carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku milletperestî ye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan û Pakistanê diqewimin jî cuda nînin. Tevî cambaziyên Hîzbullah, El Qaîde û Talîbanan jî ser rastiyê nayê girtin. Divê mirov ji bîr neke ku ev hersê saziyên bi maske jî ango Hîzbullah, El Qaîde û Talîban ji aliyê dewletên netewe yên xulam ve hatine damezrandin û niha jî li dijî efendiyên xwe yên hegemonîk DYE û Yekîtiya Ewrûpayê weke amûrên şantajê têne bikaranîn da ku ev dewletên netewe yên xulam karibin bêhtir parê bigirin. Ango ev amûrên tevkujî, reşkujî û komployan bi hev re ava kirine da ku pê hevdu terbiye bikin û ji bo para xwe bêhtir bikin li dijî hevdu bi kar tînin. Belkî jî di dîrokê de amûrên evqasî kirêt ên lîstikên komployan nehatine vedîtin. Bi van amûrên lîstikê yên komploger mîna bi darqîtik û pelê bilîzin, gel û çandên wan kuştin. Eşkere ye ku bi van amûran ne li Rojhilata Navîn êdî lingê sîstemê cih digirin, ne jî dewletên netewe yên hevkarên wê ne, diedilin û îfleh dibin. Nexasim Îran, rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê bi modernîteya kapîtalîst karibe, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bikaranîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye. Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rêûresma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman, heye ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Milletperestiya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike. Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Milletperestiya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayîtiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û ew ê nikaribe pêşiyê li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYE û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre. Rêûresma dewletê ya Îranê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû. Ji destpêkê ve li dijî hegemonya Îsraîlê hegemonya xwe ferz kir. Komara Tirkiyê û dewletên netewe yên Ereb rewabûna sîstema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû, lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdu nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye, hewl daye hegemonya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûrî berfireh bike. Ev hesabên wê hemû qîmeteke xwe tineye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.
Dewletparêziya netewe ya Ereb, ji zû ve ji aliyê gelên xwe ve jî bûne nakokiya sereke ya ji wan hêrs bibin. Ji wan, dewleta Iraqê weke ya herî bi hêz xuya dikir, di rewşa heyî de ew bûye goristana dewletparêziya netewe. Li şûna dewleta netewe ya xira bûye ya nû nayê avakirin û heye ku dabeşî sê dewletên netewe yên nû bibe û ev jî wê ne ku pirsgirêkan çareser bike, berevajî wê bêhtir giran bike û şer jî wê bigihin asta qirkirinê. Dewletparêziya netewe ya Ereb-Şîî, Ereb-Sunnî û Kurd bi herhalî wê di sedsala 21’ê de li sahneyên herî xwînrij şahidiyê bikin. Dema mirov li rewşa heyî binêre û bi tevkujiya Helebçeyê ya di rabihuriya nêz de û tevkujiyên din ên mezhebî û etnîk hemûyan re bide ber hev, wê xeternakiya şerên dewletparêziya netewe yên siberojê baştir bê fêhmkirin. Niha û siberojek heye ku gelekî dişibe bajarên dewlet ên di dema Sumeran de hev tine dikirin. Ez bawer dikim ku wê ne şaş be, mirov bibêje, ji Fasê heta bi Yemenê, ji Sûdanê heta bi Sûriyê û heta heta bi Libnanê wê rewşa heyî ya dewletên netewe yên Ereb hemûyan di siberojeke nêz de ji Iraqê ne cuda be. Bi awayê xuya dike, li dijî Îsraîlê şer dikin, lê bi rastî û bi awayekî berbiçav di rewşeke hevkar de ne ku hebûna Îsraîlê li ser piyan digirin. Ango hebûna wan bi hegemonya Îsraîlê mumkîn dibe. Belkî herî zêde dewletên netewe yên Ereb hewcedarî Îsraîlê ne. Di cîhana Ereb de weke milletperestiya Îslama siyasî, ji milletperestiya laîk û dewleta wê ya netewe bêhtir bi problem e. Ev milletperestiya ku xwe disipêre îstîsmarkirina Îslama çandî bi tenê dikare bi rola tevgera faşîst a dereng rabe. Çawa ku bi mînaka El Qaîdeyê jî hat dîtin, ji rêxistineke provakasyonê ya ku dewletên netewe wê timî weke paravan bi kar tînin, wêdetir naçin û ev jî hatiye îspatkirin. Çi yên berê bin û çi jî yên ji nû ve dixwazin ava bikin bin, dewletparêziya netewe ya Ereb li ser jiyana civakî û li hemberî rêûresma Îslamî ji rola kefenfiroşiyê wêdetir bi roleke din ranabe, û wê nikaribe rabe jî.
Dewletokên netewe yên Tirk bi şêweyên avabûna xwe ya mînîmalîst, çi ji aliyê DYE-YE ve bêne meşandin çi ji aliyê Rûsyayê ve, wê ti carî nikaribin bi rola berê ya desthilatdarî û dewletên bi koka xwe Tirk rabin û wê ji statuya eyaleteke sîstema pêve ne, wêdetir nikaribin biçin. Jixwe li gorî pêdiviyên herêmî yên hegemonyayên kapîtalîst û sosyalîzma pêkhatî hatine koordînekirin. Ji bo barê rabihuriyê yê bûye asteng ji holê rakin û ji bo pêşî li serîrakirina gel bigirin hatine wezîfedarkirin. Mirov dema li nod sal rabihuriya wan binêre, mirov ê bi hêsanî karibe bibêje, bi vê rola xwe rabûne. Mîna ku ji bo rola Tirkan a di hezar salên dawî de pê rabûne berepaş bikin hatine erkdarkirin. Tevahiya wan jî xwe li rola mînîmalîzebûnê, xwe li nava xwe digirin. Mîna ku ti berpirsiyariya wan ji bo çanda herêmê û gelên wan tinebe tevdigerin, heta li hemberî hev jî bi roleke erênî ranabin. Ev rewşa wan bi zêhniyet û jiyana dewletparêz û milletperest a teng ku hînê wê bûne, têkildar e. Bi vî halê xwe yê heyî, ew nikarin bibin siya wê rabihuriya gelekî rexne dikin an jî carinan dilê xwe dibijîninê jî. Di paşeroja nêz de ew dewleta netewe ye ku divê herî zêde reforme bibe. Lê di van demên dawiyê de modela weke senteza Îslama Tirk dixin sahneyê, ji reformê zêdetir weke pêdiviya sîstema hegemonîk a bi qereqoleke pêş bi gewde dibe. Ji aliyê naverokê ve xwe venaguherînin di lihevrekişandina wan li efendiyên wan de şensê wan kêm e ku para xwe bigirin. Mîna Ereban in, tev kom bibin jî bi qasî Îsraîlekê nakin û ji bilî girêdana bi hegemonya Îsraîlê ti şensê wan tineye. Çawa ku heyîna wan bi şertên derketina holê ya Îsraîlê ve girêdayî bû, di dema xwe ya dawî de jî çarenûsa wan bi hebûna Îsraîlê diyar bibe. Lê eger ji qalibên jiyanê û zêhniyetên xwe yên heyî nebihurin. Hêmanên din ên modernîteya kapîtalîst di nava xwe de jî zêde hêviyê bi mirovan re çênakin.Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Mirov bêyî ku bi têkiliya wan dakeve bi hêsanî dikare bibêje, pêvajoya avakirina Îsraîlê, nîşaneya sereke ya pêşketina hegemonya Anglosakson li herêmê ye. Piştî ku Împaratoriya Osmanî bi zanîn hat hilweşandin, Îsraîl weke HÊZA KAKIL a hegemonya nû li herêmê tesewirkirin û avakirin. Li dinyayê hegemonya Ingilistanê-DYE’yê çi be, hêza nû ya hegemonîk a herêmê Îsraîl jî li Rojhilata Navîn ew tişt e. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya piçûk a Cihû nîne, hêzeke mezin a hegemonîk e. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan zêdetir dike û ev dihêle ku dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike ka tewazun an jî bêtewazuniya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurd û parçebûna Kurdistanê ye.
Ji aliyê hevgirtina DYE, Ingilistan û Îsraîlê ve ku li serê hegemonya kapîtalîst in, di çarçoveya bûyerên sêbera Sûrî-Îran-PKK’ê de bereyê PKK’ê hatiye bêtesîrkirin. Lê mirov nikare bibêje, bûyereke bi vî rengî wê bi kêra sîstemê bê. Ji ber ku bi awayekî taktîkî be jî li şûna PKK’ê Tirkiye hatiye danîn. Di çarçoveya dijberiya Kurd de be jî piştgirtina hev a Tirkiye-Sûrî Îranê ji bo sîstema hegemonîk gelekî nexweş e; heta mirov dikare bibêje ji rewşa PKK’ê zêdetir ji sîstemê re li ber encamên bi tehlûke ye; nexasim ji aliyê Îsraîlê ve rewşeke ti carî neyê qebûlkirin îfade dike. Tirkiye ji bo qerta di destê xwe de xurt bike di nava vê piştgiriyê de cih girtiye. Tişta Tirkiye ji bloka DYE-Ingilistan-Îsraîlê dipê ew e, kontrola Kurdên Iraqê ji wê re bihêle, misoger bike ku wê bi pey serweriyeke xweserî yan jî serxwebûnê nekevin, dixwaze para wê ji rant û kurtêlên Rojhilata Navîn bê zêdekirin û Îranê bixe rewşa Iraqê. Eger mirov di çarçoveya polîtîkayên dused salên dawî yên sîstema hegemonîk de li van bendewariyan binêre, tiştên Tirkiye dipê realîst nînin. Tirkiye wê yan guh bide sîstemê, yan jî wê xwe ragire û qebûl bike ku polîtîkayên li ser Iraq û Îranê têne meşandin wê li ser wê jî bêne pêkanîn. Guhdana wê ya sîstemê jî tê wê maneyê ku divê bi Kurdan re li hev bike, mesafeyekê deyne navbera têkiliyên xwe yên bi Sûrî û Îranê re jî. Na eger ji sîstemê qut bibe û di rojgarên cuda de ji xwe re li cih bigire yan jî cih çêke, ji sedî sed divê operasyoneke mîna ya li dijî Iraqê li dijî xwe jî li ber çavan bigire. Di rewşeke bi vî rengî de sîstem wê bi hêza xwe hemûyî destekê bide tevgera dewleta netewe ya Kurd û wê kakilê dewleta netewe ya li Iraqê berfireh bike. Û eger li herêmê Îsraîl Rêveberiya Kurd a Iraqê-KCK bibin bereyek hingê mirov dikare li bendê be ku ev yek Rojhilata Navîn ber bi veguherînin mezin ve dahf bide. Tirkiye niha halîhazir li Arafê ye. Tercîheke zelal û vebirrî nake, polîtîkayeke bi tewazun a klasîk ji bo herdu aliyan dimeşîne. Sîstema hegemonîk nikare li Rojhilata Navîn paşve gavê biavêje. Eger biavêje, ji tesfiyeya Îsraîlê bigirin heta jiholêrabûna gelek dewletên Ereb ên mezin û piçûk bivênevê bûyerên dinyayê ji binî ve bihejînin wê biqewimin. Dema em dibêjin ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ em van bûyerên muhtemel jî li ber çavan digirin. Sîlehên nukleer jî di navê de, sîlehên herî giran jî wê bêne bikaranîn. Bi herhalî encam ê ji rewşa Ewrûpayê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn cudatir nebe, heta wê girantir be. Em dema bi bûyerên deh salên dawî re bidin ber hev, wê malkambaxî û malwêraniya bûyerên muhtemel bêhtir bê fêhmkirin. Eger sîstema hegemonîk li herêmê bimîne wê qîma xwe bi rewşa heyî neyîne. Weke her sîstema hegemonîk wê bixwaze serketî bibe. Ev jî wê bike ku Îran ji bandora xwe ya di çarçoveya Şîa’tiyê de dakeve û car din li rewşa xwe ya sernerm a dema Şahtiyê vegere. Rejîma Îranê vê rewşa muhtemel a em behsa wê dikin qebûl bike, hingê mirina wê û ev ê yek tişt be. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku wê hewldanên ji bo bandordanîna li ser herêmê zêde bibin. Qonaxeke nû ya ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ li derveyî îhtîmalê nîne. Ev rewşa niha ya tewazunê ya bêbiryar nikare demeke dirêj dewam bike. Di hersê rewşan de jî weke cografya Kurdistan û ji aliyê hevgirtinê ve rewşa Kurdan stratejîk e. Xwedî rewşeke welê ye, li kîjan aliyê tewazunê cih bigire, wê karibe encamê li gorî wî alî kêrhatî bike yan jî bêkêr bike. Kurd û Kurdistan her tim di dîrokê de rola wan textê kişikê û piyon bû, ji niha û pêve dikarin ji vê rolê derkevin û bi rola kirdar rabin. Di vê de jî siyaseta bişopînin, hevgirtinên wan ên hundir û derve wê diyarker bin.
Li aliyê din, di van demên dawiyê de DYE dixwaze Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixe rojevê, lê ya rastî şensê vê projeyê zêde tineye. Jixwe ev proje xwe disipêre dewletên netewe. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn xistine nava tevlîheviyê. Projeya dawiyê jî rewşên rê li ber wan vekirine cuda nînin. Heta mentiqê dewleta netewe neyê terikandin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji nava pêxîrtengiyên kûr û pirsgirêkan rizgar bike, ji şer û pevçûnan dûr bixe. Hem Yekîtiya Ereb û hem jî Rêxistina Konferansa Îslamî bi sedema ku bi heman mentiqê dewleta netewe seqet bûne, ti pirsgirêk çareser nekirine. Ji zêhniyet û şêweyê avabûnê yê heyî nebihurin şensê wan tine ti pirsgirêkê çareser bikin. Herweha li dijî DYE û hêza hegemon a xwecihî Îsraîlê hem Îran û hem jî Tirkiyê bi Hîzbûllah û El Qaîdeyê şerên serdestî û bandorzêdekirinê dimeşînin û ev pirsgirêkan bêhtir dikin ku nikaribin ji nav derkevin û ji vê jî wêdetir bi kêra tiştekî nayên. Hesabên wan ên ji bo para xwe zêde bikin, her kêlî dibe ku berevajî li wan vegerin. Bi tevahî van dekûdolabên berê û nû yên dewleta netewe Rojhilata Navîn xistin rewşeke darî çav. Bi navê “Em pirsgirêkan çareser dikin, em dîplomasiya sifir pirsgirêk dimeşînin” pirsgirêk bêhtir mezin bûne, ji navê nikarin derkevin û bûne mîna gulokeke lihevgeriyayî. Çawa ku me hewl da em nîşan bidin, ev rewşa Rojhilata Navîn eşkere ji ber dewleta netewe ye, û ji ber şêweyê avabûnê ye.
Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe. Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene. Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî. Çawa ku tê zanîn, ji Nîlê heta bi Firatê, heta jê jî wêdetir projeya Îsraîlê ya hegemonîk heye. Ev projeyek e ku piştî Împaratoriya Osmanî hatiye çêkirin. Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e. Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e, û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe. Di navbera wê û Tirkiyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye. Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê. Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin. Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne, û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye. Dîsa me bi heman awayî eşkere dabû xuyakirin ku ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, zêhniyeta neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk û avahiya xweseriya demokratîk, paradîgma nû û modela herî di cih de ya wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk e. Modelek e ku riya aştî û ewlekariyeke mayînde nîşanî her kesî û her civakê dike.